Sekinîna Erdogan li ser vê yekê ku Mûsil ji hêla dîrokî ve ya Tirkiyê ye
Li halekê ku kêşeyên di navbera Tirkiye û Iraqê, hin berûlayên berfirehtir girtine ber xwe, Amerîka bi helwêstên nû, nakokiyên di navbera du welatên cînar, zêde dike.
Karzan, sefera kurt a vê daviyê ya Eşton Kartêr, wezîrê berevaniya Amerîkayê bo enqerê, her di vê çarçoveyê de dinirxînin.
Li dewama nakokiyên di navbera Tirkiye û Iraqê de, rayedarên dewleta Bexdayê ragihandine ku Iraq bona azadkirina Mûsilê û paqijkirina vî bajarî ji endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, hewcedarê Enqerê nîne.
Li berteka li hember vê helwêsta Iraqê, serokomarê Tirkiyê ragihandiye ku Mûsil ji hêla dîrokê ve ya Tirkiyê ye. Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars`ê, Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê li dewama kêşeyên vî welatî bi Iraqê re, roja şemiyê 22`ê Cotmehê, li axiftinekê got ku ji hêla dîrokî ve Mûsil, ya Tirkiyê ye.
Li ser bawera karzanan, gotinên wiha yên serokomarê Tirkiyê, li navçê û cîhanê de ti nirxeke xwe tine û bi tenê ew gotinan ji bo xapandinê li nav Tirkiyê bi xwe hatine gotin. Hêjayî gotinê ye ku îro yekşemiyê heftemîn roja operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê ye û her di vê çarçoveyê de, hewldanên hêzên iraqî bona derxistina DAIŞ`ê didomin.
Operasyona Mûsilê li halekê berdewam e ku kêşeyên di navbera Bexda û Enqerê li ser hebûn yan nebûna leşkerên Tirkiyê di vê operasyonê hîn berdewam in. Hin çavkaniyên iraqî, gotinên vê dawiyê yên Erdogan li ser vê yekê ku Mûsil ji hêla dîrokê ve ya Tirkiyê ye, nîşaneyek ji siyasetên Nêoosmanîzm yên serokkomarê Tirkiyê dane zanîn.
Tevî viya û berovajiya nakokiyên vê dawiyê yên rayedarên Tirkiye û Iraqê, wezîrê berevaniya Amerîkayê, vê dawiyê ji bilî sefera bo Enqerê, li ser beşdariya Tirkiyê li operasyona Mûsilê sekinî. Eşton Kartêr, wezîrê berevaniya Amerîkayê, roja îniya buhurî li civîna hevpar a çapemeniyê bi hevtayê xwe yê tirk, xwest ku Tirkiye li operasyona azadkirina Mûsilê beşdar bibe. Eva li halekê ye ku Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, vê dawiyê ragihand: Em dijî hebûna hêzên Tirkiyê li operasyona Mûsilê ne. ji ber ku hebûna wan wê bibe sedema astengiyan ser riya hewldanên iraqiyan li şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê.
Hin civatên siyasî yên li Iraqê, armanca dewleta Enqerê ji beşdariya Tirkiyê li operasyona azadkirina Mûsilê ya bi piştevaniya Amerîkayê, hewldana jibo pêkanaîna korîdoreka ewleh bona revandina terorîstên DAIŞ`ê ji qada şêrr didin zanîn.
Karzan dibêjin Amerîkayê hemû hewla xwe bi kar girtiye ku nakokiyên di navbera Tirkiye û Iraqê de girantir û zêdetir bike.
Li ser bawera wan karzanan, Amerîka tenê ji riya pêkanîna nakokiya di navbera welatên navçê, qazancê dike û dikare ku bigihîje armancên xwe yên li navçeya Rojhilata Navînê.
Amerîka demekê pêşwaziya nakokiyan kir û demekê jî li Iraqê pişta terorîstên DAIŞ`ê girt. Niha jî Amerîkayê, siyaseta zêdekirina nakokiyên di navbera Tirkiye û Iraqê girtiye ber xwe.
Xala girîng a di vî warî da ev rastiya ye ku di mideha çend mehên buhurî de ku rayedarên dewleta Enqerê, mijara radestkirina Fethullah Gulen, rêberê manewî yê Nûrçiyên Tirkiyê, bi peywendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê re girêdabûn, niha di vî warî de bêdeng mane.
Bi gotineka din, rayedarên Tirkiyê, di mideha van rojên buhurî de, mijara vegerandina Fethullah Gulen, ji bîr kirine û careka din ketine ber bandora siyasetên lihevalyayî yên Amerîkayê. Eva li halekê ye ku li rewşa niha, dewsa nihêrînên nasyonalîstî, divê rayedarên Tirkiyê ber bi rastiyan va pêngavan bavêjin.
Wekî viya ku vê rastiyê careka din li ber çavan re derbas bikin ku eger destê Amerîkayê li darbeya serneketî ya vê dawiyê ya li 15`ê Tîrmehê li Tirkiyê tinebe, berî wê ji bo perçekirina vî welatî hin planên xwe cih anîne.
Rayedarên dewleta Enqerê, berî niha bi caran serokên Koşka Sipî hişyar kiribûn.
Eva li halekê ye ku mijara perçekirina Tirkiyê li serê bernameyên demnavîn û demdirêj ên dewleta Amerîkayê û saziyên wlhî û sîxuriyê yên vî welatî ye. Dûr e ku bi pêkanîna tevgereke wekî derxistina terorîstên DAIŞ`ê ji Mûsilê, Amerîka helwêst û armancên xwe yên sereke wêde bide.
Rayedarên Tirkiyê divê vê yekê bizanibin ku yekperçetiya axa Iraqê, mijareka girîng e ku cizixa sor a gelek welatên navçê tê hesêb, li halekê ku bi xwetêkiliyên Tirkiyê li karûbarên welatên navçê, dewleta navendî ya vî welatî, her rojê lawaztir dibe û Amerîkayê li armancên xwe yên di warê perçekirina Tirkiyê, nêzîktir dike.