Hişiyariya Pûtîn bo welatên rojavayî li bara bikaranîna têrorîsmê wek darê destan
Vladîmîr Pûtîn serokoamrê Rûsiyê tevî rtexneya ji behrewergirtina ji têrorîsmê wek darê destan ji aliyê welatên rojavayî va destnîşan kir ku welatên rojavayî têrorîstan ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe bi kar tînin ev lîstokek bixeter e ku gellek pirsgirêk pêk anîne.
Li gorî gotina Pûtîn hîn bereya yekîneya cîhanî ya şerê dijî têrorîsmê nehatiye damezirandin û ewên ku bi komên radîkal û tundrew ra dilîzin hertim derdayî ne; Çimku têrorîst li ser ti soz û qirarekê nînin û kes nikare baweriya xwe bi wan re bîne.
Gotinên vê dawiyê yên serokomarê Rûsiyê li bara siyasetên nemirovane û neqanûnî yên welatên rojavayî li hemberî têrorîsmê û parvekirina wan ser du çiqên têrorîsma baş û têrorîsma nebaş, nîşana girîngî û hestiyariya şerê dijî têrorîsma tekfîrî ji bo rayedarên Moskoyê ye. Rûsiye demeke dirêj e ku mijûlî şer û têkoşîna li hemberî kesên tundrew û fanatîk li nava vî welatî bi taybet li devera Qefqaza Bakur e. Li gorî gotina rayedarên ewlehiyê yên Rûsiyê, çend hezar kes ji welatiyên Rûsiyê endamê komên têrorîst û tekfîrî wek DAIŞ û Cebheya Nusreyê ne û vegeriyana wan bûye kabûsek ji bo rayedarên ewlehiyê yên Rûsiyê. Tundrewên ku tevlî komên tekfîrî û têriorîst bûne ji bilî engîzeyên îdolojîk kesên xwedana hîndekarî û perwerdehiyên cengî ne û loma vegeriyana wan ne tenê gefên ewlehiyê ji bo Rûsiyê belki ji bo welatên ewropî û Amerîkayê jî pêk tînin. Bi nêrîna Pûtîn yek ji egerên girîng ên xetera ewlehiyê ya têrorîstên tekfîrî ev e ku êrîşên têrorîstî salên vê dawiyê ji wan li Fransa û Amerîkayê nîşan da ku têrorîstan hewcetiya xwe bi navendeke fermanberiyê tunînin û bi tenê jî dikarin dest bi tevgerê bikin.
Pûtîn ji dema destpêkirina opêrasiyona çekdariya Rûsiyê li Sûriyê di Îlona 2015`an bi caran ji siyasetên welatên rojavayî li bara têriorîsmê bi taybet xwedûrkirina ji têkoşîna bibandor û cidî li hemberî komên têrorîst û zêdegav rexne kiriye. Wisa ku êrîşên têrorîstî yên Mijdara 2015`an li Parîsê û Adara 2016`an li Brukselê û êrîşa meha Kanûna 2015`an li Kalîfortnyayê nîşan da ku têrorîsm gefeke cidî ye li dijî ewlehiya Ewropa û Amerîkayê.
Di rastiyê da gefên têrorîsmê pêkhatî ji tundrewî û zêdegaviyê ber bi zêdebûn û berfirehiyê ne. Lewma Pûtîn wek serokomarê welatekî Ewrasiyayî li bara xetera têrorîsmê hişiyarî daye û ji welatên cîhanê xwestiye ku li hemberî vê diyardeyê bisekinin. Serokomarê Rûsiyê her wiha ji piştgiriya welatên rojavayî ji têrorîstên dijebrê dewleta Sûriyê rexne kiriye. Pûtîn gotiye ku li Sûriyê wealtên rojavayî li dijî têrorîsmê şer nakin. Di rastiyê da welatên rojavayî û hevpeymanên wan ên ereb hevrê digel Tirkiyê dewsa şerê dijî têrorîsma tekfîrî ji bo pêşdabirina berjewneidyên xwe û bidestxistina armancên ku dixwazin ev kom pûerwerde kirin û di encamê da van koman karîn tevî dabînkirina hêzeke berbiçav hin opêrasiyonan pêk bînin ku pêştir ji wê nedihat sêwirandin. Yekem pêngava erasteqîn ji bo têkoşîna li hemberî zêdegavî û têrorîsma pêkhatî ji wê hevdengiya hemî welatên cîhanê ji bo gefzanîna zêdegvaî û tundrêtî û têrorîsmê û pêngavkirina komkî ji bo sekinîna li hemberî wê ye. Tevî viya heta wê demê ku hinek ji welatan berjewendî ûqazancên xwe girêdayî bi mayîn û berfirekirina zêdegaviya têrorîstî dizanin, divê em li benda qewimîna bûyerên têrorîstî li cî û deverên cûrbicûr ên cîhanê bin.