Kanûn 01, 2016 19:21 Asia/Tehran
  • Berteka Sûriyê li hember destwerdanên zaf ên Tirkyê

Dewleta Sûriyê ragihand, gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Tirkiyê li ser armancên vî welatî yên ji destdirêjiya ser Sûriyê, derewên wî aşkera kir.

Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, roja sêşemiyê li civîneka li Stenbolê got, armanca hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji hebûna li axa Sûriyê, hilweşandina dewleta Bişar Esed, serokkomarê vî welatê erebî yê şerrtêde ye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), çarşemiyê ji zarê çavkaniyekê li wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand: Ev gotin bi awayekî aşkera nîşan didin ku destdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê, encama xeyal û timatiyên serokkomarê Tirkiyê ne.

Vî rayedarê sûrî berdewam kir: Ev xeyal û timatî, fikrên vî zorbêjê tundrê pêk tînin û Tirkye kirine wekî pêgehek jibo komên terorîst.

Tirkiye ji 24`ê Tebaxê va operasyona ser navê Mertala Firatê li bakûrê Sûriyê dest pê kiriye. Dewleta Tirkiyê ku li operasyona Mertala Firatê, pişta endamên koma ser navê artêşa azad a Sûriyê digire, berî niha armanca vê operasyonê şerrê dijî terorîstên DAIŞ`ê û milîtanên Kurd dabû zanîn.

Rûsya jî gotinên serokkomarê Tirkiyê yên li bara Bişar Esed, neguncav û ecêb wesif kirin.

Tişta ku diyar e helwêstên rayedarên Tirkiyê, zêdetir ji berê armancên vî welatî ji pêvajoya ber bi zêdebûnê ya xwetêkiliyên leşkerî û pîlanên siyasî, zelal kirine.

Bêşik, gotinên serokkomarê Tirkiyê vê yekê nîşan didin ku timatiyên vî welatî li axa Sûriyê, şerrê dijî terorîsmê ku heya niha ragihandiye, nine. Rayedarên Tirkiyê guherîna hikûmeta Sûriyê ku biryardayîna li ser wê li ustiyê xelkê Sûriyê ye danîbû nav destûra xebata xwe ku ev mijara zêdetir ji berê bêşermiya Tirkiyê ya li binpêkirina berfireh a desthilatdariya Sûriyê, nîşan daye.

Gotinên serokkomarê Tirkiyê herwiha careka din vê rastiyê aşkera kirine ku koka derveyî ya bûyerên Sûriyê ji ya navxweyî zêdetir e.

Gotinên propagendeyî yên Erdogan herwiha dikarin hereketek ji alîyê wî va jibo rewîna wî ji bersivdayîna têkildarî rewşa navxweyî ya vî welatî jibo raya giştî ya vî welatî bên zanîn ku xelkê Tirkîyê dibêjin encama destwerdana pirxerc a çendsalî ya Enqerê li Sûrîyê çi bûye?

Mirov dikare herwiha gotinên Erdogan cureke dildayîna bo wan têreorîstan bizane ku li bajarê Helebê ketine dorpêçîyeke giran da û tûşî nerazîbûnên berfire bûn û ketine ber têkçûna tam.

Tişta ku vebirr û bêşik e eva ye ku Tirkîyê bi destwerdanên xwe yên berfire li Sûrîyê nekarîye guhertinekê li pêvajoya işkestên xwe li warê timahkarîya ser erdên hin welatan û ên sîyasî li navçê pêk bîne û pêngav û helwestên bi vî rengî durûyane bûne sedem ku Tirkîye zêdetir nuqumî qobîya Sûrîyê bibe.