Dijwarbûna serkutkirina gel li Erebistanê
Dijwarbûna serkutkirina gel û kiryarên zalimane yên rêjîma binemala siûdî li hemberî welatîyên erebistanî bûye sedema bertekên tund ên gelê vî welatî û li dewama van nerazîbûnan çalakekî mafên mirovan ên erebistanî bi nîşana nerazîbûna li hemberî dewama hepsîbûna xwe, dest bi greva birsîbûnê kirîye.
Xalid Emîr Bena çalakê mafên mirovan ê erebistanî li gorî hikmê dadgeha vî welatî biryar bû ku roja 5`ê Cotmehê piştî derbaskirina 8 salên hepsê ji zîndana rêjîma binemala siûdî bê azadkirinê lê ew hê hepsî ye.
Li gorî daxûyanîya ku komeke zêrevana mafên mirovan a li New Yorkê, Xalid Emîr Bena, rojekê piştî dema kifşbûyî jibo azadkirina wî ji girtîgehê, dema ku nehat azadkirinê, dest bi greva birsîbûnê kir. Ev çalakê mafên mirovan ê erebistanî têkildarî xwepêşandanên li dijî cinayetên Rêjîma Sîyonîst li Rîyazê hat girtinê û cezaya 8 salên girtîgehê jê ra birrîbûn. Eva li halekî ye ku li gorî rapora malpera Rojnama Rîyazê, Erebistanê jibo çend rexnegirên din ên hikûmetê bi hegera hogirîya ji şêx Nemir Baqir Nemir, mela şîe ku despêka îsal li vî welatî hat îdamkirinê, cezayên hepsa giran kifş kir.
Erebistanê di meha Çilê da 47 kes ji wan şêx Nemir Baqir Nemir bi idiaya desthebûna li karên têkbirinê îdam kirin. Îdamkirina vî melayê navdar bû sedema pêleke berfire ya nerazîbûnên navxweyî û navnetewî.
Derûdorên hiqûqî bi gotina vîya ku dezgeha dadwerîya Erebistanê dewsa dadmendîyê, bêyî berçavgirtina isûlên şerîet û qanûnê, hikmên herî zalimane li dijî çalakên erebistanî dibirre û di vê çarçovê da darvekirin û hepsên demdirêj hikmê herî hêsan û berbelav e ku dadwerên dadgehên siûdî wê dixwînin.
Berpirsên erebistanî dayîna hikmên giran ji wan îdamkirin û hepsên demdirêj wekî wesîleyekê jibo bêdengkirina neyaran bikar tînin û bi rêka tirs û xofê dil hene ku rewşeke fetisandinê pêk bînin ta ku kes newêre bi aşkirayî li dijî rêjîma binemala siûdî biaxive.
Kiryarên rêjîma siûdî ku li warê serkutkirinê û rêbaza dîktatorîyê bêsînor in, li piratîkê Erebistan veguhertine navendeke binpêkirina mafên mirovan li qada navnetewî.
Neyarên sîyasî li Erebistanê ragihandine ku di encama kiryarên rêjîma siûdî da zêde ji 30 hezar çalakên sîyasî hatine girtinê û ev welata bûye hepsa welatîyên erebistanî û eva jî kûratîya sîyaseta polîsî û tepeserkirinê ya rêjîma siûdî li hemberî gelê Erebistanê nîşan dide.
Sîstema paşvero ya sedasalên navîn a hikimdar li Erebistanê û herwiha tepeserkirina giran û îdamkirinên berfire yên çalakên sîyasî û nebûna azadîyên seretayî li vî welatî bûne sedema nerazîbûna gelê Erebistanê û raya giştî.
Di rewşeke wiha da, rêjîma siûdî lê digere ku bi dijwarkirina tepeserkirina welatîyên xwe rê jibo dewama hikûmeta xwe ya dîktatorî xweş bike.
Eva li halekî ye ku rêjîma siûdî bi dijwarkirina destwerdanên xwe li welatên curbicur ên navçê ji wan li Behrêyn û Yemenê û hevrêtîya ligel sîyasetên fitnekarîyê yên welatên rojavayî li Iraq, Sûrîye û Libnanê wekî rêjîmeke serkutker, komploker û li dijî serdestîya gel, li cem gelê welatê xwe û raya giştî bê naskirinê.
Tevî kiryarên bi vî rengî, Erebistan midehekê berî niha bi piştgirîya piştevanên xwe yên rojavayî yên wek Amerîka û Birîtanîyayê careka din bû endamê konseya mafên mirovan a NY û eva li halekî bû ku di Erebistan di dewra berê ya endametîya xwe li vê konseyê, heyamekê jî wek serokê komsîyona karzanên serbixwe li konseya mafên mirovan a NY hat bijartinê.
Bê guman reftarên wiha encamek bilî çavsorîya hikimdarên erebistanê li warê binpêkirina berfiretir a mafên mirovan û mafên navnetewî tunebûne û dijwarkirina serkutkirina gel li Erebistanê hasila sistî û sersarîya cehanî li hemberî rêjîma siûdî ye.