Mijdar 23, 2016 18:03 Asia/Tehran
  • Derdûdorên rojavayî  dereng mukir hatin ku DAIŞ`ê çekên kîmyayî xebitandiye

Navenda emerîkî ya lêkolînên li bara terorîstên DAIŞ`ê nasiyar bi IHS`ê ragihand ku endamên DAIŞ`ê ji sala 2014`an zêdetir ji 71 caran li Iraq û Sûriyê çekên kîmyayayî bi kar anîne.

Li rapora navenda IHS`ê hatiye ragihandin ku endamên DAIŞ`ê 52 caran li Iraq û Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne û 19 caran jî bikaranîna  çekên kîmyayî li derdora bajarê Mûsilê li Iraqê hatiye tomarkirin.

Sergeyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî li bara hilkolandina şandina serbixwe ya nimûna  madên kîmyayî yên ku terorîstan li Helebê bikar anîne bo Rêxistina Qedexetiya Belavkirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li Lahê agahî da.

 Wezîrê karên derev yê Rûsiyê herwiha da zanînê  mixabin berpirsên vê rêxistinê ji ber  fukarên ewlehiyê û zextên hevkarên me li welatên rojavayê ev kara nekirine.Nimûneyên kombûyî mirov xatircem dikin ku madên  kîmyayî ji aliyê terorîstan li Helebê hatine bikaranîn.

Weşandina rapora derûdorên rojavayî bityabet  derûdorên emerîkî li bara bikaranîna  çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞ`ê ji sala 2014`an  nîşan dide ku  ev derûdor û dewletên wan haje  êriş û cinayetên  berfireh ên terorîstan hebûne û bi bêdengiya xwe û pergalkirina  van terorîstan bi çekên kîmyayaî rê jibo dewama cinayetên wan xweş kirin.

Li vê midehê derûdorên  rojavayî bi bêdengiya xwe xwestine ku cinayetên DAIŞ`ê ji wan cinayeta têrorîstan derheq bikaranîna  çekên kîmyayî binuximînin û wextekê dest bi weşandina raporan li vê barê kirine ku bi eşkerekirinên medyayan îmkana  weşartina cinayetên kîmyayî yên DAIŞ`ê nemaye.

Armanca  grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji bikaranîna  berfireh a çekên kîmyayî girtina  pêşiya şikesta wan  a tam û herwiha pêkanîna  tirs û xofa zêdetir nav  welatiyên  sûrî û iraqî ye ku wan neçar bike li hember timakariyên wan  teslîm bibin.

Derûdorên hiqûqî tevî rexneya ji neyarên çekdar ên çalak li Sûriyê û Iraqê tekez dikin ku  ev kom li warê cinayetên şêr tam azadiya wan heye û qet nayên şopandinê.

Xala giring eva ye ku terorîst jibo xalifandina raya giştî ji kiryarên xwe derheq bikartanîna  çekên kokujiyê bi piştiriya  welatên rojava  û hevpeymanên wan ên erebî dixwezin ku  tevî cinayetên li dijî mirovahiyê li Sûriyê van cinayetan li dewleta  Şamê ve girêdin. dewama cinayet û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê grûpên terorîstî bitaybet DAIŞê li Sûriye û Iraqê peywendiyeke biwate heye bi siayseta  nezelal a rojavayê li hember qeyrana  van du welatan.

 Li vê navberê dewleta Sûriyê li halekê li warê binpêkirina mafên mirovan dikeve ber êrişa  komploya  rojava  ku li çarçêva  biryarnama  2118`an  a Konseya  Ewlehiyê madên  kîmyayî yên  Sûriyê raberî Rêxistina  qedexetiya  çekên kîmyayî hatiyekirin li vî warî hevkariya kêrhatî hebûye û ev  meseleyek e ku  civakên  hiqûqî jî ev xistine rojavê.

 Eva li halekê ye  ku  dewleta Sûriyê li gorî sekinîna  ser xala  zelalbûnê tam bi hemî xwestekên  lêkolînê re ku ji sala 2014`an  heya niha destpê bûne hevkarî kir û hêsankariyên  pêdivî jibo cihanîna  lêkolînên zelal û bingehîn  raber kir. Eva li halekê ye ku  bi bikaranîna  berdewam a çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞ`ê û grûpên  din ên terorîstî li operasyonên cengê,  talûka  terorîzma  kîmyayî pir cidî bûye û  ev meseleya berûlayeke berfirehtir û navneteweyî girtiye ber xwe.

Lê li hemî vê midehê welatên rojava  bêdeng man. Bêguman rawestana li hember pirsgirêkeka wisa  divê bi peymaneke  cîhanî cih were her cure  sersarî û sisitiya  li vê barê dibe sedem ku  dûhatên wê ne tenê li Sûriye û Iraqê belkî bipeke  cîhanê jî û talûgçke û gefên wê pêsîrê piştgirên terorîzmê jî bigre û ev meseleya  raya giştî ya rojavayê xistiye nav fukaran.