Mijdar 15, 2016 18:18 Asia/Tehran
  • YE ser berfirehkirina peywendiyên bi Îranê re tekez kir

Yekitiya Ewrûpayê bi daxûyaniyekê cardinê ragihand ku bi awayekî tam û tekûz ser rêketinnama navokî disekine.

Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta dreve ya YE roja duşemiyê li dawiya civîna  wezîrên karên derve  yên YE ji vê hevhatinê berevanî kir û got  mayîndebûna  rêketinnama navokî û cihanîna wê ji bernamên sereke  yên YE ye. Xanim Mogêrînî rêketinnama navokî hevhatine da zanîn ku  Konseya Ewlehiyê ya NY jî ew piştrast kiriye û tekez kir ku piştgiriya ji cihanîna  tam a vê hevhatinê ji erkên vê rêxistinê ye.

 Vê daxûyaniyê  bala xwe daye ser daxûyaniya hevpar a berpirsa siyaseta derve ya  YE û Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna  Awrêlê û tekez dike ku  YE pir micid e ku  hevkariya bi Îranê  berfireh bike.

 Îran û YE niha dewreke teze ya gotûbêjên siaysî destpê kirine lê Îranê hin têbînî jî li vê gotûbêjê bitaybet li mesela mafên mirovan û behsên  li bara  hêza berevaniyê ya  Îranê li warê hevpar xistiye rojevê.

 Di eynî demê de Îranê ji  tekezkirina wezîrên karên derve yên  YE li sekinîna  ser rêketinnama navokî pêşewazî kiriye û ser vê bawerê ye ku  rewşa siaysî, aborî û ewlehiyê jibo berfirehkirina  hevkariya navbera  her du aliyan a xweş bûye. Li vê çarçowê Konseya Ewrûpayê tam ji vebûna  nivîsgeha  YE li Îranê wek pêngaveke  giring  jibo bipêşdebirina  van armancan piştgiriyê dike lê Îran dibêje ku  ev meseleya demê dixweze û destnîşan kiriye ku hîn nikare jibo vê kiryarê demeke  diyarî ragihîne.

 Bêguman Konseya Ewrûpayê  ji berfirehkirina peywendiyên aborî yên YE bi Îranê re li encama  cuhanîna rêketinnama  navokî pêşewazî kiriye û cardin piştgiriya xwe ji endametiya dubare ya Îranê nav aboriya cîhanî û pergala  ticaretê li gor qanûn û qayîde û qiraran ragihandiye.

 Lê hîn gelek rê maye ku Îran tam ji berjewendiyên rakirina boykotan ji wan  peywendiya tam  tev bankan  sûdê wer bigre. Hin valahî û kêmasiyên hene ku  nîşan dide aliyên  rêketinnama navokî berpirsiyariyên xwe  cih neanîne. 

 Daxûyaniya YE ji aliyekê ve nîşana helwestên eşkere  yên vê yekitiyê li hember rêketinnama navokî ye lê ji hêleke din nîşana  valahî û bêbaweriya  navbera Ewrûpa û Emerîkayê ye ku li kempa  rojava tê dîtin û ne tenê li rêketinnama navokî belkî li warên din jî bûye weke pirsgirêka  navbera Ewrûpa û Emerîkayê.

 Ev pirsgirêka siyasetên  aborî heya meselên eskerî û ewlehiyê digre ber xwe loma  daxûyaniya YE divê seratir ji biryar û berpirsiyariya  YE binirxînin.

YE bi weşandian vê daxûyaniyê bi curekê sînorê navbera  berjewendî û ziyanên xwe tev Emerîkayê li warê meselên navçeyî û navneteweyî kivş dike lê eva ku  çiqasî bikaribe vê siyasetê  cih bîne maye ser biryarên din ên YE.

 Nêzîkkirina  nihêrînan li Îranê bi awayekî kêrhatî û ji riya gotûbêjê li mijarên mîna  mafên mirovan û hevkariya  jibo  aloziyan  li navçê  ji wan pêngavan in ku alîkariyê dike ev  armanca serê xwe bigre. Bêguman Îran jî piştgiriyê dide peywendiyên wiha . YE bawer e ku  Îranê rola  navçeyî ya giring  heye. Loma çawa ku  li daxûyaniya YE hatiye destnîşan kirin ev Yekitiya bikarbe   bi nihêrîneke nerim jibo biewlehkirina navçê hewil bide û ji  kiryarên ku dibin sedema  tund û tûjî, firqexwazî û bêtifaqiyê dev berde hînêgî dikarin bi peywendiyên tev Îranê hêvîdar bin.