Mijdar 22, 2016 15:59 Asia/Tehran
  • Zêdebûna nerazîbûnan li Emerîkayê

Saziya hilkolandina bîr û rayan a Galopê ragihand asta nerazîbûan li Emerîkayê zêde bûye.

 Li gorî lêkolînên saziya  Galopê, sedî 73 yê welatiyên  emerîkî ji ber buyerên ku  di welatê wan de diqewime, nerazî ne. Ev bîlançoya pêka meha derbasbûyî sedî 10 zêde bûye. Her wiha  ev bîlançoya nîşan dide ku  ji nav her 10 emerîkiyan, kêmtir ji 3 kesan ji rewşa  navxweyî ya Emerîkayê razî ne. Beriya lidarxistina  hilbijartinên serokomariya Emerîkayê li 8 Mijdara  îsal, asta  rizayeta giştî ya  xelkê vî welatî gihêştibû  sedî 37ê ku asta razîbûna herî zêde li deheka buhurî nîşan dide . Lê piştî biserketina  Donald Trump li hilbiajrtinên serokkomariya  Emerîkayê ev amara pir kêm bû.

 Helbet nerazîbûna li Emerîkayê seratir ji encamên  hilbijartinên serokomariya îsal e. Rewşa xirab a aborî, bitaybet li warê pêkanîna  şuxil û karên nû û nigeraniya  ji ber jidestçûyîna  kar û şuxil ser nerazîbûna  berê ya xelkê Emerîkayê tasîr kiriye.  Herçend ku  amarên fermî bêkariya  nêzîkî sedî 5  a xelkê Emerîkayê nîşan dide, lê lêkolînên serbixwe texmîn dikin ku ev reqema  du beramber jî bibe.  Tevî ku dabeşkirina nemaqûl a bêkariyê li Emerîkayê û navbera jin û mêran, ciwan û navsal û çermsipî û çermrengînan ev nerazîtiya gurtir kiriye.

Her wiha piştî derketina pirsgirêkên  aborî yên dewleta federal û dewletên  eyaletî li Emerîkayê praniya bernamên  rifahî yên mîna  dayîna sîgortên  bêkariyê, dabînkirina sîgorteyên  dermankirinê yên erzan, belavkirina  kopênên  xwarekê û dabînkirina deynên  xwendekaran ên  kêmsûd bûne sedema  zexta  zêde ser çîn û qatên  xizan ên Emerîkayê. Van kesana  jî rastî pirsgirêka  bêkarî û giranbûna  xercên  jiyanê  hatine û him jî divê dûhatên  kêmbûna  bernameyên  tenahiyê yên  dewletê tamûl bikin.

 Xêncî pirsgirêkên  aborî û jiyanê civaka Emerîkayê rastî nerazîbûnên  civakî jî hatiye.  

 Xêncî pirsgirêkên aborî û pirsgirêkên jiyanê, civaka Emerîkayê rastî nerazîbûnên  civakî jî hatiye. Li salên buhurî asta berxwedaniya nijadî li Emerîkayê kêm bûye. Ji aliyekê ve çermsipî nigeranê serdestiya çermrengînan û koçberan  ser jiyana siyasî – aborî ya Emerîkayê ne û ji aliyê din ve rengînpûst û koçber ji reftarên  nijadperestane  pir kerine fukaran.

Li vê navberê gullevaêtina  erkdarên polîsê Emerîkayê ser ciwanên  reşpost nerzîtiyên  nijadî li vî welatî zêde kiriye. Ev meseleya  li kêleka  mijarên aborî xeyala  emerîkî ji nav biriye.

 Li vê navberê  jî nêkêrhatîbûn û lawaziya  sîstima  siyasî li çareserkirina pirsgirêkên civakî û her wiha  kêşeyên eşkere navbera  siyasetvan û çavkaniyên li Emerîkayê bûye sedema  nerazîtiyan li vî welatî.

 Ev nerazîtiya  ewqas berfireh bû ku  piraniya  welatiyên bêdeng ên  Emerîkayê li hilbijartinên  serokkomariyê ya îsal çûn ser sindûqên dengdanê û dengê xwe dan  kesekî ku  nijaraya  sunetî û nertîta siaysî  û aborî ya vî welatî bi tundî rexne kiribû.

 Donald Trump berbijarê komarîxwaz bi berçavgirtina  pêla nerazîtiya tund  li hilbijartinan bi ser ket ku bikaribe guhertinên  bingehîn li Emerîkayê çê bike.

 Helbet ev ghilbijartinê û encamên wê neraîtiyên  berê zêde kirine.

 Komeke berfireh  ji xelkê Emerîkayê ji ber soz û qirarên ku  Trump li hevrikiyên  hilbijartinên  xistine rojevê ketine fukaran ji wan derxistina koçberên neqanûnî û qedexetiya  çûyîna  misilmanan nav axa Emertîkayê û di eynî demê de serketina dubare  ya serokomarekî bi dengê kêmîna xelkê Emerîkayê nerazîbûnên li hember sîstema  hilbijartinê ya vî welatî zêde kiriye.