Mijdar 14, 2016 14:26 Asia/Tehran
  • Gurrbûna gêreyê di navbera welatên rojavayî û Tirkîyê da

Gêreya di navbera Tirkîyê û YE`yê da berfire bûye. Bi dû hilêxistina mijara vejîyandina cezaya darvekirinê li parlimana Tirkîyê, niha bijareya giştpirsîyê li bara endametîya li YE`yê ser masê serokomarê Tirkîyê ye.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkîyê, duh 13`ê Mijdarê li axavtinekê, YE`yê li warê hewldana jibo poşmankirina Enqerê li warê şopandina endametîya Tirkîyê li vê yêketîyê tawanbar kir.

Berî vîya jî Receb Teyîb Erdogan pêkutî kiribû ku biryardayîna li bara cezya darvekirinê bûye destrûkara delweta Enqerê û welatên rojavayî mafê destwerdana li vê mijarê tinene. YE`yê jî dewleta Enqerê hişyar kirîye ku heke cezaya darvekirinê li Tirkîyê cih bê, yê pêvajoya endametîya vî welatî li YE`yê raweste.

Bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê li Tirkîyê ku di encamê da 216 kes di encama vê bûyerê da hatin kuştinê, dewleta Enqerê hewl dide cezaya îdamê li bara sebebkarên vê derbeyê cih bîne.Tevî derbasbûna zêde ji 50 salî, gotûbêjên endametîya Tirkîyê li YE`yê hela jî didomin.

Hêjayî gotinê ye ku dewra nû ya muzakireyên endametîya Tirkîyê li YE`yê ji sala 2005`ê va destpê bû. Li gorî gotina rayedarên Enqerê, welatên endamê YE`yê bi çêkirina berbendan ser rêka vê pêvajoyê, nehêlaye daxwaza dewleta Erdogîn pêk bê.

Hin endamên bihêz ên YE`yê yên wek Fransa û Almanîya hewl didin vê yêketîyê bikin kulûba mesîhîyan. Rayedarên berlîn û Parîsê berî vîya misilmabûna Tirkîyê wekî xala lawazîyê û astengîya ser rêka endametîya li YE`yê dabûn zanîn. Bêyî berçavgirtina xêr an zîyana hevkarîya Tirkîyê ligerl welatên rojavayî yan jî misilman, divê mirov bêje ku hewldana Enqerê jibo ku tevlî sazîyên rojavayî bibe, balkêş e. Bêşik welatê ku zêde ji 50 salan e hewl dide bibe endamê YE`yê, heke negihêje vê armancê, eva yê xisareke mezin jibo sîyasetvanên hikimdar li Enqerê be. Di rastîyê da, ev mijara di nava gelê Tirkîyê da gellekî hestyar e û dikare piştgirîyên gelanî ji dewleta Receb Teyîb Erdogan gellekî kêm bike. Loma serokomarê Tirkîyê pê hilêxistina mijara giştpirsîyê, hewl daye xwe ji vê mijarê cida bike û dûhatên nerênî yên endamnebûna li YE`yê bavêje ustîyê gelê Tirkîyê û wan sebebkarê vê yekê bide zanîn. Bi gotineke din, serokomarê Tirkîyê hewl dide topê bavêje meydana gel ta ku hikûmeta Tirkîyê biryarderê dawîyê nebe. Welatên ewropî jî hazir nînin jibo endametîya Tirkîyê li YE`yê, serpişkîya herî piçûk bidin dewlet û gelê Tirkîyê.