Kanûn 09, 2016 16:22 Asia/Tehran
  • Axiftinên serokwezîrê Tirkiyê li ser navbeynkariya Enqerê li qeyrana Sûriyê

Serokwezîrê Tirkiyê behsa rola navbeynkariyê ya vî welatî di navbera Rûsya û nerayên sûriyê kir.

Bînalî Yildirim, piştî hevdîtina bi Vlademîr Pûtîn, serokkomarê Rûsyê li Moskovayê li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê ji nihêrîna hevpar  a Rûsya û Tirkiyê li hember qeyrana Sûriyê agahî da û got fêmkirina her du welatan li bara navbeynkariya Enqerê ya di navbera Rûsya û neyarên Sûriyê, çi wextan baştir ji niha nebûye.

Wî herwiha li ser beşdariya pirr cidî ya Tirkiyê di vî warî de û dewama pêvajoya navbeynkariya Enqerê heya dawiya pevçûnên li Sûriyê sekinî. Eger çi Yildirim li ser gotûbêja di navbera Enqere û Moskovayê jibo çareseriya qeyrana Sûriyê axiviye, lê pêgîriya wî ya li ser rola navbeynkar a Tirkiyê di navbea Rûsya û neyarên dewleta Şamê, di rewşekê daye ku Ewlewiyeta Sûriyê, sekinandina pevçûnên li Helebê û li vê navçeyê ye ku hemû rojê hêzên dewletî yên Sûriyê navçeyên zêdetir ên vî bajarî ji destê hêzên terorîst û DAIŞ`ê azad dikin.

Her ji ber vê yekê mijara derketina hêzên neyar ên dewleta Sûriyê ji navçeyên rojhilata Helebê, her wekî berê yek ji nîgeraniyên rayedarên Enqerê ye bi taybet ku tê gotin, hêzn leşkerî yên Tirk li çarçoveya hêzên piştevaniya ji neyaran li hin navçeyên bajarê Helebê dorpêç bûne. Pêkanîna derbasgeheka ewleh a jibo derketina van kesan û derketina hêzên neyar ên dewleta Sûriyê ji Helebê di çarçoveya derbasbûna sivîlên li taxên curbicur ên vî bajarî ji xalên din e ku aliyê tirk jibo navbeynkarî û sekinandina êrişên hêzên ûris ser pêgehên komên terorîst û neyarên çekdar ên dewleta Sûriyê raber dike.

Ji aliyê din va Tirkiye tevî rastiyên meydanî, ne tenê di warê siyasî û dîplomatîk belki di beşa operasyonî û leşkerî jî, xwe derdaiyê meselên niha yên li Sûriyê dizane, her ji ber viya bona kêmkirina asta hesasiyetên navxweyî û girtina pêşiya şikesta dawîn a siyaseta xwe ya navçeyî, bi dû hin rêbazan jibo derketin û xilasbûna ji rewşa niha ye.

Her ji ber vê yekê di rû de nihêrîna Tirkiyê hevdemî dûrbûna ji siyaseta wê ya êrişker dijî dewleta Sûryê ku bi giştî xwe li piştgîriyên aşkera û veşartî yên ji neyar û komên tekfîr- terorîstî yên li Sûriyê nîşan dide, guheriye û bûye siyaseteka nermtir a li çarçoveya liv û tevgerên navbeynkar.

Her çend ku dûr e ku siyaseta giştî ya Tirkiyê li hember meselên navçê û ji wan alûgorên Sûriyê, pirr guherîbe. Ev guherîna reftara Tirkiyê ligel pêşniyara neyarên çekdar ên dewleta Sûriyê jibo agirbesa pêncrojî ya li Helebê yek e. Pêşniyara neyarên dewleta Sûriyê jibo agirbesê jî ji ber têkçûna neyarên çekdar û radestbûna wan a li hember artêşa Sûriyê û herwiha pêşveçûnên berfireh ên hêzên dewletî yên vî welatî ye. Her ji ber vê yekê hin civatên rexnegir ên dewleta Tirkiyê ku reftara siyaset derveyî ya vî welatî xistine bin pirsa, pêşniyara agirbesa meydanî ya ji aliyê neyarên sûrî û pêşniyara navbeynkariya Tirkiyê ya di navbera neyaran û Rûsyê de, du aliyên cida yên siyaseta navçeyî ya Enqerê li alûgorên niha dizanin.

Xala balkêş eva ye ku her du pêşniyar li çarçoveya derketina sivîl û nexweşan ji navçeyên şêrrtêde yên Helebê raber bûne. Tevî viya rayedarên dewleta Tirkiyê bêyî berçavgirtina hemî rexneyên navxweyî û derveyî bi dû rêbazekê bona derketina ji vê xitimîna li siyaseta xwe ya navçeyî ne.

Pêvajoya ber bi zêdebûnê ya liv û tevgerên dîplomatîk ên rayedarên payebilind ên Tirkiyê û herwiha gotinên tund û tîj ên wan li astên curbicur ên navxweyî, navçeyî û navneteeyî ku parek ji neyar û rexnegir û heta rêberên welatên ewrûpî digire ber xwe, ji ber serneketina rayedarên tirk li pêşdabirina stratêjiya kivşbûyî ya siyaseta derveyî ya vî welatî li meseên navçeyî ne.