Mijdar 10, 2016 17:21 Asia/Tehran
  •  Brukselê Tirkiye rexne kir

Komîsyona Ewrûpayê li raporekê ji sersariya Tirkiyê li parastina qayîde û qirarên endametiya li YE rexne kir.

Komîsyona Ewrûpayê li vê raporê ku roja çarşemiyê 9 Mijadrê hat weşandin tekez kirk u  nihêrîna neyînî ya Tirkiyê di rewşekê de ye ku  Konseya Ewrûpayê midehek berî niha piştî gotinên serokkomarê Tirkiyê derheq vejiyandina cizaya îdamê  hişyarî dabû Enqerê û ew li dijî qanûnên endametiya li Yekitiya Ewrûpayê(YE) dabûn zanîn.

Tirkiyê sala 2004`an cizaya îdamê ku nebûna ji wan şertên  endametiya li YE bû wêde bir lê piştî darbeya serneketî ya Tîrmeha buhurî cardin  dixweze vê qanûnê cih bîne.. Pêştir Fêdêrîka Mogêrîn seroka siyaseta derve ya YE jî hişyarî dabû her welatê ku cizaya îdamê cih bîne nikare bibe  endamê YE.

Bêguman aktorên navneteweyî yên ku dixwezin bibin endamê YE divê qayîde û qirarên  vê yekitiyê biparzêin lê xebitandina  van qayîde û qiraran jibo zexta ser aktoran jibo guhertina  reftara siyaseta  navxweyî û derveyî mijarek e ku  bala derûdorên siyasî kişandiye ser xwe.

Lê li bara Tirkiyê nihêrîna YE  pêkhateyek ji zextê û bikaranîna  qanûnên pêdivî jibo endametiya  Tirkiyê li YE wekî amûrekê  û her wiha  parastina  hin prensîpan e ku pêştir ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hatine pejirandin.

 Loma ji vê hêlê va renge rexnên sazî û rayedarên ewrûpî li bara betalkirina cizaya îdamê li Tirkiyê wekî xalekê ku pêştir yek ji  şertên  endametiay vî welatî li YE hatibû qebûlkirin, maqûl bê xûyanê.  Lê rexnên dewletên ewrûpî ji Tirkiyê li bara  reftara vî welatî tev medyakar û rojnamevanan meseleyek e ku  ji ber pêşîna reftara newekhev a  dewletên rojava tev welatên hanê li çarçowa îstifada kirêt ji mesela azadiya  axiftinê li hember Tirkiyê tê pênasekirin. Rayedarên Tirkiyê jî li gorî vê meselê hemî rexneyên  welatên rojavayî ji reftara  dewleta Enqerê li hember neyaran davêjin meydanê û ser dewama siyaseta zext û zorê li dijî medyayên ne li gor siyaseta dewletê pêgiriyê dikin.

Di rewşeke wiha de serokkomarê Tirkiyê li hember gefên hin rayedarên ewrûpî li dijî vî welatî ne tenê welatên rojavayî  serekaniya  nazîsm û tevkijiyê daye zanîn belkî ji rêberên ewrûpî ji xwestiye li hember Tirkiyê destxwe biryarê bidin.

Amajeya Erdogan ser wê beşa gotinên  rayedarên ewrûpî ye ku bi rexnekirina reftara dewleta Enqerê li hember çapemeniyê û cizaya îdamê behsa venihêrîna  têkiliyên  tev Tirkiyê kirine. Di eynî demê de serokkomarê Tirkiyê di rewşekê da rojava serekaniya nazîsmê daye zanîn ku şexsê wî li Hezîrana  par li vegeriyana  ji sefera Riyazê li gotûbêja  tev nûçegihanan  Almanyaya nazî û serdema Hîtler mînaka  parastina xurtiya navxweyî ya  nizamê li modela hikûmetî ya serokkomarîyê dabû zanînê ku Tirkiye wê dişopîne.

Rastî ew e ku  siyasetê bi caran teoriya dubarebûna  dîrokê bi şiklên curbicur  seliamndiye. Siyasetê her wiha  nîşan daye ku rayedar bûyerên dîrokî, sisayî û civakî tim zer qazanca xwe tomar kirine rewşa ku  rayedrên ewrûpî û Tirkiyê niha li reftar, gotin û her wiha edebiyata xwe li hember hev  bi kar tînin jî nîşana  dubarebûna  helwesta her yek ji van aktorên warê navneteweyî jibo pînekirina reftar û biryarên siyasî yên xwe ye.

Civaka ewrûpî ji ber rewşa navçeyî û navneteweyî û ji ber tiştê ku li Tirkiyê derbas dibe dixweze ku  tevî hemî tiştên ku berê qewimîne hemî cure têkiliyên xwe yên sar û gerim tev Tirkiyê niha  hemî qaşo prensîpên  exlaqî yên ser navê qayîde û qirarên  YE berevaniyê bike û xwe alahilgirê azadiya axiftinê û azadiyên sivîl bide nasandin.

Rayeadrên Tirkiyê jî ji ber rewşa navxweyî û jibo pêşdebirina  bernamên  civakî, siyasî û ewlehiyê yên xwe jibo rêveberiya civakê ne tenê reftara xwe pîne dikin belkî jibo kêmkirina  asta  rexneyan  bi awayekî tund li bara rexnegirên xwe behs û nîqaşan dikin.

Rewşa ku  çavdêrên siyasî, şikesta siyasetên  Tirkiyê yên li derve û yên li navçê û her wiha  zêdebûna  çavrêtî û daxwaziyên rayedaran jibo pêkanîna ewlehiyê û kutakirina rewşa  tirs û xofê li welêt hegera wê ya sereke  dizanin. Rewşa ku  wer tê xûyanê rayedarên Tirkiyê dixwezin armancên siyaseta derve û her wiha cihanîna  bernamên xwe yên  reforman li nav Tirkiyê pêşde dibin.