Cotmeh 22, 2016 17:05 Asia/Tehran
  • Hişiyariya partiyên dijber li bara zêdebûna peywendiyên Tirkiyê digel Erebistanê

Nerazîtiya partiyên dijber li hemberî siyasetên derveyî û navxweyî yên dewleta Enqerê hema wisa didome.

Di dewama van nerazîtiyan Kemal Qilîçdaroxlû rêberê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) berfirehbûna danûstandin û hevkariyên dewleta Enqerê ya pêkhatî ji partiya Dad û Geşepêdana vî welatî (AKP) digel paşatiya paşverû ya Erebistana Siûdiyê wek gefek li dijî ewlehiya neteweyiya Tirkiyê da zanîn. Li gorî rapora IRIB News`ê, Kemal Qilîçdaroxlû roja îniyê, 21`ê Cotmeha 2016`an, tevî hişiyariya li bara peywendiyên nêzik û lihevaliyayî di navbera dewleta AKP`ê û rêjîma paşatiya Alê Siûd li gellek warên siyaseta navxweyî û derveyî, got: Encamên nerênî yên plan û siyasetên tayfetî û yên bi xeter û tehlûke yên rêjîma siûdiyê li Iraq û Sûriyê hatine selimandin. Vî siyasetvanê nasyar û serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) her viha bal kişande ser paqijkirina berfireh û kêmdîtî ya sazî û rêxistinên dewletê ji dijberên Erdoxanê serokomarê vî welatî her viha got: Erdoxan bi siyasetên xwe yên bi xeter û zorbêjane hewil dide ku Tirkiye bike welatekî mîna Erebistanê.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê û rêjîma paşverû ya paşatiya Erebistana Siûdiyê hevrê digel hinek ji welatên hevpeyman ên rojavayî û erebî di heyama salên vê dawiyê da bi hevkarî û piştgiriya ji komên têrorîst û çete ji wan DAIŞ`ê agirê şerr û bêewlehiyê li navçeya Rojhilata Navînê gurr kirine. Bê şik û guman berxwegirtina siyasetên hevaheng û nedurust ên welatên rojavayî û welatên paşverû yên ereb ên dorhêla Kendava Farsê tev Tirkiyê li bara hinek ji mijar û meseleyên navçeyê, pirsgirêkên welatên cînarê Tirkiyê giran û gurr kirine. Li halekî ku dewleta Tirkiyê ya pêkhatî ji Partiya dad û Geşepêdanê (AKP) di destpêkê da û sala 2000`î bi stratijiya nakokiya sifir digel welatên cînar xebata xwe dest pê kiribû, niha digel hemî welatên cînar tûşî kêşe û pirsgirêkan bûye. Karzan dibêjin xewn û xeyala qiraltiya osmanî hikûmeta Erdoxên ji rê derdixe. Riya nedurust û nediyar ew e ku têda siyaseta ``Kêşeya sifir digel welatên cînar`` bo ``Dostên sifir li navçeyê``. Tevî yekîtiya hemî dewletên rojavayî ji wan Amerîka û Yekîtiya Ewropayê û welatên paşverû yên ereb li dorhêla Kendavav Farsê digel dewleta Tirkiyê û pêkanîna nerazîtiyên navxweyî, lê dewleta Bişar Esed hema wisa çalak e. Di rastiyê da pênc salan piştgiriya ji şerê navxweyî yê Sûriyê û girtina pişta têrorîstêîn DAIŞ`ê û beşdariya li şerê dijî artêşa Sûriyê û di eynî demê da dagirkirina beşeke axa vî welatî, dewleta qanûnî ya Bişar Esed hema wisa biryarderê sereke li warê mijarên navxweyî, navçeyî û cîhanî ya Şamê ye. Dewleta AKP`ê hema wisa bi destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê û şandina hêzên xwe yên çekdar bo nav axa vî welatî siyaseta dagirkrina axa welatekî cînar ê din xistiye rojeva xwe.

Xûya ye ku beşa mezin a siyasetên dewleta Enqerê encama hevkariya Tirkiyê digel paşatiya paşverû ya Alê Siûd in. Di rastiyê da siyasetên paşatiya siûdî ji aliyê dewleta AKP`ê va di asta navçeyê tên şopandin. Karzan li ser vê bawerê nen ku renge di dêvla van xizmetên rayedarên tirk ji bo desthilatdarên Alê Siûd, paşatiya siûdî ji riya dayîna diravên qazanckirî ji riya firotina nifta xav pişta dewleta Enqerê digire. Têgihîştina vê rstiyê ji wê derê ye ku dewleta Tirkiyê ti carî qala pirsgirêkên malî yên cûrbicûr nekiriye. Li halê ku berî viya dewleta Enqerê di her liv û tevgerekê da vedigeriya û qala zextên aborî li ser Enqerê dikir. Cuda ji mijarên aborî û malî divê em vê rastiyê jî berçav bigirin ku di esas da paşatiya paşverû ya Alê Siûd siyasetên firqeya rêderketî ya Wehabiyetê li ser welatên hevpeymann wek tirkan disepîne. Di rastiyê da hevrêtî û hevkariya dewleta Tirkiyê digel paşatiya paşverû ya Erebistanê di dirêjdemê da wê li ser ziyana vî welatî be. Wek mînak divê em bêjin: Li halê ku gellek ji welatên hevpeymanê kevn digel paşatiya siûdî li ser rawestandina çalakiya wehabiyan israrê dikin, ev firqe wê di pêşerojê da dewsa firqeya Nûrçiyan li Tirkiyê bigire. Ji wan em diakrin amaje bi rawestandina çalakiya wehabiyan li Qezaqistanê bikin. Rayedarên dewleta Qezaqistanê qala piştgiriya Nûrsiltan Nezerbayîf serokomarê vî welatî ji plana qedexeya çalakiya firqeyên ``Selefiye`` û ``Wehabiyet``ê li vî welatî kirin. Li gorî rapora roja 21`ê Cotmehê ya mêdyayên Astanê, serokoamrê Qezaqistanê ragihand: Êrîşên têrorîstî yên ku di heyama mehên vê dawiyê li nav=çeyên cûrbicûr ên Qezaqistanê qewimîne, ji aliyê kesên ``Selefî`` va hatine plandarêştin û cihanîn.

Biryara rayedarên Qezaqistanê ji bo danîna qedexetiyê li ser çalakiya firqeyên ``Selefiye`` û ``Wehabiyet``ê li vî welatî di rewşekê da ye ku hinek ji welatên navçeya Asyaya Navendî ji wan Tacîkistanê ji sê salan berî viya va çalakiya van du firqeyan qedexe kiribûn.