Mijdar 24, 2016 19:38 Asia/Tehran
  • Sê-yekek ji zarokên guhestî ji kempa daristana Kalê ya Fransayê wenda bûne

Penaber bitaybet penaberên zarok tim di rewşeke bê ewleh û dijwar li piştî sînoran û li gelek ji welatên ewrûpî jiyan dikin.

 Li gorî raporên herî nû, nêzîkî  sê-yekek (1/3) zarokên  penaber ku li kempa  daristana  Kalê ya Fransayê hatibûn bicih kirin piştî têkbirian vê kempê li Cotmehê bêserûşûn bûne.

 Navenda xêrxwaziyê ya xizmetên awareyên ciwan ragihand ku nikarin cihê jiyana sê-yekek ji 179 zarokên peanber ku wextekê li vê kempê bûn peyda bikin.

 Bin Toten damezrênerê vê navenda xêrxwaziyê hişyarî da ku zarokên wendabûyî renge ketibin destê qaçaxçiyan.

 Piraniya  penaberan ji ber hegerên curbicur mîna şêr û şîdetê li navçê neçar mane koçber bibin û eva demek e ku li welatên ewrûpî  di rewşeke xirab de jiyan dikin.  Piraniya wan di kempan û pir ji wan jî li pişt sînoran  îmkanat û ewlehiya canê wan  pir kêm e. Eva li halekê ye ku  jibo gihêştina  bo pişt sînorên Ewrûpayê riyeke  pir dijwar û bitalûke derbas kirine. 

Herçend  welatên ewrûpî ji destpêka qeyrana ji rû ve wer nîşan dane ku bona însaniyetê mirovheziyê dixebitin, lê tenê bi sloganan piştgirî dane peanberan . Bi zêdebûna  pêvajoya penaxwaziyê û  zêdebûna  pirsgirlkên aborî û siaysî nav Ewrûpayê heta ev slogan jî kêmtir tê bihîstin.

 Piraniya dewletên ewrûpî yên mîna Almanya û Fransayê ku îdiaya  wergirtina koçberan dikirin ji ber rewşa  navxweyî û nêzîkbûna dema hilbijartinê û hevrikiyên  partiyan eşkere ji siaysetên li dijî penaberan piştgiriyê dikin. li dewama vê guhertina helwêsta wan li bara penaberan, meha derbasbûyî dewleta Fransayê kempa herî mezin a peanberan li bajarê Kalê girêda û ew kavil kir.  Dewleta Fransayê jî bin zexta raya giştî ragihand ku  penaberan dişîne kempên din û zarokan jî dişîne  Brîtanyayê lê niha  bi derbasbûa  mehekê çarenivîsa gelek ji zarokan  nediyar e.

 Midehek berî niha rojnama Times a Brîtanyayê li bara  bernama nû ya dewleta vî welatî derheq pêkanîna berbendên nû jibo wergirtina bi sedan zarok û nûciwanên penaber ên bê kes û kar ku pêştir soza jiyaneka nû ji wan re  li vî welatî hatibû dayînê agahî da. Niha çarenivîsa van zarokan ku bi hêviya  çûyîna  bo Inglîzê li vê kempê bicih bibûn bûye  pirsgirkeka siaysî jibo Londonê. rayedarên mezhebî, komên berevanê mafên penaberan û partiyên dijberê dewleta Brîtanyayê dewleta vî welatî bi sersariay li hember van zarokan tawanbar kirine.. Eva li halekê ye ku  bandên  qaçaxa mirovan li vê navçê xebateke berfireh hene. Piraniya  van grûpana  bi qaçaxa  zarokan bo navçên  cîhanê diraveke  zav bi dest têxîn û piraniya wan jî bi firotina  endamên beden û van zarokan ticaretê dikin.