Pêwîstiya yekîtî û hevgirtîbûna misilmanan ji bo bersivdana li hemberî cinayetên Israîlê
Li gorî nûçeyan cinayetên Rêjîma Siyonîst li dijî filistîniyan zêde bûne û ev yek pêwîstiya pêkanîmna tevdîrên lezgîn û ciddî ji aliyê raya giştî bi taybet misilmanan ji bo girtina pêşiya Rêjîma Siyonîst derheq pêkanîna cinayetên wê rêjîmê û alîkariya gelê Filistînê du beranber kiriye.
Ev pêwîstî li halekî bi giranî tê hîskirin ku ev rojana hevdem digel Heftiya Wehdetê (yekitiyê) bi boneya jidêbûna hezretê Mihemed (S) ye.
Guhertinnê herêma Rojhilata Navînê di zêdetir ji sê deheyên pêş da nîşan didin ku ji ebr serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê gotineke teze ya siyasî li ser bingeha redkirina dagirkeriyê û piştgiriya ji bidestên alemê li hemberî zorbêjan ku wergirtî ji hîndekariyên pêşketî yên îslamî ye,, ketiye qada peywendiyên navneteweyî. Bêguman tevî serekebûna mijara Filsitînê û dagirkeriyên Rêjîma Siyonîst li ser deverên cûrbicûr ên filsitînî bi taybet Qudsê di pratîkê da komployên dijminan ji bo jibîrbirina mijara Filsitînê û kêmkirina hestiyariya raya giştî li ser cinayetên Rêjîma Siyonîst dê werin pûçkiirn. Siyonîst û piştgirên wan bi komployên cûrbicûr dil hene bi mebesta pêşdabirina siyasetên xwe yên berfirexwaziyê û dagirkeriya li Filsitînê bala raya giştî ji mijara Filsitînê ku mijara sereke ya cîhana îslamê yem bixalifînin û bi vî rengî komployên xwe li Filistînê bi pêşda bibin. Siyonîst her viha jibo bidestxistina armancên xwe yên berfirexwaziyê bênavbir filsitîniyan didin ber êrîşên xwe. Di dewama van pevçûnan da roja pêncşemiyê piştî wiya ku hejmareke zêde ya çekdarên Rêjîma Siyonîst bi mehneya pêkanîna meşqên leşkerî gihîştin kampa Şeifatê, pevçûnên giran di navbera filsitînî û çekdarên siyonîst da derket.
Li vê dewra êrîşan ku ji Cotmeha 2015`an yanê destpêka întifazeya (serhildana) teze ya Qudsê pêk hatiye, 268 filsitînî hatine şehîdkirin. Li gorî van gef û xeteran e ku hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî bi caran li ser baldariya taybet li ser mijara Filistînê û hewildana nji bo serêxwegirtina mafên wan pêgirî kiirye. Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kiriye ku Rêjîma Siyonîst bi şertê ku têkoşîna giştalî û hevdeng a filsitînî û misilmanan li dijî siyonîstan pêk were, wê heta 25 salên din ji holê rabibe.
Xala ku bala mirov dikişîne ew e ku tenha riya serêxwegirtina mafên gelê Filsitînê û xelasiya Qudsa pîroz têkoşîn û berxwedan e û riyên din bêencam in. Di rewşeke wiha da piştgiirya giştalî ji têkoşînên gelê Filsitînê divê di rojeva misilman û azadeyên cîhanê be. Di vê navberê da sekinîna giştalî li hemberî komên tekfîrî mîna DAIŞ û komên din jî divê hema wisa were şopandin; Çimku heke visa nebe, ji ber qeyrançêkirina berdewam a tekfîriyan, ev xetera ku mijara Filsitînê li kêlekê bimîne, heye.
Di salên vê dawiyê da Rêjîma Siyonîst û hevpeymanên wê yên navçeyî û seranavçeyî hewil dan eku pevçûnan li erdnigariya cîhana îslamê berfire bikin da ku ramana ramanan Filsitînê were jibîrkirin. Vê mijarê ev rastiya zêdetir ji berê diyar kiriye ku navçeya Rojhilata Navînê hema wisa tûşî xeterên teze ji aliyê siyonîst û tekfîriyan bûye. Di rewşekle viha da umeta îslamê tevgerên siyonîst û tekfîriyan ku di rastiyê da du rûyê sikeyekê ne û armanca wan komplogerî û desthilatdariya li ser navçeyê ye, bi hestiyarî dişopînin.
Rewşa hestiyar a navçeyê vê pêwîstiyê tîne ku mijara Filistînê mijara sereke ay cîhana îslamê û raya giştî be; Bi taybet ku di salên dawî da, ji ber eşkerebûna plan û armancên siyonîstan, di asta navneteweyî da jî komployên Israîlê ku navçe û cîhan xistine ber gefan, tên şermezarkirin.