Mijdar 30, 2016 20:42 Asia/Tehran
  • HDP û CHP girtinên siyasî û Rewşa Awarte dinirxînin

Ji Tîrmeha 2015`ê ve heta niha di navbeyna artêşa Tirkiyê û çekdarên PKK`ê de şer û pevçûn didomin. Tevî vê yekê jî Rewşa Awarte û girtina siyasiyan li Tirkiyê didome. Gelo ji bo çareseriya kêşeyên bingehîn ên siyasî HDP û CHP çi pêşniyaran dikin.

Ligel dewama şerê di navbera hêzên Tirkîyê û çekdarên PKK`ê da, sepandina Rewşa Awarte, girtin û binçavkirina sîyasetmedarên Kurd jî didome. Li gorî parlamenterên CHP`ê û HDP`ê, Rewşa Awarte li Tirkiyê di warê mafên mirovan de rê li ber rûdanên neyînî vedike. Di heman demê de aboriya Tirkiyê berjêr diçe û bi polîtîkayên çewt ên deshilatê her diçe civaka Tirkiyê ji hev dûr dikeve û zor li pergala takekesiyê tê kirin. Li gorî parlementerê CHP`ê yê Enqerê Murat Emîr ji ber sedema polîtîkaya AKP`ê  ya derve têkîliya Tirkiyê ya bi welatên navdewletî re têk çûye û qeyraneke aboriyê qewimîye, loma divê pêşî li vê rûdana neyênî bê girtin.

Parlementerê CHP`ê Murat Emîr wiha got:"Niha hûn dibînin ku bi destê deshilatê hemû dam û dezgehên civakî yên muxalîf hatine girtin, çapemenî hatiye bêdengkirin. Bi van kiryaran pergala yekmirovî tê karîgerkirin. Li hemberî van kêşeyan, çareseriya mayînde ew e ku hemû sazî û partiyên muxalif bibin yek û li hemberî kiryarên deshilatê bikevin nava liv û tevgerên demokratik."

Parlementerê HDP`ê Ahmet Yildirim jî amaje kir ku niha ligel hevserokan bi dehan parlementerên wan girtî ne. Ji bo 35 şaredariyên DBP`ê jî qeyum hatine tayînkirin û bi hezaran sîyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne. Yildirim dibêje ku hikûmet naxwaze kêşeya Kurd çareser bibe, dixwaze kurdan bi temamî tasfiye bike.

Parlementerê HDP`ê Ahmet Yildirim wiha axifî:

Em ê jî heta ku ji destê me bê hewl bidin ku bi rê û rêbazeke demokratîk meseleyan çareser bikin di nava sînorên Tirkiyê de."

Herwiha CHP, ji bo ku sepandina Rewşa Awarte bi dawî bibe û dawî li girtin û binçavkirinan bê, wê di 3`yê berfanbara 2016`yan de dest bi mitîngên berfireh bike û wê li çend bajarên mezin ên Tirkiyê rêzemitîngan li dar bixe. Di heman demê de HDP`ê jî wê hem li parlamentoyê hem jî bi civînên bi gel re yê helwesta xwe ya li dijî Rewşa Awarte û girtina şaredar û parlamenteran nîşan bide.