Şepirzetiya Erebistanê li hemberî şiyana mûşekî ya berxwedana Yemenê
Kewkîkirina mûşekekê ji aliyê artêş û hêzên gelanî yên Yemenê va ber bi firokexaneya Melik Evdilezîz a Cedeyê, Erebistana Siûdiyê şerpeze kiriye û ev mijara bûye sebeb ku bi helahelayê lawaziya xwe li hemberî berxwedana Yemenê binixumîne.
Wezareta berevaniyê ya Yemenê êvara pêncşemiyê qala kewkîkirina mûşeka balistîk a Burkana 1`ê ber bi firokexaneya Melik Evdilezîz a Cedeyê li başûrê rojavaya Erebistanê kir. Şeref Xalib Luqman berdevkê artêşa Yemenê jî ragihandiye ku opêrasiyona êrîşa li ser firokexaneya siûdî li Cedeyê bi mûşeka Burkana 1`ê serketî bû.
Çavkaniyên nûçeyan ên siûdî bi armanca tevlihevkirina raya giştî xeta propagandaya xwe jibo tawanbarkirina berxwedana Yemenê bi sûcê êrîşa li ser şûnewarên pîroz destpê kirin û îdia kirin ku mûşekeke balistîk a serhildêrên Yemenê ji bajarê bakûrî yê Seideya Yemenê va ber bi bajarê pîroz ê Mekê va hat avêtin.
Ev helwesta propagandayî di rewşekê da kete rojeva mêdyayên siûdî ku artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li hemberî êrîşên hevpeymaniya siûdî tenê navendên leşkerî dikin armanca êrîşên xwe.
Komîteyên gelanî û artêşa Yemenê hertim li hemberî cinayetên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî baregehên çekdarî yên Erebistana Siûdiyê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî kirine hedefa mûşekên xwe.
Erebistana Siûdiyê di rewşekê da li bin siya kewkîkirina mûşekê ber bi firokexaneya Evdilezîz a Cedeyê hewil dide artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrîşa li ser şûnewarên pîroz ên îslamî tawanbar bike ku ev îdia ji esas va pêkenî ye.
Helahelaya Erebistanê ya bikaranîna şûnewarên pîroz ji bo pêşdabirina armancên xwe yên siyasî li çarçova helahelaya ji bo cebirandina têkçûnên xwe yên li peyhev li Yemenê ye. Hevpeymaniya siûdî di derdora 600 rojên buhurî da tevî pêkanîna cinayetên cûrbicûr û bikaranîna çekên qedexe, ti serketinek li warê siyasî û leşkerî li Yemenê tinebûye.
Lîstoka zarokane ya Erebistanê bi armanca tawanbarkirna gelê oldar û berxwedêr ê Yemenê li halekî ye ku heciyên yemenî îsal jî bûn goriyên siyaseta tayfetiyê ya Alê Siûd û ji ziyareta mala Xwedê bêpar bûn. Siyaseta firqeşopiyê ya Alê Siûd li xizmeta dijminên cîhana îslamê bi taybet Rêjîma Israîlê û Amerîkayê ye.
Erebistan li halekî bi her şêwazekê hewil dide ku gelê misilman û têkoşer ê Yemenê ji bo hebûna welatekî serbixwe xerab bike ku rêjîma Alê Siûd ji bo parastina berjewendiyên xwe dewsa piştkutana li gelê Erebistanê û ometa îslamî, peywendiyeke eşkere digel dijminê hevpar ê cîhana îslamê yanê Rêjîma Siyonîst pêk aniye.
Sergirdanî û lawaziya hevpeymaniya siûdî li êrîşên 19 mehên buhurî li ser Yemenê li siyaset û kiryarên bi tehrîk ên Erebistanê tên xûyanê û helahelaya vî welatî piştî kewkîkirina mûşekê ji aliyê artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li ser firokexaneya Melik Evdilezîz a Cedeyê nîşana xeniqîna Alê Siûd li qobiya xweçêkirî ya li Yemenê ye.