Cotmeh 18, 2016 18:25 Asia/Tehran
  • Agirbesa yekalî ya li Helebê, bêbaweriya li hember Amerîkayê nîşan dide

Rûsya ragihand artêşên Rûsya û Sûriyê, wê operasyona leşkerî ya li Helebê li çarçoveya agirbesa mirovhezane ya roja pêncşemiyê, ji bo heşt saetan bisekinîne.

Vîtalî Çorkîn, nûnerê Rûsyê li Rêxistian Neteweyên yekgirtî (NY), roja duşemiyê got: Agirbes wê ji saet heştê sibeha pêncşemiyê heya saet 16`an a ser dema navçê, bi cih were. Di çarçoveya agirbesa ku bona derketina sivîlan û bi taybet birîndaran û paşdakişyana kesên çekdar hatiye ragihandin, wê hin korîdor û dalan terxan bibin.

Li gorî gotina Çorkîn, Rûsya û Sûriye, bi awayekî yekalî, agirbeseka heştsaetî, li Helebê ragihandin û wê dirêjkirina dema vê agirbesê bo 48 yan 72 saetan hewcedara hevhatinên çendalî ye.

Berî niha, agirbesa ku Rûsye û Amerîkayê li Helebê li hev kiribûn, li kêmtir ji hefteyekê têk çû. Agirbesa ku li Îlona buhurî pêk hat, nîşan da ku Amerîka pêbawer nîne û ev welata di her rewşekê de bejewendiyên xwe û komên çekdar û terorîst ên li Sûriyê ber çav digire.

Têkçûna agirbesa ku di navbera Rûsye û Amerîkayê de hate lihevkirin, bû sedem ku medya welatên rojavayî bi rêveberiya Amerîkayê li şerrê medyayê, Rûsye û Sûriyê, sebebkarên giranbûna qeyrana li Helebê, bidin nasandin.

Eva li halekê ye ku komên çekdar ên qaşo navînrê û yên ku ji aliyê Amerîka, Erebistan, Qeter û Tirkiyê ve pişta wan tê girtin, ligel koma terorîst a Cibhetunusre (Feth El Şamê), navçeyên curbicur ên bajarê Helebê dane ber bombeyan.

Liv û tevgerên wan li rojhilatê Helebê, jiyana nêzî 250 hezar sûriyan dijwar û bi karesat kiriye. Giranbûna liv û tevgerên terorîstan li rojhilatê Helebê, artêşa Sûriyê û piştgirên wê, neçar kirin ku wan serkut bikin û tişta ku niha li Helebê tê dîtin eva ye ku artêşa Sûriyê ber bi serketinê ve diçe.

Heleb, bereya sereke ya şerrê li Sûriyê ye û serketina di vê bereyê de, wê bandorê li dahatiya siyasî ya vî welatî bike. Piştgirên terorîstan û komên çekdar, bi her awayî hewl didin serketinên wan ên li rojhilatê Helebê, di rewşeka guncav biparêzin.

Amerîka di çarçoveya vê siyasetê de, li gorî hevhatina ku li Îlona buhurî de bi Rûsyê re pêk anî, nexwest ku tu cidatiyekê dayne navbera çekdarên navînrê û koma terorîst a Cibhetunusrê.

Armanca van du komana hevpar e û hewl didin ku dewleta Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê, têk bibin. Ev mesele li civîna şemiya buhurî ya Lozan a Swîsrayê ya di navbera wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya, Amerîka, Erebistan, Tirkiye, Iraq, Misr, Urdin û nûnerê Rêxistina Neteweyên yekgirtî li karûbarên Sûriyê, bi awayekî cidî hate raberkirin.

Civîna Lozanê, piştî çend saetangengeşe û gotûbêjê, encameka baş bi dest nexist. Heya dema ku di navbera kesên çekdar û neyarên dewleta Sûriyê û koma terorîst a Cibhetunusrê, sînorek kivş nebe û li ser bijareya wêdebirina Bişar Esed, berî wergirtina dengên xelkê Sûriyê, pêgîrî were kirin, wê ti civînek li ser vî welatî negihîje encameka baş û erênî.

Ya ku di mejiyê welatên bibandor ên li qeyrana Sûriyê, wekî terorî

st zanîna komekê, helwêsteka hevpar heye, tê dîtin lê di rastiyê û pratîkê de nagihîje encamê, wekî pirsgirêka sereke ya li her gotûbêjeka bona çareseriya qeyrana Sûriyê û pêkhatina agirbesa hertimî ya li Helebê, raber dibe.

Li gorî gotina Vîtalî Çorkîn, eger ku terorîstên Cibhetunnusrê ji navçeyên rojhilatê Helebê derkevin, wê rê ji bo pêkhatina agirbesa hertimî ya li vî bajarî xweş bibe.