Mogirînî li Têhranê û gotûbêja li bara meselên navçê
Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê û Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro sibê li Têhranê li bara meselên du alî, alûgorên navçê û meselên navnetewî bi hevra gotûbêj kirin.
Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa li Têhranê tev wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêk anî û her du aliyan bi hevra li bara hevkariyên du alî, alûgorên navçê û meselên navnetewî gotûbêj kirin. Behregirtina ji zirûfên dîplomasiya navçeyî ya Îranê li bara çareserkirina kirîzên navçê babeteke herî girîng li siyaseta Îranê ya li bara welatên ewrûpî ye.
Qirar e ku dewra dudyan a gotûbêjên di navbera Îranê û Yeketiya Ewrûpayê di Mijdara 2016`an li Birûksilê birê keve û yê li vê civînê Mecîd Textrewançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û xanima Hêlga Işmît alîkara Mogêrînîyê pişkdar bibin.
Her pê berçavgirtina vê nêhrînê em dikarin bêjin gotûbêjên berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê tev karbidestên Komara islamî ya Îranê, gelekê girîng in.
Piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê da, Îranê gotûbêjên girîng tev welatên ewrûpî destpê kirine.
Ev gotûbêjane ku ji çend mehan berî niha va ku xanima Mogirînî seredana Îranê kir; ketine nav qonaxeke nû.
Mogirînî li halekê seredana Têhranê kiriye ku hefta bihurî parlemana Ewrûpayê piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 , belgeya isteratijiya peywendiyên navbera Îranê û Yeketiya Ewrûpa pejirand.
Li vê biryarnama ku hatiye pejirîn welatên ewrûpî ser nexş û rola Îranê bona birêxistina ewlehî û tenahiya navçeyî û navnetewî sekinîne û ragihandine ku pêwîste Îran bona çareserkirina kirîzên navçeyî û xebata dijî terorîzmê û bitaybet li şerê tev terorîstên DAIŞ`ê û grûpên dine terorîstî pişkdar be û pêwîste ku peywendiyên ewrûpa tev îranê li babetên siyasî, abûrî, enirjî, zanistî, lêkolînî û êkosîstimî berfireh bibe.
Çavdêrên siyasî bawerin ku ev cure gotûbêjên di navbera Îranê û welatên ewrûpî ji ber nêhrîna Yeketiya Ewrûpa li hemberî meselên siyasî yên navçê dikare bibe sebeba hevgirtina siyasî û alîkariya birêketina aşitî û ewlehiyê li navçê dike.
Nêhrîna Îranê û welatên ewrûpî li hemû babetan hevpar nîne lê li gelek ji babetên girîng, nêhrîna ewrûpa û îranê wekî hevdu ye ku ev babetên hevpar dikarin bibe sebeba pêkhatina gotûbêjekî hevpar bona çareserkirina pirsgirêkan û sekinîna li hemberî gefên hevpar.
Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê giranqedre inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina çend meh berî niha tev Matteo Rêntzî serokwezîrê Îtaliya li Têhranê ji kiryarên ducure yên Amerîka û hinek ji welatên ewrûpî bitaybet li şerê dijî terorîzmê rexne kir û destnîşan kir; Ev welatana li bin navê hevalbendiya dijî terorîzmê li dewsa şerê dijî terorîzmê li halê rewaca tirsandina xelkê ji islamê ne.
Helbet van cure siyasetên ewrûpa li cem Îranê veşartî nînin û Îran bibaşî haje van cure siyasetên hinek ji welatên ewrûpî ne.
Wezîrê karên derve yê Îranê li press konferansa xwe ya duh îniyê li Moskovayê bal kişande ser xetera terorîzmê û û ragihand ku roja îro terorîzm tenê bo Sûriyê xeterek nayê hisab , belkî terorîzm roja îro bo hemû cîhanê wekî gefek mezin tê hisab, loma Îran, Rûsiya û Sûriyê xebata xwe ya dijî terorîstan zêdetir dikin.
Hegerên zav bona şîdet peydakirina kirîza Sûriyê bi tesîrin û nêhrînên newek hev yên zav li bara meselên nav Sûriyê hene û hîn aliyên gotûbêjê bona çareserkirina kirîza Sûriyê bi hevra negihêştine rêçareyekî mentiqî.
Her çend heta niha derbên giran li nav axa Sûriyê li terorîstan ketine lê bona jinavbirina terorîstan pêwîste ku alîkariyên abûrî û çek û sîlahî ji bo terorîstan bêne rawestandin û aliyên gotûbêjê pêwîste heqê biryargirtinê bidine xelkê Sûriyê bi xwe ta ku ewna bi xwe bona çarenivîsa xwe rûnin ser masa gotûbêjê.
Çavdêrên siyasî bawerin eger gotûbêjên sûrî-sûrî destpê nebin kirîza Sûriyê jî nayê çareser kirin.