Kanûn 18, 2016 18:30 Asia/Tehran
  • Alê Siûd  Rêxistina Hevkariya Îslamî wek amûrekê bi kar tîne

Rêxistina Hevkariya Îslamî îro yekşemiyê mazovanê civînekê ye jibo ku rewşa însanî li Yemenê û alûgurên pêşerojên yên vî welatî hilkole.

 Rêxistina Hevkariya Îslamî li civîna  Cedê ku bi hevkariya nivîsgeha hevdengiya karûbarên însanî yên NY tê li dar xistinê qirar e rewşa însanî ya Yemenê û alûgurên  muhtemel ên vî welatî binirxîne.

 Eva di rewşekê de ye ku Cîmî Mek Goldrîk hevdengkirê  mirovheziyê yê NY li karûbarên Yemenê hişyarî da ku bi dewama dorpêçkirinê û kêmasiya xwarekê, Yemen ji aliyê Erebistanê ve li ber xelayê ye. Erebistan bi piştgiriya  ji aliyê Emerîkayê ji 26 Adara 2015an ve êrişên  xwe yên hewayî ser Yemenê destpê kiriye. Li encama van êrişana  xêncî kavilkirina  binavahî û navendên  tendrustiyê, zêde ji 10 hezar kes ji wan jin û zarokên yemenî hatien kuştin. Erebistanê li cinayetên xwe li Yemenê tim ji aliyê dewletên Rojavayê bitaybet Emerîka û Brîtanyayê ve hatiye piştgirîkirin  û carnan civakên navneteweyî jî ji wan NY bi bêdengiya xwe li hember cinayetên Alê Siûd bûne hevriyê cinayetên wan.

Li vê çarçêvê, wezareta karên derve ya Brîtanyayê berevaniya firotina çekên vî welatî bo Riyazê kiriye û bi redkirina hin raporên derheq vê yekê ku êrişa Riayzê li Yemenê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye ragihand kiryarên siûdiyan li Yemenê nayê pînekirin û heta NY jî jê piştgiriyê dike.

Xala giring li qeyrana Yemenê û şîdetgirtina  dûhatên wê yên însanî li ev piştgiriyên  rêxistin û civakên navneteweyî ji Alê siûd e ku roleke bingehîn li şerxwaziyên  wê li navçê hebûye . Eva rexneyek e ku bi micidî li bara kiryara civakên navneteweyî tê hilêxistin.

   Rêxistina Hevkariya Îslamî li halekê civîn li dar xistiye ku piştî derbasbûna çend salan  ji qeyranênli  Sûriyê û Iraq û Yemen ê  tu pêngaveke krêhatî jibo kêmkirina  qeyarnê ranekiriye û di pratîkê de roleke xwe tinebûye.

 Hegera giring  a vê  pasîv û neçalakiya   Rêxistina Hevkariya Îslamî eva ye ku ivîsgeha  vê rêxistinê li Cedeya Erebistanê de ye û bi curekê bûye sedem   Rêxistina Hevkariya Îslamî li xizmeta  armancên siûdiyan be. Tişta ku vê hizrê bihêz dike eav ye ku  Erebistan û   Rêxistina Hevkariya Îslamî li qeyranên Sûriyê, Iraq û Yemenê aktoreke e ku qeyranan çê dike.

Bêguman Alê Siûd ji puena  mazovaniya  mala  Kebê û mizgevta El-Heramê li Mekeya Mukereme  û mizgevta nebewî li Medîna Munewere behra siaysî werdigre  û wê ji çavkaniyên  qaweta xwe ya nerim  dizane.

 Meke û Medîne jibo misilmanan  pir  giringiya xwe hene loma  Alê Siûd hewl dide bi wê xwe  îslamî nîşan bide û mudaxilên xwe li karûbarên  welatên Îslamî  pîne bike  û  ji wê  ji bo bidestxistina  timakariyên xwe yên siyasî behrê werbigre.

 Alê Siûd  bi kiryarên xwe yên xelk xapokîn bi lidarxistina hin civînan ji aliyê Rêxistina navneteweyî û navçeyî bin kontrola xwe mîna   Rêxistina Hevkariya Îslamî û NY dil heye tevî xalifandina  raya giştî ji vê rastiyê ku Alê Siûd berpirsê cinayetên  li Yemneê ye hêzên  berxwedana  gelanî ya Yemenê bi serokatiya  Ensarullahê berpirsê dûhatên qeyrana  Yemenê bide  nasandin.