Çaverêtîyên YE`yê ji Trump serokomarê nû yê Amerîkayê
Wezîrên karên derve yên YE`yê li civîna xwe li bajarê Brûksêlê edilandin ku divê serokomarê nû yê Amerîkayê peymanên derveyî ku delweta Amerîkayê wajo kirine berçav bigire.
Li civîna nefermî ya wezîrên karên derve yên YE`yê li bajarê Brûksêlê, ji Donald Trump serokomarê nû yê Amerîkayê hat xwestin ku girêdayîyê peymanên cehanî ji wan peymana kêmkirina gazên gulxaneyî û rêketinama navokî ya ligel Îranê bimîne.
Wezîrên karên derve yên Ingilîs, Fransa û Mecaristanê (Hingariya) di vê civînê da pişkdar nebûn ku eva hebûna nakokîyê di navbera endamên vê yêketîyê têkildarî çawanîya helwestnîşandana li hemberî serkevtina Donald Trump li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê nîşan dide. Di vê navberê da, hat ragihandinê ku ev civîna hevgavê salvegera êrişên têrorîstî li Parîsê bûye, loma wezîrê karên derve yê Fransayê têda pişkdar nebûye. Lê wezîrên karên derve yên Ingilîs û Mecaristanê jibo ku bi endamên din ên YE`yê ra li bara Trump nebin hevdeng, di vê civînê da pişkdar nebûne.
Bilî nakokîyên navxweyî li YE`yê, pirranîya dewletên ewropî ji ber dûhatên serkevtina Donald Trump li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê dilgiran in. Biryar e ku nêzî 70 rojên din, kesek desthilata Amerîkayê bigire destê xwe ku bi wadeyên wek berçavnegirtina peymana guherînên rewşa hewayê û lihevkirina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê hatîye ser desthilatê û gotinên wek `` dema peymana NATO`yê buhurîye`` anîne zimîn. Trump di eynî halî da, bi awayekî bihêz li dijî peymanên Ticareta Azad ji wan ligel ewropîyan e.
Ev gotin bûne sedema dilgiranîyê li bara dewama hevkarîya sunetî ya di navbera welatên her du alîyên oqyanûsa Etlesê. Lawazkirina piştgirîya Amerîkayê li warê parastina Ewropayê bi rêya NATO`yê, dibe sedema zêdebûna gefên ewlehîyê li dijî YE`yê. Nemaze ku Ewrûpa di van salên dawîyê da ji ber hêza ber bi berfirebûnê ya ûrisan gellekî digiran e û Trump jî di dema mîtîngên hilbijartinê da, bi awayekî xurt qedrê Ûrsêtê û Viladimîr Pûtîn serokomarê vî welatî ji ber sîyasetên wî girt.
Ji hêla din va, gotinên bigef ên Trump li bara pêşeroja NATO`yê û sozên Waşîngtonê jibo parastina Ewropîyan, nemaze welatên rojhilata Ewropayê û nêzî Rûsyayê, bûne sedem ku careka din pêwîstîya damezirandina artêşa yekgirtî ya ewropî bê hilêxistinê. Almanîya û Fransayê ji çend salan berî niha va hewl dane ku hevgavê hevdengîyên sîyasî, aborî û civakî li Ewropayê, artêşa yekegirtî jî damezirînin.
Niha bi derketina di demeke nêzîk da ya Ingilîsê ji YE`yê û herwiha hatina Trump ser desthilatê li Waşîngtonê, astengîyên ser rêya damezirandina artêşa yekgirtî ya ewropî kêm dibin. Herçend ku gellek kes ser vê bawerê ne ku damezirandina dezgeh ango hêzeke bi vî rengî yê bibe sedema lawazbûna mewqîya NATO`yê, mijara ku di nava ewropîyan nemaze almanîyan da ewqas alîgir tineye.
Ji hêla din va, mijarên têkildarî parastina jîngehê jî bi qasî mijarên sîyasî û ewlehîyê jibo ewropîyan girîng in. Peymana av û hewayê ya Parîsê ku cihanîna wê jî vê dawîyê destpê bûye ketîye ber bayê desthilatdarbûna serokomarê nû yê Amerîkayê. Heke ev welata wekî berhemînerê herî mezin ê gazên gulxaneyî li cehanê ji peymana Parîsê vekişe yan sozên xw cih neyne, civaka mirovantîyê yê bi xetera lezgîn a jordaçûna germatîya topa erdê û dûhatên wêrankir ên wê ra rûbirû bibe. Ev rewşa dikare bandoreke xirab li geşedana aborîyê û pêşxistina insanî li Ewropayê bike. Loma jî berçavgirtina sozên peymana av û hewayê ya Parîsê ji hêla Waşîngtonê va, yekv ji daxwazên sereke yên ewropîyan ji serokomarê nû yê Amerîkayê ye.