Mijdar 22, 2016 19:18 Asia/Tehran
  • Serketina operasyona azadkirina Mûsilê li mêhwera rojava

Bi despêbûna qonaxa çaran a operasyona azadkirina Mûsilê, hêzên gelanî yên Iraqê karîn ku çend gundan li rojava vî welatî ji destê DAIŞ`ê azad bikin û niha xeleka dorpêçkirina DAIŞê li navenda Teleferê tengtir bûye.

 Berdevkê hêzên gelanî yên Iraqê Ehmed El-Esedî got ku hêzên gelanî bi beşdariya hêzên artêşa vî welatî jibo azadkirina tam a navçên bin kontrola terorîstan li parêzgeha Neynewayê hereketa xwe destpê kirine û dê bi zûtirkê bajarê Teleferê li rojava Mûsilê tam ji destê DAIŞê tê azadkirin.

 Wezareta  berevaniyê ya Iraqê ragihand ku hêza hewayî ya vî welatî depoya herî mezin a çekên terorîstên DAIŞê li bajarê Teleferê îmha kir ku bi bimbebarana vê depoya çekan, derbeyeke  giran li terorîstan ket.

Jibo Iraqê kontrola bajarê Teleferê pir giring e çimkî bajarê Teleferê bajarê herî giring jibo peywendiya navbera Mûsil û Sûriyê ye.

 Bi pêşdeçûna  hêzên iraqî nav navenda Mûsilê û tengavtirbûna  helîqa dorpêça terorîstan endamên DAIŞê bi riyên curbicur û ji riya kesên ser bi xwe li dû mudaxila li teşkîlatên  îstixbaratî yên Iraqê û rawestandina  vê operasyonê ne.

 li vê çavçêvê ajansa nûçan a Brasayê ragihand ku Esîl El-Nuceyfî birayrê Usame  Nceyfî serokê berê yê meclîsa nuneran a Iraqê ku ji Nîsana 2009 heya Gulana 2015-an waliyê Neynewayê bû bi sîxorên xwe yên nav artêşa Iraqê hin lêzanînên  eskerî û ewlehiyê yên vî welatî datîna ber destê terorîstên  DAIŞê.

 Di eynî demê de DAIŞê jibo girtina pêşiya  azadkirina  bajarê Teleferê li rojava  Mûsilê dest bi xirakirina  rûmeta  hêzên gelanî yên Iraqê kiriye.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Eyn Iraqê, Nehle El-Hebabî nunerê parêzgeha Neynewayê li parlemana  Iraqê roja sêşemiyê ragihand ku DAIŞê  jibo ku nehêle  Heşdê şebî derbasî nav bajarê Tileferê bibin û vî bajarî azad bikin li dijî van hêzana  hin dengo xistine rojevê.

El-Hebabî got ku  DAIŞî xelkê Teleferê ji hêzên gelanî ditirsînin lê gel bixwe kêfxweş in ku ev hêz nêzîkî bajarê wna bûne jiber ku  xelkê bajarê Teleferê ser vê bawerê ne ku  hêzên gelanî yên Iraqê dê vî bjarê ji destê DAIŞê azad bikin.

 Ebûmehdî El-Muhendis alîkarê fermandê hêzên gelanî yên Iraqê jî xelkê bajarê Teleferê xatircem kir ku hêzên gelanî dê bi zûtirkê awareyên iraqî vegerînin  navçên xwe û dê Telefer û navçên  bin dagirkeriya DAIŞê li Mûsilê azad bikin .

 NY li raporekê ragihand  zêde ji 68 hezar kes ji xelkê bajarê Mûsilê ji dema destpêbûna  operasyona azadkirina  vî bajarî ji destê DAIŞê aware bûne.

 Operasyona azadkirina Mûsilê ji mehek berî niha ve û ji çend mêhweran destpê bû û hêzên gelanî yên Iraqê bi hevkariya artêşê û pêşmergên kurd bi dehna gund ji destê DAIŞê azad kirin û li hin mêhweran li navenda bajarê Mûsilê nêzîk bûn.