Dengvedana berfireh a sefera wezîrê karên derve yê Tirkiyê bo Îranê
Sefera duh ya taxima payebilind a Tirkiyê ya bi serokatiya Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê bo Têhranê ku ji pêş ve nehatibû ragihandin û hevdîtina wî ya bi serokê Komara Îslamî ya Îranê û hevtayê wî yê îranî, li medyaya Tirkiyê bi awayekî berfireh deng veda.
Li gorî rapora IRNA`yê, medya Tirkiyê, sefera nişkêveyî ya Çawûşoglû ligel Hakan Fîdan, serokê Saziya Istixbarat a Tirkiyê (MIT) bo Têhranê, têkildarê alûgorên vê dawiyê yên li bakûrê Sûriyê û êrişa ser hêzên Tirkiyê yên li derdora El Babê, nirxandin.
Ev medya bal kişand ser du axiftinên bi riya têlêfonê yên Receb Teyîb Erdogan, serokê Komara Tirkiyê bi Vlademîr Pûtîn, serokkomarê Rûsyê yên ku piştî 26 saetan bi dû vê êrişê pêk hatin û sefera hevgav a taxima payebilinb a Tirkiyê bo Têhranê, van kiryaran wekî hewldanên dîplomatîk ên Enqerê bi dû alûgorên nû yên li bakûrê Sûriyê yên têkildarê operasyona Mertala Firatê nirxandine.
Erkantiya qumandetiya artêşa Tirkiyê bi dû vê êrişê ku di encama wê de çar leşkerên vê welatî hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn, ragihand, ew êrişa ji aliyê balafirên cengî yên Sûriyê ve cih hatine.
Ev êrişa bi dû vê yekê wê pêk were ku Tirkiye bi ragihandina dorpêça El Babê diyar kiriye ku bi paqijkirina vê bajarê stratêjîk ji endamên DAIŞ`ê, wê ber bi bajarê Minbicê va here û wê endamên PYD/ YPG`ê ji wê nevçeyê derxîne. Li halekê ku medya ser bi tevgera sereke ya li Tirkiyê, nûçeya sefera taxima payebilind a Tirkiyê bi hin raporên wekî hev ên li gorî nûçeya IRNA`yê ya ji hevdîtinên Çawûşoglû yên bi Ruhanî û Zerîf, bi caran li bûltenên xwe yên nûçeyan weşandin, hin medya jî ku bi cureyekê nûneratiya hin komên neyar ên li Tirkiyê dikin û yan jî îdia dikin ku ji hêla siyasî ve girêdaiyê ti partiyekî ninin, bi raberkirina hin îdiayan li ser hegerên vê sefera nişkêveyî, hin nûçe û rapor weşandin.
Malpera nûçe û analîzên ser navê Internet Xeber`ê ser navê Vexwendina Îranê bo Tirkiyê, nivîsiye ku: Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê li hevdîtina bi Çawûşoglû re gotiye: Divê jibo damezirandina aramî û ewlehiya li Sûriye û Iraqê, Îran û Tirkiye zêdetir bi hev re hevkariyê bikin.
Li gorî nivîsara vê malpera nûçeyan, Ruhanî destnîşan kiriye ku hevkariya du hêzên mezin ên navçê, wê destê hêzên dervenavçeyî li birêvebirina qeyranên navçê, kurt bike.
Malpera nûçeyan a Awa TV`yê jî li ser navê hevdîtina bi şîfreya veşartî li saet 04:00`an a sibeha duh nivîsiye: Hevgavê zêdebûna kêşeya li Sûriyê, Çawûşoglû ligel Hakan Fîdan, bi awayekî nişkêveyî seredana Îranê kir. Ev malpera nûçeyan ji zarê hejmara roja yekşemiyê ya rojnama Aydinlikê nivîsiye: Sefera taxima payebilind a Tirkiyê, bi dû hevdîtina li sefareta Îranê li Enqerê ya bi Şîfreya Lezgîn pêk hatiye.