Bersiva nivîsgeha serokwezîrê Iraqê li hember xeyala Barzanî
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê li berteka li hember gotinên Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir ku tu hevhatineke nû tev Kurdistana Iraqê li bara navçên azadbûyî li parêzgeha Neynewayê ji destê DAIŞ`ê cih nehatiye.
Nivîsgeha Ebadî serokwezîrê Iraqê roja pênşemiyê li daxûyaniyekê tekez kir ku hevhatina berê ya Bexdayê tev Hewlêrê nayê guhertin û li gorî vê hevhatinê hêzên pêşmerge yên kurd ji navçên ku li operasyona azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê paqij dikin piştî azadkirina tam a Mûsilê divê paşde vekişyên.
Li gorî daxûyaniya nivîsgeha serokwezîrê Iraqê hêzên pêşmerge li gorî hevhatina berê divê vegerin cihên berî destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê. Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iarqê roja çarşemiyê li seredana bajarê Başîqê ku vê dawiyê ji destê DAIŞ`ê hat azadkirin got ku kurd ji navçên ku vê dawiyê ji destê DAIŞ`ê hatine azadkirin venakişin. Barzanî li helwesteke bihellahella îdia kir ku bi emerîkiyan ra li hev kiriye ku hêzên pêşmergê li navçên ku li operasyona azadkirina Mûsilê azad kirine, bimînin.
Beriya destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê li 17 Cotmeha 2016`an Mesûd Barzanî sefera Bexdayê kir û li bara hin meselan ji wan vê operasyonê tev Ebadî gotûbêj kir û dawîyê li medyayan hat ragihandin ku her du alîyan li hev kirine. Ev sefera li qonaxeke hestyar cih hat û wê rêk û pêkiya siyasî li civaka Iraqê nîşan da.
Ev rêkûpêkiya siyasî û parvekirina kar li pêşdebirina operasyona azadkirina Mûsil ev însiyatîva da iraqiyan ku operasyona azadkirina Mûsilê bêyî mudaxila biyaniyan destpê bibe.
Mehek ser destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê bi serketin derbas dibe û azadkirina balefirgeha eskerî ya bajarê Tileferê roja çarşemiyê destkevta herî teze ya vê operasyonê ye. Bajarê Til Eferê ji ber rewşa stratejîk roleke giring li pêşeroja DAIŞ`ê li Mûsilê heye. Ev bajêra riya locstîk jibo DAIŞ`ê ji wan şandina çek û sîlehan û şandina hêzan ji Sûriyê ye.
Nihêrîna ser operasyona azadkirina Mûsilê ser xêr û kara iraqiyan e û her roja agirekî fitna DAIŞ`ê li Mûsilê tê vemirandin lê Mesûd Barzanî bi helwesta xwe ya bihellahella li meydana dijminên Iraqê dilîze. Emerîka û hin aliyên navçeyî ku ji serketina operasyona Mûsilê kêfxweş nînin li dû derftekê ne ku bighêjin armancên xwe û helwestên nemaqûl ên Barzanî ji wan derfetan e.
Berfirehkirin, avedankirin û garantîkirina ewlehiya mayînde li Iraqê maye ser parastina yekperçetiya erdê vî welatî û neku Iraqê rûyê aramiyê nabîne. Hilweşandina welatên rojava Asiyayê bi dewletên biçûk plana aktorên derveyî navçê bûye û armanca wan dewama şêr û hemberkirina welatên navçê ye.
Di rewşeke wisa de Mesûd Barzanî ber bi riyekê ve diçe ku ser sûda dijminên Iraqê ye. Xeyala Barzanî li kelekela şêrînatiya serketina operasyona azadkirina Mûsilê destekê nade aramî û ewlehiya mayînde li Iraqê. Her wiha zêdexwaziya Barzanî nabe baîs xewna Barzanî serê xwe bigre jiber ku Kurdistana Iraqê gelek pirsgirêk hene û bingeha wan lawaziya rêveberiya Barzanî ye.