Mijdar 11, 2016 12:17 Asia/Tehran
  • Pêntagonê ser xurtkirina hizûra eskerî ya Emerîkayê li Ewrûpayê tekez kir

Wezareta berevaniyê ya Emerîkayê(Pêntagonê) pênşemiyê ragihand ku xurtkirina hizûra eskerî ya Emerîkay li Ewrûpayê dê bidome.

Pîter Gog berdevkê Pêntagonê li vê bare ragihand ku bêyî berçavgirtina vê yekê ku  Donald Trump serokkomarê bijartî yê vî welatî piştî destpêbûna  xebata li koşka sipî dê çi karekê bike xurtkirina hizûra eskerî ya Emerîkayê li Ewrûpayê  bidome.. kok tekez kir ku  emê planên  xurtkirina hizûra eskerî ya Emerîkayê li Ewrûpayê li gor tiştê ku  me li NATOyê tev hevpeymanên xwe amade kiirye cih bînin û li vê bare me bi wan re şêwiriye. Di eynî demê de li gorî raporan artêşa Emerîkayê zêdetirî 600 kantînerên hilgirê çekan şandiye Ewrûpayê ku weke  bare herî mezin ê çek û sîlehan  ê çandî bo Ewrûpayê li 20 salên buhurî tê hesabê.  Wer tê xûyanê Tekezkirina dubare ya  Pêntagonê ser xurtkirina  hizûra eskerî ya Emerîkayê li Ewrûpayê ji ber zêdebûna fukarên  li bara guhertina  vê nihêrînê bi hatina Donald  Trump cih hatiye.

 Rayedarên emerîkî û ewrûpî heya niha îdia kirine ku zêdekirina  hizûra eskerî ya Emerîkayê li Ewrûpayê jibo rawestana li ber destdirêjiya muhtemel a Rûsiyê cih hatiye.

 Lê welatên ewrûpî yên endamê NATOyê ditirsin ku  Trump soza xwe li bara kêmkirina  peywendiyên navbera Waşengton û NATOyê û YE ku ji dema  şerê cîhanî ya dudiyan  wek hevalbendiyeke  mayînde  hebûye cih bîne.

 Ger Trump bixweze sloganên ku li propagendeyên xwe li bara kêmkirina berpirsiyariyên berevaniyê yên Emerîkayê xist rojevê cih bîne dê hevpeyman û şirîkên Emerîkayê yên li derve yê neçar bibin berpirsiyareke zêdetir jibo ewlehiya Ewrûpayê tev  cihên din ên cîhanê hebin. Ev meseleya  eşkere  hevpeymanên Ewrûpî yên Emerîkayê aciz kiriye, çawa ku Orsela Fon wezîrê berevaniyê yê Almanyayê xwest ku Trum  helwestên xwe li hember kiryarên Rûsiyê eşkere  bêxe rojevê û li NATOyê weke  saziyeke aboriyê nenêre.

 Wezîrê berevaniyê yê Almanyayê her wiha tewsiye li Trump kir ku xwe zêde nêzîkî Viladîmîr Putîn  serokkomarê Rûsiyê neke. Di eynî demê de Yêns  Stolêtênberg sekreterê giştî yê NATOyê tekez kiribû ku  di rewşa  aloz  aniha  ya ewlehiyê  rola serokkomarê Emerîkayê pir giring û kêrhatî ye . Ji wan  welatên ewrûpî ku li hember gotinên  Trump li bara NATOyê bertek nîşan daye Poland e. Anderê Doda  serokkomarê Polandê bi lezgînî xiste bîra  serokkomarê nû yê Emerîkyê ku ev welata soza şandina  eskerên zêdetir   jibo xurtkirina  bereya  rojhilata NATOyê daye Polandê.

 Jixwe yek ji meselên  sereke  ku Trump xistiye rojevê û bala  piraniya  xelkê Emerîkayê kişandiye  rewşa niha ya peywendiyên Emerîkayê tev NATOyê û pêwîstiya venihêrîna wê bû.

 Trump li bara  mijarên herî giring ên ewlehiyê yên Emerîkayê bitaybet peywendiyên  pêşerojê yên  Emerîkayê tev NATOyê wek peymana herî giring a eskerî ya blûka  rojava  û her wiha  pêşeroja  hevalbendiyan û yekitiya tev  welatên hevpeymanê  Emerîkayê li cîhanê bitaybet li Rojhilata  navîn helwestên nû heye.

 Li gorî gotina wî Emerîka zêde ji sedî 70 yê xercên  NATOyê dide û dive welatên endamê NATOyê xerca dabînkirina  ewlehiya xwe bidin.  Çawa ku Trump li yekim  helwesta xwe li hember NATOyê piştî ku  wek berbijarê komarîxawzan hat bijartinê amaje bi  venihêrîna  li peywendiyên  Emerîka û NATOyê kir.  Ew bawer e heya niha  NATOyê peywendiyeke yekalî tev Emerîkayê hebûye û bare sereke yê xervên NATOyê ser miê Emerîkayê bûye li halekê ku ew dibêje  ev sûda dive dualî be.