Berteka Sûriyê li hember plana D ya Mîstora jibo otonomiya rojhilata Helebê
Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir plana nunerê NY li karûbarên vî welatî jibo otonomiya rojhilata Helebê nayê qebûlkirin.
Welîd Mielim wezîrê karên derve yê Sûriyê roja yekşemiyê piştî hevdîtina bi Stefan Dî Mîstora nunerê NY li karûbarên vî welatî li Şamê li civîna rojnamevaniyê got: Dî Mîstora tu pêngaveke berbiçav jibo destpêkirina muzakirên aşitiyê yên Sûriyê ranekiriye û demek jibo van muzakiran ranegihand.
Welîd El-Muelim bal kişand ser rola NY li çareserkirina qeyrana Sûriyê û destnîşan kir: Dewleta Sûriyê ji her civînekê ku dûr ji mudaxila biyaniyan be pêşewaziyê dike çi ev civîna li Sûriyê be û çi ji li Jinêvê.
Welîd Muelim got her wexta ku terorîst û keşên çekdar bixwezin ji Helebê derkevin dewleta Sûriyê cihekê ji wan re dabîn dike û dewleta Sûriyê heya niha sê mecal jibo agirbesê û derketina xelkê ji rojhilata Helebê pêk aniye.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir: Li halekê ku 275 hezar welatiyên sûrî li rojhilata Helebê ji aliyê grûpên terorîstî de dîl hatine girtin, erka dewleta Sûriyê ye ku welatiyên xwe biparêze.
Helwestên bi xerez û di eynî demê de newekhev ên Dê Mîstora cardinê bala raya giştî kişande ser kiryara nesadiqane ya nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li bara Sûriyê û hevrêtiya wî tev planên cidaxawziyê yên dijminên Sûriyê. Neyarên dewleta Sûriyê tevî şikestên li dû hev li hember hêzên artêşê û gelanî yên Sûriyê bi rêçarên bi aşitî yên raberbûyî ji aliyê dewleta Sûriyê û civakên navneteweyî hevrê nînin û dixwezin ku ji gelê Sûriyê bêş û bertîla bistînin.
Di rewşeke wiha de hevalbendiya neteweyî ya neyarên sûrî hin şer jibo qebûlkirina planekê ragihandine ku şandiyê NY bo Sûriyê midehek berî niha jibo agirbesa li Helebê jibo destpêkirina pêvajoya muzakirên siyasî raber kiriye. Hevalbendiya neyarên dewleta Sûriyê bi caran tekez kirine ku plana rê bo van kiryaran dive pêkanîna navçên qaşo ewleh li hin beşên navçên Sûriyê bigre ber xwe bi curekê ku hizûra hêzên dewletî û gelanî yên Sûriyê û her cure hêz û kelûmelên wan li van navçana qedexe be.
Eva li halekê ye ku Dî Mîstora jî hin plan li kemilandina planên terorîstan li bara Sûriyê jibo kêmkirina serweriya Sûriyê li hin beşîn Sûriyê rapor dike ku destpêkek jibo hilweşandina vî welatî tê hesabê.
Ev liv û tevger berûlayên bitalûke û lihevaliyayî yên komployên li dijî serweriya neteweyî ya Sûriyê nîşan dide. Tevî kiryareke wisa Dê Mîstora behsa hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê dike bi curekê ku eşkere piştî hevdîtina teV Welîd Muelim li Sûriyê ragihand ku ez rêzê li ev xala bingehîn digrim k utu kes çi li nav û çi li dervey NY nabe nabe serweriya neteweyî ya Sûriyê binpê bike.
Gotinên newekhev ên Dî Mîstora li çarçowa alûgurên Sûriyê li mehên bihurî tê nirxandinê. Piştî şikestên terorîstan li Sûriyê bitaybet li navça Helebê û kiryarên dewleta Sûriyê jibo cihanîna operasyona dawiyê ya paqijkirina tam a Helebê û kiryarên dewleta Sûriyê jibo cihanîna operasyona dawiyê ya paqijkirina vê navçê treorîst û alîgirên wan pir dilgiran kiriye.
Di rewşeke wiha de alîgirên terorîstan bi şêwazên curbicur dixwezin ku vê operasyonê paşde bêxin û mecalekê peyda bikin ku terorîst hinekî bipergal bibin û ji riyên siyasî ji wan NY dixwsezin rewşê jibo bipêşdebirina armanên xwe li Sûriyê xweş bikin.