Cotmeh 25, 2016 18:38 Asia/Tehran
  • Hilbijartina di navbera xirab û xirabtir li Amerîkayê

Du hefte mayî bo hilbijartina serokkomartiya Amerîkayê, asta nehebandina du namzedên sereke yên vê hilbijartinê, her wekî berê zêdetirî sedî 50`an e.

Li nirxandina herî dawîn a malpera Pîvana Raya Giştî ya Real Clear Politics`ê, Hîlarî Klînton, berendama demokratan û Donald Tramp, berendamê komarxwazan, di rêze de bi asta sedî 53.7`an û sedî 60.9`an nayên hebandin. Asta hebandina Klîntonê sedî 43.1`ê û Tramp sedî 35.7`an hatiye ragihandin. Li gorî vê amarê, kivş dibe ku Tramp zêdetir ji Klîntonê nayê hebandin heta ku ferqa asta hebandin heya asta nehebandina berendamê komarxwazan -%25`an e, li halekê ku ev hejmar ji bo Klîntonê, tenê sedî 9 hatiye ragihandin.

Di eynî demê de, li bûyereka kêmmînak a li Amerîkayê, her du berendamên du partiyên sereke yên vî welatî, nayên hebandin. Bi giştî li hilbijartinên berê tê dîtin ku yek ji du berendamên komarxwaz yan demokratan, dihatin hebandin û yê/ya din nedihat hebandin û bi giştî xelk, kesê hebandî û hezkirî dibijartin. Lê niha him Donald Tramp û him jî Hîlarî Klînton, zêdetir ji viya ku di nava amerîkiyan de werin hebandin, nayên hezkirin û hebandin. Eva li halekê ye ku ji hêla nijyara siyasî ya Amerîkayê ku di destê du partiyan de ye, tu şansek jibo serketina berendamên curbicur ên ji partiyên ji bilî du partiyên Komarxwaz û Demokrat li hilbijartina Amerîkayê, nayê dîtin. Ji ber vê yekê welatiyên Amerîkayê neçar in ku di roja 8`ê Mijdarê, ji nava xirab û xirabtir, yekê/î bibijêrin.Komarxwaz, Klîntonê û demokrat jî Tramp, berendamê/a nebaş didin zanîn. Hegerên curbicur jî ji bo dûrbûna wan ji hebandinê tên gotin.

Wek mînak, Hîlarî Klînton, tevî ceribîn û destkevtên siyasî, nûnerê rewşa heyî û teşkîlata siyasî ya li Amerîkayê ye . Li halekê ku para zêde ya welatiyên amerîkî ji rewşa niha nerazî ne û baweriya xwe bi siyasetmedarên kevn û xwedî tecrube yên wek Hîlarî Klîntonê, nayînin. Amerîkî ji çend salan beriya niha va çavên xwe kutane guhertinên bingehîn ên li welatê xwe yên bi armanca ji holêrakirina pirsgirêkan û pêkanîna dahatiya baştir, pêvajoyek ku wer xûya nake ku bi riya serokomartiya Hîlarî Klînton jî serê xwe bigire. Heta jinbûna Hîlarî Klîntonê û hitmala bijartina yekemîn jin wekî serokomara Merîkayê di dîroka vî welatî de jî nekariye ku asta hebandina wê bigihîjîne sedî 50`an.

Li hember wê Tramp jî ji ber hegerên curbicur nayê hezkirin. Vî mîlyardêrê bi kêşe û haykûf, jibo gihîştina bi posta namzediya Partya Komarxwazan, komên curbicur ên wekî Latîn, Misilman, jin û hin muhafizekar û serokên Partya Komarxwaz bi xwe re kirine dijmin. Herwiha Tramp, pirr tûşî riswatiyên exlaqî û reftara nebaş a bi jinan re bûye. Eva li halekê ye ku raberkirina hin dirûşmeyên radîkal ên dijî peywendiyên siyasî, aborî û civakî yên li Amerîkayê, bûye sedema tirsa komeka zav a dengderên amerîkî ji serketina Tramp.

Di her halî de, pêvajoya bêmênak a nerizamendiya ji her du berendamên sereke yên hilbijartina serokkomartiya Amerîkayê dikare li dahatiyê jibo vî welatî bibe kêşe û pirsgirêk. Tê texmînkirin  di roja 8`ê Mijdarê tu yek ji berendamên demokrat û komarxwaz nekaribin ku sedî 50`ê dengan bi dest bêxin. Her çend ku çavlirê ye Klînton bi palpiştiya bi hitmala herîkêm 270 dengan ji 538 dengên taximên Elekteral bikaribe li hilbijartinê ser bikeve. Bi vî halî, hêrsbûna bi mîlyonan alîgirên Tramp ji rewşa heyî jî dikare leşkereka bihêz bona serketina berendamê Partya Komarxwaz pêk bîne.

Lê tevî van hitmalan, her ji niha va kivş e ku qebûlkirina encamên hilbijartina sala 2016`an ji aliyê alîgirên berendamê/a şikestxwarî, bikeve ber pirsgirêkan û tûşî kêşeyan bibe. Tramp her ji niha va ragihandiye ku wê eger ser bikeve wê encama hilbijartinê qebûl bike. Tevî nehebandina Klîntonê di nava zêde ji sedî 50`ê xelkê Amerîkayê de, ev nihêrîn dikare bi awayekî giran gef li aramiya siyasî û yekperçetiya neteweyî ya li Amerîkayê bixwe. Her ew rewşa dikare wê demê girantir bibe ku Tramp tevî sedî 60`ê asta nehebandinê, li hilbijartinan ser keve û bibe serokkomarê vî welatî.