Kanûn 16, 2016 18:46 Asia/Tehran
  • Civîna awarte a Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê

Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê civîneke awarte li ser alûgorên Sûriyê, bi taybet li bara alûgorên meydanî yên Helebê birê xist.

Li civîna duh pêncşemê a Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê ku bi serokatiya Receb Teyib Erdogan serokomarê vî welatî birê ket, bilî axivtina li ser Sûriyê pişkdarên civîhê li ser rewşa siyasî, ewlehî û civakî ya nav vî welatî jî axivîn.

Her çend civînên dewreyî yên Konseya Ewlehiya netewî ya Tirkiyê heta niha hertim bona hilkolandin û nirxandina rewşa siyasî, civakî û heta abûrî ya vî welatî bi rê diketin ta ku karbidestên derecebilind ên Tirkiyê bona çareserkirina krîzên vî welatî biryarê bidin, lê ev civîna Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê ku hatiye ragihandin pirtir ji bo rewşa Helebê bi rê ketiye, nîşana girîngiya alûgorên meydanî yên nav Sûriyê û sercem alûgorên siyasî, ewlehî û eskerî yên navçê bo vî welatî ye.

Bitaybet ku Konseya Ewlehiya netewî ya Tirkiyê piştî êrişa terorîstî ya vê dawiyê li nîzikiya klûpek li bajarê Stanbûlê bi rê ket ku li vê êrişê derdora 50 welatiyên Tirkiyê hatine kuştin.

Piştî vê teqînê Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê ji partiyên neyar yên MHP û CHP`ê xwest ku civînekê pêk bînin û sercem îsal du ca rêberên MHP, CHP û AKP bêyî hizûra nûnerên HDP civînek li Koşka Çankayê birê ket û li vê civînê Yildirim ji van partiyan xwest ku li şerê dijî terorê û bona dabînkirina ewlehiya Tirkiyê alîkariyê bidine partiya serdest a AKP`ê.

Daxûyaniya hevpar a 14 Kanûnê a AKP hev rê digel partiyên MHP û CHP`ê bona sekinîna li hemberî terorîzmê li vê çarçîvê tê nirixandin.

Rastî evaye ku peywendiyên AKP`ê tev partiyên dine neyar, bûye sebeb ku dewleta Tirkiyê tûşî zerer û ziyanên zav yên siyasî û abûrî were.

Eva ku mesela kurdên Tikiyê ji aliyê PKK û dewleta vî welatî nayê berçavgirtin jî bûye sebeb xercekî giran li dewleta Enqerê keve.

Rêberên partiya Komarîxwaz a Gel jî bicaran ji siyasetên AKP`ê û xebata Enqerê bona guhartina qanûna bingehîn û guhartina nizama siyasî ya vî welatî ji parlemanî bi serokayetî rexne kiriye û hatiye ragihandin ku ev cure siyasetên AKP, dewleta Enqerê ji hedef û armancên abûrî dûr kiriye û bûye sebeb rewşa nav vî welatî ber bi alozbûnê here.

Her çend ev cure neyariyên wiha di navbera AKP`ê û partiyên neyar da hene lê dîsa jî li rewşên hesas piştevaniya dewleta Tirkiyê dikin, wisa ku piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmeha bihurî yan piştî teqînên terorîstî yên Istanbûlê , partiyên neyar ev kiryarên wiha mehkûm kirin û piştevaniya AKP`ê kirin.

Rêberên partiyên neyar bawerin eger bê û AKP`ê dest ji van cure siyasetên bi serê xwe li nav vî welatî berde û dewleta Enqerê siyasetekî baş tev  welatên cînar,hebe , tesîrekî baş çi li nav vî welatî, çi li navçê û çi jî li cîhanê dê hebe.