Rêberê Inqilaba Islamî: Ingilîs çavkanîya gefê li rojavaya Asîyayê ye
Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li hevdîtina digel berpirsên welêt, mêvanên pişkdarê konfiransa Tifaqa Islamî û çîn û qatên curbicur ên gel, pêkutî kir ku di van rojên dawîyê da ingilîsîyan bi bêşermîyeke mezin, Îran gefek li dijî navçê binav kirine lê, her kes dizane ku ingilîsî hertim çavkanîya gef, fesad û xeterê bûne.
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî, kuştina misilmanan li Mîyanmarê li rojhilata Asîyayê heta Nîcêrîyê li rojavaya Afrîqayê û sekinîna misilmanan li devera girîng a rojavaya Asîyayê ji encamên komployên bêtifaqîçêkir ên zorbêjan binav kirin û got ku di vê rewşê da, şîeya ingilîsî û sunîya amerîkî wek du devên miqesekê mijûlê vêxistina êgir û birêxistina nakokîyê ne.
Rewşa qeyranî ya navçê û hewldana jibo birêxistina nakokîyan di navbera komên curbicur ên islamî da û derxistina wan pêşberî hev, encama sîyasetên dewleta Ingilîsê jibo birêxistina bêtifaqîyê ye. Dewletên curbicur li Ingilîsê hertim hewl dane ku li navçeya istiratêjîk û girîng a rojavaya Asîyayê nifûza xwe hebin û şêwaza wan jî sîyaseta kevnar a birêxistina duberekîyê ye. Pêkanîna komên curbicur ên têrorîst ên di rû da islamî bi armanca derxistina pêşberî hev a misilmanan û bikaranîna mafê mirovan wekî darê destan, ji berê va sîyaseta dewletên Ingilîsê bûye ta ku armancên xwe li navçê bidest bixin. Berpirsên ingilîsî di vê rêyê da, Komara Islamî ya Îranê berbendeke qahîm li navça girîng a rojavaya Asîyayê dizanin û loma jî pê hilêxistina boxtan û tawanên pûç bi dû pêşdabirina sîyasetên xwe li vê navçê ne.
Di vî warî da Terza May serokwezîra Ingilîsê vê dawîyê li civînekê li bajarê Menamê paytexta Behrêynê, Komara Islamî ya Îranê gefek li dijî devera rojavaya Asîyayê wesif kir lê rastî tiştek din e. Belgeyên li mêdyayên curbicur heta li çavkanîyên ingilîsî hatine weşandinê nîşan didin ku London çavkanîya sereke ya bêewlehîtîya li navçê ye.
Rojnama ingilîsî ya Guardian`ê vê dawîyê li raporekê nivîsî ku Ingilîs sîlehan difiroşe hin welatên rojavaya Asîyayê ku cinayetên cengê kirine. Li gorî vê rapora Guardian`ê, Ingilîsê di sala 2015`ê da bi bihaya milyardek û 700 milyon dolarî sîleh firotine Erebistanê û daxwazên firotina sîlehan bi bihaya 9 milyard û 200 milyon dolarî mideha 10 salên pêşda jî wergirtine. Sîyaset û sîleha ingilîsî li rex sîleh û sîyaseta amerîkî, 2 çavkanîyên sereke yên bêewlehîtîya li rojavaya Asîyayê ne û piştgirîya London û Waşîngtonê ji welatên ku rola wan a rasterast li vê bêewlehîtîyê hene, bûye sedema kuştina misilmanan. Dayîna çekan bo komên têrorîst li rojavaya Asîyayê ku bi destê sazîyên sîxorîyê yên Ingilîs û Amerîkayê tên birêvebirinê, istiqrar, aştî û ewlehîya navçê xistîye ber xeterê.
Sîyaseta Komara Islamî ya Îranê tam li hemberî sîyaseta xirabkir a delweta Ingilîsê ye. Sîyaseta Îranê ser bingeha pêkanîna aştî, istiqrar û ewlehîyê li rojavaya Asîyayê ye. Hevkarîya Îranê ligel Iraq, Sûrîye û Rûsîyê jibo têkoşîna rastî li hemberî têrorîsmê, zemîneya aştî û ewlehîya navçê û kêmkirina pirsgirêkên ometa islamê û navçê pêk anîye.
Çavgirtina ingilîsîyan ser rastîyên navçê, ew xistine rex êrişker û têrorîstan ku gelên bêguneh ên Sûrîye, Yemen û Iraqê dikujin. Heta kuştina gelê Filistînê bi destê cinayetkarên rêjîma Israîlê jî ji sîyaseta Ingilîsê çavkanîyê digire. Ji ber ku daxûyanîya Cêymz Balfor wezîrê karên derve yê demê yê Ingilîsê bû bingeha damezirandina rêjîma sexte ya Israîlê di sala 1948`an da. Hasila sîyaseta dewletên Ingilîsê li dîrokê, şer, kuştin, birêxistina duberekî û alozîyê bûye û di rewşeke wiha da, li gorî teybîra rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî, berçavgirtina Quranê û fêrkarîyên ilahî yên pêxemberê ekrem (S) wekî dermanê tifaqçêker, rêçareya pirsgirêk û êşên cehana islamê ye.
Yêktî, hevkarî, rawêjkarî û derbasbûna ji nakokîyên mezhebî û fikrî di bin sîya taybetmendîyên hevpar ên zef ên islamî, yê komployên Ingilîs û Amerîkayê l idijî cehana islamê, nemaze komploya jibîrkirina Filistînê bêencam bike.