Xeterên jîngehî yên operasyoan Mûsilê
Operasyona azadkirina Mûsilê ku ji 17 Cotmehê ve destpê bû û operasyoan herî mezin li dijî terorîstên DAIŞê li Iraqê ye gelek fukar çêkirine ku ya herî giring xeterên jîngehê û bandor wê ser şêniyên iraqî bitaybet şêniyiyên parêzgeha Neynewayê ye.
Bernama jîngehê ya NY duh 27 Cotmehê li bara talûkeyên jîngehê yên li ber agirberdana demûdezgeh û bîrên niftê û karistanan ji aliyê terorîstên DAIŞê ji destpêka operasyona azadkirian Mûsilê hişyarî da.
Rêveberê bernama jîngehê ya NY , Erîk Solhaym jî got ku mijarên binpêkirina qanûnên jîngehê ku Iraq li dehekên buhurî şehedên wan bûye ji wan hişkandina golavan û lewtandina erd û zewiyan, bûne sedema têkçûna sîstima jîngehê.
Operasyona Mûsilê operasyoneke bi dûhatên çendalî ye. Dikarin operasyona Mûsilê ji hêla berfiretiyê curek şerê navxweyî bidin zanîn jiber ku ev operasyona dê bandorê bike ser zêde ji milyonek kesî.
Ji aliyên din ve Mûsilê ji hêla mewqiya jeoekonomîkê va jî pir giringiya xwe heye ji ber ku xêncî bendava Mûsilê û çemê Dicleyê,navçên nifttêde jî li nêzîkî vî bajarî de ne. Terorîstên DAIŞê ku taybertmendiyên wan ên herî giring pêkanîna tirs û xofê û reftarên cinayetkarane û kirêt e li operasyoan Mûsilê jî hewl didin vê taybetmendiyê bixebitînin.
Wek mînak terorîstên DAIŞ`ê ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê heya niha agir berdane19 bîrên niftê û karistaneke gogirdê .Agirberdana bîrên niftê û karistanan dibe sedema belavbûna gazên bijahr ku vê yekê zêde ji 1000 kes ji xelkê navçên curbicure Neynewayê li rojên buhurî bi jahrê xistin û nexweş kirin.
Herçend ku DAIŞê agir berda bîrên niftê û karistanan, lê tê texmînkirin ku ev grûpa terorîstî reftarên din jî li ware jîngehê bike ku dûhatên însanî yên girantir û xirabtir jî hebin.
Pêştir hin rayedarên iarqî li bara kavilkirina bendava Mûsilê an lewitandian ava vê ebndavê û çemê Dîcleyê ku çemê herî mezin ê Iarqê ye hişyarî dabûn.
Yek ji rayedarên iarqî li vê bare gotibû ku emerîkî tim navê bagera Katrînayê dubare dikin, lê kavilkirina bendava Mûsilê hezar carî dê girantir ji karesata Katrînayê be.. Ger bendava Mûsilê were kavilkirin dê tenê li çend sietan nêzîkî 500 hezar kes cane xwe ji dest bidin.
Ger terorîstên DAIŞê destê xwe li çavkaniyên avê li Iraqê verdin qeyrana avê li Iraqê dê girantir bibe û hejmara gelheya ku ava paqij tine ne zêde bibe.
Li gorî rapora sindûqa zarokên NY, UNICEFê şerê Emerîkayê li dijî Iarqê li sala 2003an û dagirkirina hin beşên Iraqê ji aliyê terorîstên DAIŞê li sala 2014an bû sedem ku asta şêniya Iraqê ku li sala 2003an ava paqij tinebûn ji sedî 19 bighêje sedî 24ê li sala 2015an.