Kanûn 07, 2016 14:01 Asia/Tehran
  • ŞIROVE - Sefera Zerîf bo Japonê; Helwêsta siyasî û aborî li çarçova berfirekirina peywendiyên Têhran û Tokyoyê

Wezîrê karên derve yê Îranê li dawîn qonaxa sefera xwe ya dewreyî bo welatên asyayî êvara sêşemiyê gihîşte Tokyoya payetxta Japonê. Zerîf berî sefera xwe ya Japonê sefera Hindustan û Çînê kir û çûyîna Tokyoyê beşa dawiyê ya sefera dewreyî ya serokê saziya dîplomasiya Îranê tê hesêb.

Wezîrê karên derve yê Îranê di dema daketina li balefirgeha Tokyoya paytexta Japonê li ser xurtkirina asta peywendî û berfirehkirina danûstandinên duyalî di navbera Îran û Japonê de pêgirî kir. Mihemed Cewad Zerîf êvara sêşemê li hevpeyivîna digel nûçegihanan li balafirgeha Tokyoyê got: Li sefera bo Japonê jî wekî sefera bo Hindustan û Çînê dê pirraniya gotûbêjan li bara xurtkriian peywendiyên duyalî yên aborî û siyasî bibin. Lewma taxima mezin a aborî pêkhatî ji kompaniyên li ser bingeha zanistê hevrêtiya Zerîf li sefera wî ya Japonê dikin. Wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemê li hevdîtina digel Îşîge serokê saziya Bazirganiya Derveyî ya Japonê nasyar bi JETRO`yê bal kişande ser ewlehî û aramiya Îranê ji bo xebitandina sermayê ji aliyê kompaniyên japonî û got: Îran li dû berfirekirina peywendiyên digel Japonê ye. Îşîgeyê serokê saziya Bazirganiya Derveyî ya Japonê jî li vê hevdîtinê got: Bi rakirina boykotan rewş ji bo zêdekirina çalakiyên ticarî û sermayexebitandina kompaniyên japonî li Îranê hatiye dabînkirin. Lê li kêleka danûstandinên aborî, mijarên siyasî, mijarên navçeyî û navneteweyî jî li sefera du rojî ya Zerîf bo Japonê tên hilêxistin û hilkolandin.

Nêrîna bo rojhilata xwedan cîgeheke taybet li siyaseya derveyî ya Îranê ye û bi qasî daxwaziya dualî peywendiyên Îranê digel van welatan  berfireh bûye ku mînaka wê peywendiyên Îran û Çînê ye.

Xuya ye ku Japon jî ji bo girîngiyeke zêde dide berfirekirina peywendiyên xwe digel Îranê û ev bawer heye ku Îran û Japon dikarin li gorî derfetên xwe yên binirx hevkariyên berfireh pêk bînin. Lê Japon li gorî welatên din ên asyayî û ewropî ji bo amadebûna li bazara Îranê çend pêngavan paşda ye. Îran û Japonê pêştir peywendiyeke baş bi hev re hebûn; Lê di heyama çend salên vê dawiyê da ji ber boykotan û hevdengiya Tokyoyê li vê pêvajoyê hin rawestan çêbûn. Hesen Rûhanî serokomarê Îranê li hevdîtina meha Îlona bihurî digel Şînzo Abê serokqwezîrê Japonê ku li kêleka Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat, got: Em amade ne ku nexşeya rê ji bo peywendiyên aborî yên duyalî ji bo deh salên din amade bikin. Dr. Rûhanî bal kişande ser lihevkirinên pêkhatî li sefera wezîrê aborê yê Îranê Elî Teyibniya, bo Tokyoyê û got: Ji bo lezandina li warê cihanîna lihevkirinên bankî hitbarî hewcedara hewildana hevpar in û pêwîst e ku bankên japonî ji bo dabînkirina hewcetiyên têkildarî danûstandinên aborî çalak bibin.

Li vê hevdîtinê, Şînzo Abê serokwezîrê Japonê jî tevî pêgiriya ser pêwîstiya berfirekirina zêdetir ji berê ya asta hevkariyên Têhran û Tokyoyê, got: Em bibiryar in ku peywendiyên aborî di navbera du welatan de bigihînin asta mimkin û li vî warî de jî hevkariyên du welatan li warê jîngeh û ewlehiya çalakiyên bi aştî yên navokî didomin.

dawîn cara ku serokwezîrekî Japonê sefera Îranê kir vedigere sala 1978`an ku Takêo Fokoda berê xwe da Îranê.

Gellek ji karzanan li ser vê bawerê ne ku ev sefer û hevdîtin gereku her çi zûtir pêk werin; Çimku berî serokwezîrê Japonê, Şî Cîn Pîng û Park Gêon Hî serokomarên Çîn û Koreya Başûr çûne Îranê.

Rojnameya japonî ya Nîkiyê demek berî viya nivîsî: Her roj dîplomat û berpirs zêdetir ji berê ji Abê dixwazin ku sefera xwe ya Îranê pêk bîne û rê nede ku Tokyo zêdetir ji viya ji hevrikên xwe yên asyayî û ewropî paşda bimîne.

Hilkolandin nîşan didin ku ji niha va serokên mezintirîn kompaniyên bazirganî, ticarî, çêkirina erebeyan û ênêrjiyê li Japonê xwe ji bo hevrêtiya digel serokwezîr Abê li sefera Îranê amade dikin.

Îran û Japonê meha Sibata îsal peymaneke sermayedanînê bi armanca piştgiriya ji hevkariyên ticarî û parastina heyitiyên şirketên xwe û alîakriya bo sermayedanîna duyalî wajo kirine.

Eva di rewşekê da ye ku şirîketên mezin ên endazyariyê yên Japonê weke kompaniya Çiyoda û Tokyoyê pêştir lêkolînên xwe li bara bazara Îranê pêk anîne û vegeriyane bazara Îranê; Du kompaniyên ku pirranî li beşên ênêrjiyê çalak in û li dû wajokirina biryarnameyin digel Îranê ji bo cihanîna planên têkildarî nift û pêtroşîmiyê ne.

Tiştê ku tekûz û xûya ye ev e ku Îran û Japon dikarin hevkariyên berfire digel hev hebin û li pey van peywendiyan, mniajrên navçeyî li warê navneteweyî jî dikarin rewşekê ji bo danûstandin û gotûbêjên hevpar ên siyasî be ku bandorê li nêzikirina peywendiyên nava welatan dike.

Bi hetim û yeqîn Îran û Japon wek du welatên girîng li parezemîna Asyayê dikarin li vî warî gellek bibandor bin. Lewma sefera Zerîf bo Japonê derfetek ji bo gotûbêja siyasî û aborî li çarçova berfirekirina peywendiyên Têhran û Tokyoyê dabîn kiriye.