Pejirandina biryarnama li dijî Îranê, helwestek bi armancên sîyasî
Li civîna civata giştî ya NY ya têkildarî mafên mirovan, biryarnameyek li warê rexnegirtina ji rewşa mafên mirovan li Îranê, di bin bandora lobîyên sîyasî da hat pejirandinê. Vê biryarnamê careka din derew û idikerîya pûç a idiakerên xwebinavkirî yên berevanîya ji mafên mirovan îsta kir.
Xulamhisên Dêhqanî sefîr û alîkarê nunerê Îranê li NY li warê şermezarkirina vê biryarnamê, bal kişand ser armancên amadekirên wê ji wan Kanadayê û pêkutî kir, gellekî cihê nefretê ye ku welatê ku xwe li rêza binpêkirên mezin ên mafên mirovan cih digire, piştgirîyê dide vê biryarnama pêkenî li dijî Îranê.
Vê biryarnamê tu armancek bilî zordayîna sîyasî ser Îranê tineye. Welatên wek Kanada, Amerîka û Birîtanîyayê ku amadekirên vê biryarnamê ne, meseleya mafên mirovan bi awayekî narewa bikar tînin. Ev welatana di rastîyê da bi vê hecetê bi dû destwerdan û nuxumandina cinayet û binpêkirinên berfire yên mafên mirovan in. Mijara mafên mirovan li gorî nêrîna welatên rojavayî bûye cureke hêza nerm jibo wan jibo ku zorê bidin ser welatên serbixwe û neyarên pergala serdest.
Lewma nunerê Îranê li NY tevî nerazîbûna tund li hemberî vê biryarnamê, li ser rêzgirtina li mafên mirovan û berfirekirina wan sekinî û got: Hin zilhêz heta wê demê rêzê li babtên bi dilê xelkê digirin ku berjewendîyên wan bên dabînkirinê.
Gelên ku bijareyên din hene ango rîyeke din digirin ber xwe, li gorî nêrîna welatên rojavayî hêjayî cezakirinê ne. Derbeya serbazî, baykot, êriş an cezakirin bi saya mafên mirovan ji wan cezayan in. Lê dema ku dor tê hevpeymanên wan, dêmokirasî û meseleya mafên mirovan da durûtîyê dikin. Ew baş pişta hevpeymanên xwe digirin û jibo wan girîng nîne ku rabhorîya wan welatan li warê binpêkirina mafên mirovan çiqasî reş û tarî ye.
Bêşik li piştperdeya vê biryarnamê jî sênarîyoya tirsandina welatan ji Îranê heye ku piştî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê cih hat. Dema mirov li rewşa navxweyî ya welatên ku dew û doza mafên mirovan dikin binêre, dîmenek cida li bara rastîyên mafên mirovan li welatên hanê dikeve ber çavan. Ma hema li van welatana ji wan li Kanadayê mafên welatîyên xwecih ku xwedîyên sereke yên vî werî ne, nayê binpêkirinê û gelo li Amerîkayê çi reftarek li hemberî postsoran an reşpostan tê kirin? Eva gişk nîşan didin ku idiakerên mafên mirovan bi awayekî berfire mafên mirovan binpê dikin. Niha di bin sîya durûtîya welatên rojavayî li warê mafên mirovan, bi milyonan kes li ber veqetîna civakî, cihêkarî û bêparîyên ji mafên welatîbûnê û di bin bandora meylên berfire yên nijadperestane ku bûne sedema pêkhatina bingeh û berfirebûna têrorîsmê li nav van civakan, ketine ber zîyanên berfire di warê mafên mirovan da.
Lê li dezgehên mafên mirovan ên NY qet behsa raberkirina pêşnîyara pejirandina biryarnama şermezarkirina berfire ya mafên mirovan li van welatan nayê kirin.
Eyan e ku li pejirandina biryarnamên bi vî rengî hin armancên seratir ji mêkanîzm û qanûnên mafên mirovan rola xwe hene.
Çawan e ku sazî û dezgehên mafên mirovan ên navnetewî qet li hemberî bêrêzîya li bawerîyên dînî yên misilmanan li welatên ewropî û amerîkî bertekê nîşan nadin û heta pişta vê yekê digirin. lê babetên wek cezakirina fasidan, kujeran û têrorîstan û îdamkirina qaçaxçîyên madeyên hişber ku bi berfirekirina bengîbûnê civakekê ji nav dibin, binpêkirina mafên mirovan tê binavkirin.
Bêguman meseleya mafên mirovan girîngîyeke cihanî heye lê li cihana roja îro, rastîyên têkildarî mafên mirovan, ji wan kuştina jin û zarokan li Geze û Yemenê bi şandina sîlehên qedexe yên amerîkî, kanadayî û ingilîsî bo rêjîmên zarokkuj ên wek Erebistan û Israîlê, karnameya van idiakerên pûç ên mafên mirovan ewqasî reş kirine ku tu hêjatîya wan a axavtina li bara mafên mirovan li welatên din tineye.