Mijdar 05, 2016 14:58 Asia/Tehran
  • Girtina hevserokên HDP û parlementerên din ên vê partiyê

Dewleta AKP`ê bi heceta piştgiriya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) piştgiriya PKK dike hevserokên vê partiyê û 9 parlemanterên din ên HDP girtin û ew xistin hewsê.

Li gor rapora Ajansa Franse Pressê (AFP) polîsê Tirkiyê roja înê 5 Mijdarê bi êrişa ser mala Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş li Amedê û êrişa ser mala hevseroka vê partiyê  Fîgen Yuksekdag li Engerê ew  girtin û bihaneya dewleta Tirkiyê eva ye ku wan piştgiriya PKK kiriye, ji bilî van kesana 9 endamên din ên HDP jî hatine girtin.

HDP ji wan partiyên girîng li Tirkiyê ye ku li vî welatî de bi taybetî li deverên kurdî piştgirên zav hene. Ev partiya her wiha dijberekî cidî ya dewleta AKP û Erdogan e û bi cidî li hemberî zêdexwazî û serdestxwaziya tam a vê AKP`ê û Erdogan disekine. Vêca karzanên siyasî û yên karûbarên Tirkiyê dibêjin: Girtina hevserokên HDP û parlemanterên wê li çarçova hewldanên dewleta AKP û Erdogan ji bo ji holê derxistin û dûrkirina dijber û muxalifên xwe ji meydana siyasetê tê nirxandin. Serokomarê Tirkiyê Erdogan û dewleta AKP`ê ku telîmatê ji Erdogan distîne û tam li bin bandora wî ye hewl da bi mihaneya Darbeya leşkerî û desthebûna Fetullah Gulen di nav wê darbeyê gişt piştgirên tevgera Gulen ji sazî û teşkîlatên curbicur ên dewletî û nedewletî li Tirkiyê derxîne û bi hezaran kesan ji wan bêxe zîndanê û niha jî hewldide piştgiriya ji terorîzm û PKK bike mihane da ku beşek dij ji dijberên xwe bi taybet kurdan ji siyasetê û saziyên curbicur derxîne û bike hewsê û bi awayekî bi zorê pirsa kurd li Tirkiyê bide ji bîr kirina an jî ser wê bigire.

Dewleta AKP`ê piştî darbeya bê encam a 15 Tîrmehê zêde ji 150 hezar kes ji piştgir û hogirên Gulen ji teşkîlat û saziyên perwerdehî, zanîngehî, polîs, dadwerî û leşkerî ji kar derxistin û piraniya wan xistin hews û zîndanan . Tometbariya tevgera Gulen ku dewleta Enqerê dest daniye ser pêkanîna dewleta kûr û desthebûna li darbeya 15 Tîrmehê ye. Piraniya karzanan dibêjin xebata tevgera Gulen ji bo eşkerakirina gendeliya aborî ya mezin li Tirkiyê  û desthebûna dewleta Erdogan ya demê û derdorên wî li wê gendeliyê bû sedema hêrsbûna Erdogan û AKP li dij tevgera Gulen loma piştî vê yekê şexsê Erdogan bi xwe û AKP`ê hewl dan bi her mihaneyekê tevgera Gulen ji nav biben û Fetullah Gulen jî bêxin hewsê.

Niha ji Erdogan û AKP`ê dewreke nû ji hewldanên xwe li dij aliyeke din ji dijberên xwe ku heman tevger û partiyên piştgirê mafên kurdan in, daye despê kirin. Vêca ew ji bo ku van dijber û muxalifên xwe serkut bikin û ji meydana siyasetê dûr bêxin mesela piştgiriya ji PKK û terorîzmê kirine mihane . Çawa ku berî vî serokomarê Tirkiyê Erdogan bi awayekî sergirtî gotibû ku piştî ji navbirin û serkutkirina piştgirên tevgera Gulen dewr digihêje partiyên piştgirê mafên kurdan. Ne dûre ku li pêşerojê Erdogan dest dayne ser mihaneya piştgiriya ji terorîzmê û bi vê mihaneyê  HDP bi giştî ji meydana siyasetê derxîne. Erdogan niha derfetê ser xêra vê pêngava xwe dibîne û dijberiya xelkê Tirkiyê li hemberî Darbeya Serneketî ji xwe  re wek derfet dibîne da ku li vê barê de bigihêje hedefa xwe.

Hêjaye were gotinê HDP li hilbijartina parlemanê zêde ji 6 milyon deng bidest xistin û 59 parlemanter şandin meclisê eva di rewşekê bû ku hikûmeta AKP û Erdogan gişt hewldan û pêngavên xwe bikar anîn da ku AKP ji baraja sedî 10 derba nebe lê dîsa nekarîn. Niha HDP li parlemanê de partiya sêyem tê hesabê. Li her reşekê de Erdogan ku HDP wek astengiyeke mezin ser riya zêdexwazî û hedefên xwe yên zêdexwazane dibîne dixebite ku vê partiyê ji nav siyaseta Tirkiyê derxîne û tê pêşbînî kirin kurdên Tirkiyê ku nifûsa wan sedî 30 ji nifûsa Tirkiyê ye bona ku teşkîlateke fermî ya siyasî piştgiriya mafên wan bike, partiyeke din pêk bînin da ku heke HDP qedexe bû, dewsa wê bigire.