Gengeşeya parlimana Tirkîyê li ser biryara parlimana Ewropayê têkildarî vî welatî
Li parlametoya Tirkiyê partiyên siyasî li ser biryara Parlamentoya Ewropayê, rewşa abroiyê, referandom û destûra nû rawestiyan. Serokwezîrê Tirkîyê Binelî Yildirim careke din gef li Ewropayê xwarin.
Li parlamentoya Tirkiyê yek ji mijarên ku herî zêde hate rojevê mijara berjêrçûyîna aboriya Tirkiyê û helwesta Parlamentoya Ewropayê bû. Di heman demê de pakêta destûrê ya ku ji bo pergala serokatiyê pêşkêş MHP`ê hatibû kirinê, hat hilkolandin.
Serokwezîr Tirkîyê Bînalî Yildirim beriya komcivînê ragihand ku ew ê di demek kin de bi Baxçelî re li ser destûrê careke din bicivin û biaxivin. Yildirim li ser rexneyên têkildarî rewşa aboriyê jî diyar ku bihaya dolar ne tenê li Tirkiyê li hemû dinyayê bilind dibe. Yildirim ew kesên ku hikûmetê di warê aboriyê de jî rexne dikin wek endamê rêxistina Fettullah Gulen sucdar kirin.
Sewrokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu jî ragihand ku li aliyekî serokwezîr li aliyê din jî serokkomar dixwazin ku bi gefan aboriyê birêve bibin. Berî niha Yildirim gef li bankayan xwarin niha jî Erdogan ji bo faîzê gefan li bankaya navendî dike. Desthilat, Tirkiyê ji Ewropayê dûr dixe û nizanin welêt birêve bibin.
Serokê Giştî yê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu wiha axifî:
"Tirkiye welatekî bi şaristanîyet e. Me got pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê heye, lê AKP`ê got na em ê herin Şanghayê. Ev desthilat polîtîkaya derve nizane, aboriyê nizane, ew nizanin vî welatî birêve bibin. Ji her serî dengek derdikeve.
Berdevkê HDP`ê Ahyan Bîlgen jî di komcivînê de ragihand ku Erdogan bi zanebûn ji bo roja sêşemiyê ji xwe re bernameyan derdixe. Dema serokwezîr diaxivî bi lezgîni hemû çapameniya Tirkiyê berê xwe da Erdogan. Bîlgen îdia kir ku Erdogan civîna komeke paralel saz dike.
Berdevkê HDP`ê Ayhan Bîlgen wiha anî zimên:
"Haya parlamenterên AKP`ê jî ji naveroka wê pakêta destûrê ku bi MHP`ê re ser diaxivin tineye. Tu aliyekî vê xebata destûrê meşrû nîn e. Me bi biryarên Rewşa Awarte ditirsînin. Yanî dibêjin dema referandom nebe wê Rewşa Awarte berdewam bike. Lê wê gel serî li hemberî van gefan netewîne. Hûnê bibinin."
Serokê Giştî yê MHP`ê Dewlet Baxçelî jî diyar kir ku madem Parlametoya Ewropayê dardekirinê naxwaze û wek sedema birîna têkîliyan dibîne, bila di zûtirîn demê de AKP`ê wê pêşniyarnameya derbarê yaseya dardekrinê de bîne parlamentoyê. Baxaçelî li ser xebata têkildarî destûrê jî ragihand ku ji bilî çend kêşeyan, gellek gavên giring hatin avêtin. Di demek kin de jî wê ev xebat bigihîje ber destê komîsyonê. Li ser vê mijarê jî ew ê di demeke kin de ligel serokwezîr hevdîtinekê pêk bînin.