Kanûn 08, 2016 13:53 Asia/Tehran
  • Gotinên serokkomarê Tirkiyê; gefa li dijî Ewrûpayê yan sekinîna li ser şerrê dijî terorîsmê

Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, li axiftinekê li Enqerê, ji bilî pêgîriya li ser dewama şerrê di navbera hêzên dewletî û ewlehiyê yên Tirk û koma Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), dewletên ewrûpî bi palpiştiya ji vê komê re tawanbar kir.

Erdogan bal kişand ser vê yekê ku li paytextên ewrûpî bi mîlyardan dolar pere jibo alîkariya bo PKK`ê tê komkirin, Ewrûpayê pêgeh û veşartgeha terorîstan da zanîn û li ser dewama şerrê Enqerê bi hemî komên terorîst sekinî.

Berbuhuriya terorîstzanîna Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), dizivire her salên destpêkê yên nakokiya di navbera vê koma qewmî û etnîkî û dewleta Enqerê de jibo vejiyandina azadiyên civakî û siyasî yên kurdên Tirkiyê. Dema ku kurdên Tirkiyê neçar man ku bona gihîştina bi azadiyên xwe yên civakî, dijî hêzên dewletî, çekan rakin. Lê piştî bi salan şerr û pevçûna di navbera hêzên her du aliyan de, serokên Enqerê û rayedarên payebilind ên PKK`ê bona çareseriya kêşeya heyî û vejiyandina mafên kurdên Tirkiyê li hev kirin.

Nihêrîna ku li Kanûna sala 2010`an dest pê bû wekî pêvajoya aştiya jibo çareseriya pirsa kurdan hatiye zanîn. Lêbelê ev nihêrîna kêmtir ji sê saln dewam kir û li Tîrmeha 2015`an, piştî qewimîn teqîna li navenda çandî ya kurdan li bajarê Pirsûsê (Sirûçê) li parêzgeha Şanlî Ûrfayê, ne tenê hate sekinandin belki bû sedema dewreka nû ya pevçûnên di navbera hêzên dewletî û endamên Partya karkerên Krdistanê. ji bilî viya ku dewleta desthilatdar a Dad û geşepêdanê, bi saya teqîna li Pirsûsê û sûdwergirtina ji ji pêla bêewlehîtiya ji ber sekinandina gotûbêjên bi Kurdan re, karî li hilbijartina parlimanî ya sala 2015`an ser bikeve lê hevgavê van pevçûnan, hijn al û gorên navçeyî û navneteweyî jî bûn sedema dijwartirbûna helwêstên dewleta Tirkiyê dijî PKK`ê.

Ji hêla navçeyî ve belki mirov bikaribe bal bikişîne ser hevrêbûna kurdên bakûrê Sûriyê bi dewleta Şamê ya li şerrê dijî neyarên çekdar ên dewleta Sûriyê û ewên ku Enqere pişta wan digire. rewşa ku di piratîkê de dijî berjewendiyên Tirkiyê yên li danûstandin û peywendiyên navçeyî û ji wan Qeyrana Sûriyê bû. her ev yeka bû sedema girantirbûna nihêrîna serkutger a li vî welatî li bara kurdan û heta li hin navçeyên li bakûrê Iraqê.

Ji hêla navxeyî jî çalakiya siyasî ya partyên alîgirê kurdên Tirkiyê dibû sedema nîgeraniya serokên Enqerê bona birêvebirina qeyrana navxweyî û darbeya serneketî ya li Tîrmeha buhurî, di pratîk de serokê Enqerê bi awayekî rasterast tûşî qeyrana navxweyî.

Ragihandin û dirêjkirina dema rewşa awarte ya ji sibeha têkçûna darbê û rexneya civaka ewrûpî ji nihêrîna tund a dewletê bi endam û sebebkarên darbeyê, Tirkiyê bi ezmûna bijartina dijwar a parastina ewlehiya navxweyî û berçavgirtina sozên navneteweyî re rûbirû kir. Serokên enqerê, parastina ewlehiya navxweyîdi vê yekê da zanîn ku li hember endamên darbeyê û liv û tevgerên PKK`ê bisekinin  û jibo pêgîriya li ser sekinîna li hember sebebkarên darbeyê û cezakirina wan, heya bereberê bervnegirtina sozên xwe yên li hember Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û îbtalkirina cezaya îdamê, pêşda çûn. Nihêrîna ku bû sedema pêkhatina dewreka din a rexneyên civaka ewrûpî ji serokên Enqerê.

Niha axiftinên tund ên serokkomarê Tirkiyê dijî civaka ewrûpî bona sitarkirina terorîstan, berhema danûstandina neyêna ya du aliyan li peywendiyên siyasî yên li têkiliyên di navbera her du aliyan da ye ku vê carê li rexneya Erdogan ji rayedarên dewleta Almanyayê diyar bûye.

Cihanîna hin qanûnên dijwar jibo cîgirê serokê Meclisa Tirkiyê  li dema sefera wî ya bo Almanyayê, bûn sedema berteka rayedarên almanî. Erdogan li axiftineka kêmmînak xitabî rayedarên almanî, wan mazûvanên terorîstan da zanîn ku hin tivdîrên dijwar jibo taxima mêvanên ji Tirkiyê cih anîne. Serokkomarê Tirkiyê, bi axiftineka bicoş û bi helecan, behsa cihanîna karekî ya wekî rayedarên Almanyayê bi wan re kiriye ku helbet coş û kelecana wî ya di sala 2009`an a dema rexneya ji serokê Rejîma Siyonîst li Civîna Dawûsê bi bîr têxe. Rexneyên bicoş ku niha ji bîr bûne û Tirkiye û Tilavîv niha behsa danûstandina balyozan dikin û qet dûr nîne ku li demeka din hemî rexne û gefên Erdogan dijî Almanya û Yekîtiya Ewrûpayê, di rewşeka din de ji bîr bibe. Lê di vê navberê de tişta ku tu caran ji aliyê civaka Tirkiy ve nayê ji bîrkirin, lîstika bi kelecan a serokên Partya Dad û Geşepêdanê ya bi peyvan e ku li demekê dijî hevgirtiyên navxweyî yên îdêolojîk, li demekî din dijî komên etnîkî û serokên wan û li demeka din jî li gorî alogorên siyasî yên navneteweyî, dijî serokên civaka ewrûpî û yên din e.