Mijdar 10, 2016 13:52 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên li hemberî serketina Trump li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê li vî welatî

Demeke kin bi dû ragihandina encamên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê, li hin bajêrên vî welatî xwepêşandan li dijî Donald Trump hatin birêxistin.

Li eyaletên wek Pênsîlvanîya, Kalîfornîya, Waşîngton û Orgênê, bi sedan jin, ciwan, xwendekar û çîn û qatên din ên civakê bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dan. Nerazîyan bi durişman neyarîya xwe li hemberî planên nijadperestane, dijî koçberan û muhafizekarîyê yên Trump  nîşan dan. Wan herwiha nerazîbûna xwe li hemberî vîya ku Trump bi ferqeke zef kêm li hemberî Hîlarî Kilînton berbijara Dêmokiratan serkevtî bûye, nîşan dan. Hin kean heta behsa pêkanîna tevgera `` dagirkirina Trump`` bi mînakwergirtina ji tevgera dadxwazîyê ya `` dagirkirina Wall Strêt Jornalê`` kirine.

Niha wer xûya dike ku hilbijartinên ku biryar bûn duberekîyên li Amerîkayê kêm bikin û bibin sedema peydakirina rêyekê jibo çareserkirina nerazîbûnên berê, xwe bûye sedema zêdebûna nakokîyan û nerazîbûnên berfire. Berî vîya dihat texmînkirin ku hogirên Trump di rewşa serkevtînebûna wî da bên kolanan û durişman li dijî sîstema hikimdar biqîrîn lê, niha bi dû serneketina berbijara Dêmokiratan, hogirên Kilîntonê daketine kolanan. Encamên hilbijartinên 8`ê mijdarê ew zêdetir hêrs kirine ji ber ku biryar e ji du mehên din va kesek bibe serokomarê Amerîkayê ku dengek kêm bidest xistîye ku ev yeka jî bi aşkirayî berovajî isûlên lîbêral-dêmokirasîyê ye lê bi hegera nijyara kevnare ya pergala hilbijartinên Amerîkayê, dikare li vî welatî serê xwe bigire.

Helbet cida ji pêvajoya nedêmokiratîk a hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê, komên lîbêral, berevanên mafên kêmîneyan, ciwan û xwendekar her yek ji hegerekê dilgiranê serketina Trump berbijarê û desthilatdarbûna bereya Rastgir li Amerîkayê ne. Trump herçend ku berbijarê Komarxwazan tê hesêb lê, bêyî alîkarîya bereya Rasgir a tund ku ser navê TPartî tê naskirinê nedikarî li hemberî neyarîyên nava hizba xwe serkevtî be û li hilbijartinên serokomarîyê ji berbijara Dêmokiratan bibe. Rasgiran niha bi dû bidestxistina serokomarî û meclisa nuneran, çav berdane kursîyên vala yên Dîwana Bilind a Fêdêral a vî welatî ta ku bi bijartina dadwerekî muhafizekar, dezgeha herî pilebilind a hiqûq û dadwerîya Amerîkayê careka din bêxin bin destê xwe. Di dewra kombûna desthilata Amerîkayê di destê muhafizekaran da, komên Lîbêral dilgiran in ku hin destkevtên wek planên xizmetguzarîyê yên dewletê, sîgorteyên dermankirinê yên erzan, mafê jiberbirina zarokê û zewaca hevzayendan, wekhevî û beranberîyên nijadî û û herî dawîyê şêwaza sêkolar a birêvebirina welêt, ji dest herin. Lewma yê dûrî çavlirêtîyê nebe ku wekî berteka li hemberî desthilatdarbûna Rastgiran li Amerîkayê, Çepgir tevgerên nerazîbûnê yên wek `` dagirkirina Wal Stret Jornalê`` yan tevgera `` canê postreşan qîmet heye`` li Amerîkayê birê bixin. Ev pêngavana heta heke nebin sebeb ku reftara Trump biguhere, yê jihevdûrketina civakî li Amerîkayê zêde bikin. Nerazîbûna ku ji roja çrşemê va li hin deverên Amerîkayê wekî berteka li hemberî serketina Trump destpê bûye, dikare bibe tevgereke nerazîbûnê nemaze pirsgirêkên wek newekhevîyên civakî û nijadî li vî welatî zêde dibin.