Cotmeh 28, 2016 21:15 Asia/Tehran
  • Civîna sê alî di navbera wezîrê karên derve yê Îran, Rûsiya û Sûriyê li Moskovayê

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê ji Civîna sê alî di navbera wezîrê karên derve yê Îran, Rûsiya û Sûriyê li Moskovayê xeber da.

Li gor rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê ji Civîna îro îniyê ya sê alî di navbera wezîrê karên derve yê Îran, Rûsiya û Sûriyê li Moskovayê xeber da.

Hejî gotinê ye ku Wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiya û Sûriyê ku bereya sereke ya şerê dijî terorîzmê ne li Moskovayê bi hedefa qahîmkirina hevgirtina peywendiyên sê alî bi hevra gotûbêj kirin.

Civîna îro îniyê di navbera Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê li bara alûgorên Sûriyê û bitaybet li ser rewşa Helebê, çawaniya sekinîna li hemberî terorîzmê, xebata ji bo birêxistina agirbesê û rê-çareya ji bo çareserkirina kirîza 6 salî ya Sûriyê bi pişkdariya aliyên sûrî ye.

Hevkariya vê mêhwerê yanî Îran, Sûriye û Rûsiyayê bona sekinîna li hemberî terorîstan li nav axa Sûriyê û herwisa hevkariya sê alî bona çareserkirina kirîza vî welatî gelek bi tesîre.

Eva 6 salin ku kirîza Sûriyê destpê bûye û hinek ji welatên wekî Amerîka, Tirkiye û Erebistan pê piştevaniya ji grûpên terorîstî dil hene, dewleta qanûnî ya Beşar Esed li nav Sûriyê hilweşînin li hevalbendiya Îran, Sûriye û Rûsiyayê bibaşî heta niha bona jinavbirina terorîstan li nav vî welatî bixebite.

Ji ber serketinên vê bereya îran, Sûriye û Rûsiya bona sekinîna li hemberî terorîstan û xebata ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ji riya gotûbêjên dîplomatîk dinavbera aliyên sûrî, bûye sebeb welatên wekî Amerîka xwestek û siyasetên xwe li bara Sûriyê bigehirînin û neçar bin ku bi vê bereyê yanî Îran, Rûsiya û Sûriyê va rûnin ser masa gotûbêjê.

 Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê jî li gotinên xwe yên duh pêncşemê destnîşan kir; Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê dê li civîna xwe ya roja îniyê li bara rewşa Sûriyê û meselên girêdayî bi vî helatê dê gotûbêjê bikin.

Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê destnîşan kir ku li vê civîna sê alî di navbera Li vê civînê qirare li bara çawaniya agirbesê di nav Sûriyê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkên xelkê sûrî, meselên mirovî û despêbûna gotûbêjên siyasî bona çareserkirina Sûriyê bê axivtin.

Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê li vê barê got: Li civîna Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê  dê li ser riyên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê dê bi hevra gotûbêjê bikin.