Pejirandina dirêjkirina qanûna dehsalî ya boykotkirina Îranê li meclisa Sêna ya Amerîkayê
Meclisa Sêna ya Amerîkayê bi 99 dengên Erê û bêyî dengên Na, dirêjkirina qanûna dehsalî ya boykotkirina Îranê (Iran Sanctions Act (ISA) pejirand. Ev qanûna jibo cihanînê divê ji hêla serokomarê Amerîkayê va jî bê wajokirinê.
Pejirandina pêşnîyarqanûna dirêjkirina boykotên li dijî Îranê li Sênaya Amerîkayê, nîşaneke din ji helwesta bikîn a Waşîngtonê li dijî Îranê tê zanîn. Qanûna boykotkirina Îranê ku bingeha boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê tê hesêb, cara yekem di sala 1996`ê da bi armanca girtina pêşîya seramyedanîna berfire ya bîyanîyan li beşa nift û gaza Îranê hat pejirandinê û ji wê demê va carekê jî di sala 2016`an da hat dirêjkirinê. Berî vîya meclisa parlimanteran a Amerîkayê ev plana bi 419 dengên Erê li hemberî dengekî Na pejirandibû. Lê Koşka Sipî helwesteke zelal li bara kiryara ihtimalî ya Obama li hemberî pejirandina dirêjkirina qanûna boykotên li dijî Îranê li Kongira Amerîkayê nîşan nedaye. Caş Êrnêst berdevkê Koşka Sipî roja çarşemê ragihand ku Obama desthilata pêwîst jibo kifşkirina boykotên zêde li dijî Îranê di rewşa pêwîst da heye û heke ew qanûnên ku Kongire dipejirîne wajo bike, eva cara yekem nabe ku Obama qanûnên Kongirê wajo dike, qanûnên ku ewqasî jî pêwîst nebûne.
Di eynî halî da li gorî piştgirîya vebirr a Sênaya Amerîkayê ji dirêjkirina dehsalî ya boykotên li dijî Îranê, heta heke Obama jî ewê vêto bike, ew ê nikaribe nehêle ku bibe qanûn. Nemaze ku Kongira Amerîkayê vê dawîyê pêşnîyarqanûna Casta`yê tevî wêtoya Obama, bi dengwergirtina dubare bi saya zêde ji du sêyê sênatoran li Sênaya Amerîkayê ew bi awayê qanûn pejirand.
Li gorî destûra bingehîn a Amerîkayê piştî ku qanûnek ji alîyê serokomarê vî welatî va hat vêtokirinê, heke zêde ji du sêyê parlimanterên Kongirê dengê Erê bidin ibtalkirina vêtoyê, ew pêşnîyarqanûn tevî neyarîya serokomar dibe qanûn. Piştî lihevkirina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, Obama hin ferman têkildarî rawestandina boykotên têkildarî meseleya navokî ya Îranê dan lê, parlimanterên Kongira Amerîkayê pejirandina vê qanûnê ji ber parastina rêbaza zordayîna ser Îranê pêwîst dizanin. Di vê çarçovê da Mek Kanil rêberê Komarxwazên Sênayê idia kirîye ku parastina baykotan jibo girtina pêşîya berfirebûna nifûza Îranê li Rojhilata Navînê pêwîst e. Wî got ku çav li rê ye Kongira nû û delweta nû ya Amerîkayê sala tê sîyasetên giştî yên vî welatî li bara Îranê bixin ber venihêrînê.
Pejirandina dirêjkirina dema qanûna boykotên Amerîkayê li dijî Îranê, nîşana aşkira ya sersarî û nebawerîya Waşîngtonê li bara nêta xêrê ya Îranê li cihanîna rêketinama navokî ye. Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê vê dawîyê ragihand ku dirêjkirina qanûna boykotên li dijî Îranê li Amerîkayê, bi wateya pejirandin û cihanîna boykotên nû û binpêkirina aşkira ya rêketinam navokî ye. Li gorî gotina hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, heke qanûna boykotên li dijî Îranê cih were, bêguman ev kara binpêkirina rêkeitnama navokî ye û Komara Islamî ya Îranê yê li hemberî wê bertekê nîşan bide.
Di rastîyê da helwest û kiryarên amerîkîyan nîşan didin ku ew zêdetir bi dû mehne û hecetan jibo dewama zextên ser Îranê ne. Li halekî ku heta şirîkên ewropî yên Waşîngtonê jî li xwe mukur tên ku rêketinama navokî bûye sedema rabûna dilgiranîyên li bara bernama navokî ya Îranê, Waşîngton bi dû bersiva erê ya Îranê li hemberî daxwazên wê yên din ji wan bernama mûşekî, rawestandina piştgirîya idiayî ya ji têrorîsmê, meseleya mafên mirovan û herwiha nermatîya Îranê li hemberî rêjîma sexte û narewa ya Sîyonîst e. Bê guman Komara Islamî ya Îranê tu yek ji wan daxwazên Waşîngtonê qebûl nake û di eynî halî da qebûlkirina rêketinama navokî tenê pêngavek a helwest û nêta xêrê jibo çareserkirina nakokîyên di vî warî da zanîye.Çawan ku Îranê pêkutî kirîye ku heke bêsozîyên Amerîkayê yên wek boykotan bidomin, Têhranê hertim imkana wegera tam ser bernama xwe ya biaştî ya navokî heye.