Dengvedana cîhanî ya serketian Trump li hilbijartina serokomariya Amerîkayê
Bijartina Donald Trump berendamê bereya Komarxwazan li hilbijartina serokokariya Amerîkayê di asta navneteweyî da deng vedaye.
Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina digel hevtayê xwe yê romanyayî li bara bijartina Trump got: Serokomarê Amerîkayê gere rastiyên cîhana îroyîn bi başî têbigihêje û siyasetên xwe digel van rastiyan saz bike.
Wî li civîneke çapemeniyê li Romanyayê got: ``Deb û risma me eva ye ku em destê xwe li karên navxweyî yên welatên din wernadin. Li gorî viya ku Îran û Amerîkayê peywendiya xwe ya siyasî tunînin, ya girîng ev e ku serokomarê din ê Amerîkayê erka xwe ya berçavgirtina sozên çendalî di Lihevkirina Navokî heye û em bi yeqîn in ku civaka navneteweyî jî wê çaverêtiyeke wiha ji Amerîkayê hebe``.
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara encama hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ragihand: Siyasetên navçeyî yên Amerîkayê hewcedara venihêrîneke ciddî ne. Wî her viha got: ``Tişta ku ji bo Îranê û gelê wî girîng e û pîvana nirxanidnê ye kiryar û siyasetên dewleta dn a Amerîkayê ye``.
Wî her viha got: ``Gelê Îranê û Komara îslamî ya Îranê tecrubeya xwe ya nebaş û tehl ji siyaset û nêrînên berê yên rayedarên Amerîkayê di heyama deheyên pêş hebûne û hene jî``.
Matêo Rêntzî serokwezîrê Îtalyayê ku pêştir eşkere ji Hîllarî Klînton hevrika Trump li hilbijartina serokomartiya Amerîkayê piştgirî kiribû, li axaftinekê li Romam paytexta Îtalyayê serketiann Trump li wî pîroz kir û ragihand ku peywendiyên Îtalya û Amerîkayê dê hema visa bihêz û xurt bimînin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) ragiahnd: Çaverêtî tine ku di heyama serokoamrtiya Tramp da siyaseta Amerîkayê ya dijî Filistînê biguhere.
Yêns Stûlênbêrg sikritirê giştî Rêxistina Leşkerî ya Peymana Atlantîk a Bakûrî (NATO) ragihand ku i amadebûna Trump li civîna 2017`an a NATO`yê li Broksêlê pêşwaziyê dike. Wî li civîneke çapemeniyê digel nûçegihanan li bersiva pirsekê li bara daxwaza Trump ji bo danîna hêza zêde li ser şerê dijî têrorîsmê, got: NATO amade ye ku li vî warî da gotûbêjê bike; Lê berevaniya komkî ji Ewropayê mijareke kilîdî û girîng e.
Ajansa nûçeyan a Rianovesti ya Rûsiyê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê bi şandina nameyekê ji Trump ra got: ``Gotûbêja Kêrhatî`` di nava Mosko û Waşîngtonê wê li ser xêr û berjewendiya du welatan be.
Koşka Krêmlînê ragihand: Pûtîn hêvî kir kir ku bi hevkariya Waşîngton û Moskoyê peywendiyên nava Mosko û Amerîkayê ji rewşa qeyranî derkeve.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tas`ê ya Rûsiyê, Viyaçislav Volodîn serokê meclisa Dûmaya Rûsiyê ku ji hevpeymanên nêzikî Pûtîn e hêvî kiriye ku bi bijartina Trump peywendiyên Mosko û Waşîngtonê baştir bibin.
Serokwezîrê Tirkiyê li peyamekê serketina Trump lê pîroz kir û xwest ku Gulen bo Tirkiyê bê vegerandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand ku hilbijartina serokomartiya Amerîkayê wê derfetek ji bo zêdekirina peywendiyên duyalî di navbera Enqere û Waşîngtonê be û heke Amerîka Fethullah Gulen vegerîne Tirkiyê wê qonaxeke teze ya danûstadinên Tirkiye û Amerîkayê dest pê bibe.
Evdilfettah Sîsî serokomarê Misrê bi weşandina peyamekê tevî pîrozkirina bijartina Tramp li wî, hêvî kir ku dewreyekle teze ya peywendiyên nêzik di nava Qahire û Waşîngtonê dest pê bibin.
Wezîrê dadweriyê yê Almanyayê, Hayko Mas bi weşandina peyamekê li ser rûpela xwe ya şexsî li Twitter`ê ragihand ku li pey serketina Trump li hilbijartina serokomartiya Amerîkayê, eger çi dinya bi dawî nayê, lê wê her tişt tevlihevtir be.
Şînzo Apê serokwezîrê Japonê tevî pîrozkirina serkevtinaTrump li wî, Tokyo û Waşîngton wek ``Hevpeymanên bêsistbûn`` da zanîn.
Vîktor Orban serokwezîrê Hongarîyê (Mecaristan) bi weşandina peyamekê li ser rûpela xwe ya Facebook`ê tevî pîrozkirina serketina Trump li wî, serketina Trump wek nûçeyeke xweş da zanîn ku bi wateya zindîbûna dêmokrasiyê li cîhanê ye.
Gelê Amerîkayê roja sêşemiyê ji bo bijartina serokoamrê teze dengê xwe dan.
Hîllarî Klînton wek berendama dêmokratan li rikeberiyeke nêzik digel Trump tûşî şikestê bû.
Li ser esasa qanûna Amerîkayê Barak Obama serokomarê niha yê Amerîkayê heta nîvroja 20`ê Çileya 2017`an (roja nasandina serokoamrê teze) dê serokomar be.
Di roja nasandinê ku du meh û nîvan piştî hilbijartina serokomartiyê ye, serokomarê bijartî û cîgirên wî sond dixwun û diçin Koşka Sipî.