Nama wezîrê karên derve yê Îranê bo Mogerînî
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, bi şandina namekê jibo hevahengkera komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî, xwest ku komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî, civînek jibo şopandina kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê ya dirêjkirina dema qanûna boykotên dijî Îranê li dar xîne.
Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, roja şemiyê bi şandina nameyeka fermî jibo Fêdêrîka Mogerînî, hevahengkera komîsyina hevpar a Lihevkirina navokî, bal kişand ser dubarebûna bêsozî û sersariyên Amerîkayê li hember cihanîna sozên xwe û ji Moge0rîniyê xwest bi ragihandina agahiyên pêwîst jibo hemî aliyên Lihevkirina Navokî, tivdîrên pêwîst jibo li darxistina civîna komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî û herwiha komxebata boykotên komîsyona hevpar jibo şopandina kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê, bigirin ber xwe.
Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) di eynî demê dehevahengkera komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî ye jî.
Îran di mideha yek sal û nîvê buhurî de, li gorî nirxa dualîbûna sozên li Lihevkirina Navokî û taybetmendiya çendalîbûna vê belgeyê, hemî sozên xwe cih anîne. Her ji ber vê yekê her karek berovajiya vê nirxê ji hêla Îranê ve û li gorî xalên ku li Lihevkirina Navokî li ser wan hatiye destnîşankirin, tê wateya binpêkirina Lihevkirina Navokî û sozên di wê de. Nameya Zerîf bo Mogêrînî jî li ser pêwîstiya yekgirtîbûna li kiryar û cihanîna Lihevkirina Navokî û sozdariya hemî aliyan li hember cihanîna deqîq û tam a Lihevkirina Navokî, pêgîriya dike.
Li cihhatina Lihevkirina Navokî hin nezelalî hene ku Yekîtiya Ewrûpayê jî nîgeran kirine. Pêşniyarqanûna Kongireya Amerîkayê û kiryara rija pêncşemiyê ya Barak Obama, serokkomarê Amerîkayê ku îzn da dema boykotên dijî Îranê were dirêjkirin, nîşan dan ku rayearên Amerîkayê bi dû astengîderxistina li ser riya bi cihanîna Lihevkirina Navokî ne. Eger çi Obama qanûna ku boykotên dijî Îranê bi cih tîne, îmze nekir, lê ev karê bêbandor wê mesele û rewşê neguherîne û bi destpêbûna serokkomartiya Tramp, serokkomarê bijartî yê Amerîkayê li meha Çilê, diyar nîne ku karêdin ê Amerîkayê di vî warî de wê çawan be.
Lê Lihevkirina Navokî, sozeka navneteweyî ya bi piştevaniya Konseya Ewlehiyê û bi çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê di mijara kiryarên teknîkî yên têkildarê Lihevkirina Navokî ye. Her ji ber vê yekê, Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îrannê, li nameyekê, wezareta karên derve û Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, bi sûdwergirtina ji rêbazên ku li Lihevkiirna Navokî hatine pêşbînîkirin, kirine erkdarên şopandina mijara bêsoziya Amerîkayê di vî warî de.
Elîekber Salêhî, serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, li bernameyeka televîzyonî destnîşan kir, Komara Îslamiya Îranê, di warê navneteweyî de, jibo raberkirina helwêstên xwe yên di warê Lihevkirina Navokî de, li hember tu kesî nakeve şermê. Salêhî got, sozên welatên rojavayî tam mehekê piştî cihhatina Lihevkirina Navokî, pûç derketin û bankên biyanî, piştî cihhatina Lihevkirina Navokî, qet bi Îranê re hevkariya xwe tunebûn û tunene jî. Îranê berî niha jî destnîşan kiriye, di her rewşekê de wê binpêkirina sozên aliyên Lihevkirina Navokî nehemilîne û wê vê mijarê ji navend û saziyên navneteweyî û rêbazên ku li Liehvkirina Navokî hatine texmînkirin û li biryarnameya hejamra 2231`an a Konseya Ewlehiyê û sozên Ajansê yên li ser Lihevkirina Navokî li ser wan hatine destnîşankiirn, bişopîne.
Mesela ku diyar eÎranê nîşanî dinyayê da ku alîgirê gotûbêj û danûstandinê ye lê pêkanîna pêbaweriyan, pêvajoyeka dualî ye. Nameya Zerîf bo Mogêrîniyê jî her di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Binpêkirina Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê û sozdarên din ên navneteweyî ve, dê bibe sedema pêbawernebûna li hember ajansê jî. Her di vê çarçoveyê de, sekreterê giştî yê Ajansa nvaneteweyî ya Enerjiya Atomê, li ser vexwendina Elîekber Salêhî, serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên îranî re li ser cihhatina Lihevkirina Navokî, roja yekşemiyê derbasî Têhranê bû.
Ajansa ku li ser cihhatina beşên herî aşkera yên sozên ji aliyê Îranê, çavdêriyê dike, di rastiyê de divê vê yekê jî berçav bigire ku astengîderxistinên li çarçoveya boykotên dijî Îranê de, binpêkirina Lihevkirina Navokî tê hesêb û derbê li derfetên Îranê yên jibo sûdwergirtina ji zanista aştiyane ya navokî dixe û divê di vî warî de bersivê bide.