Hîllarî Klînton çawa tûşî şikestê bû?
Hilbijartina vê dawiyê ya Amerîkayê (8`ê Mijdara 2016`an) divê weke serhildanek li dijî pergala siyasî ya desthilatdar were zanîn û em kêmtir kesî dibînin ku bi qasî Hîllarî Klînton mînak û nîşana pergala siyasî ya serdest be.
Klîntonê li rikeberiyên xwe yên hilbijartinê ji bo bi miliyon kesî ji xwedîdengên hêrs bû sembol û nimadek ji siyasetên têkçûyî yên amerîkî; Wê bi caran got ku berbijara herî hêja ya serokomartiyê ye. Lê gellek ji gelê Amerîkayê vedibijêrin ku dewsa siyasetvaneke waşîngtonî û nav pergala desthilatdar , bazirganek bigihêje Koşka Sipî.
Li aliyê din Dolabnd Tramp karî bi qasî têrê kesên xwedîdeng li parêzgehên ku pêwîstiya wî hebû razî bike ku wî ji bo çareseriya pirsgirêkan hin rêkarên xwe hene. Vî miliyarderê amerîkî xwe wek nûnerê serketî yê derveyî pergala serdest li hemberî nûnera tam û rasteqîn a pergalê nîşan bide û bi vî rengî bibe berendamê nerazî. Li halê ku Klînton nûnera rewş û pergala niha heyî bû.
Hîllarî Klînton bû sembolek ji siyasetên têkçûyî yên amerîkî
Pirsgirêka nebûna pêbaweriyê bi Hîllarî Klîntonê çîrokeke xwe ya dirêj heye û lewma mijara E-Mailên wê wiqas deng veda. Wê pirsgirêkek hebû ku dihat qebûlkirin. Klînton li çavê gellekan jinek ji çîna zana û nuxbe ya rojhilata Amerîakyê bû ku bi heqaretê û ji cîgehe bilind li çîna karkeran dinêrî.
Mal û heyitiya ku malbata Klîntonê piştî terikandina Koşka Sipî bi dest xist jî destê wan negirt. Jina Yekem a berê ya Amerîkayê tenê siyasetvaneke Lîberal ku siwarî Lîmozînê dibe nebû, belki wek Lîberalek ku li Cêta xusûsî siwar dibe, dihat dîtin.
Cêta xusûsî ya Klîntonê
Li welatê ku hejmara jinên ku dengê xwe didibn bi miliyonan kesî zêdetir ji mêran e, wer xûya dikir ku cinsiyet û jinbûna Klîntonê serpişkiyeke mezin jê wê ra be. Lê di heman qonaxa yekem a rikeberiyên hilbijartinê digel Bêrnî Sendêrz diyar bû ku çiqas pirsgirêka wê ji bo handana jinên ciwan (Bi taybet ji bo alîkariya derheq bijartina yekem serokomara jin a welêt) heye.
Peywendiya gellek jinan tu wextî digel wê nêzik û germ nebû. Gellekan gotina wê ku did ema serokomartiya mêrê xwe gotibû ``Naxwaze jinek be ku li mal dimîne û şîraniyan çêdike`` wek bêhurmetiya li xwe dan zanîn.
Klîntonê di dema serokomartiya mêrê xwe gotibû ku naxwaze jinek be ku li mal dimîne û şîraniyan dipêje!
Hîllarî Klîntonê feraseteke gewherî ji bo rikeberiya hilbijartinê tinebû. Pirraniya axaftinên wê bê rûh û hiûk bûn.
Beşên girîng ên axaftinên xwe gellekî sexte û ne jidil tanî zimên û bi awayekî durûyane dnegê xwe digihand guhê gellekan. Riswatiya dubare ya mijara E-Mailan jî bû sebeb ku ew rikeberiya xwe ya hilbijartinê bi peyameke nerênî bi dawî bîne.
Wê li rikeberiyên xwe hin şaşitiyên taktîkî jî pêk anîn. Wê dewsa derbaskirina demê û xerckirina bêhûde li parêzgeha ku ti hewcetiya bi serketinê li wan tinebû (Wek Ohayo û Karolînaya Bakur) dikarî demeke zêdetir li 18 parêzgehan derbas bike ku di şeş hilbijartinên vê dawiyê da dengê xwe dane dêmokratan û wek ``Dîwarê Şîn ê Dêmokratan`` tên naskirin.
Şaşitiyên taktîkî û bêrûhbûna axaftinên Klîntonê
Ev hilbijartinê tenê rûvegerandina xelkê ji klîntonê nebû, belki rûvegerandina nêvê welêt ji Barak Obaam (û Amerîkaya wî) bû; Tiştê ku dikare li şiroveyeke din bê hilkolandin.