Cotmeh 18, 2016 14:07 Asia/Tehran
  • Serketina şerê Mûsilê bi qumandetiya hêzên iraqî

Operasyona azadkirina Mûsil a navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê ji binlepên koma terorîst a DAIŞ`ê ku ji sibeha roja duşemiyê va dest pê bûye, ber bi pêş da diçe.

Hêzên hevpar ên Iraqê, roja sêşemiyê, êrişeka berfireh ji mêhwera El Qiyare ya li başûrê Mûsilê ber bi vî bajarî va dest pê kirin. Çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêzên hevpar ên Iraqê, heya niha zêde ji 15 gundan li başûrê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirine.

Hêzên Pêşmerge û hêza Gelanî ji rojhilat  û başûrê Mûsilê va, alîkariya artêşa Iraqê li şerrê dijî DAIŞ`ê dikin. Serketina roja yekemîn a operasyona azadkirina Mûsilê, nîşan dide ku hêzên hevpar ên Iraqê bona derxistina terorîstên DAIŞ`ê ji parêzgeha Neynewayê, bi viyan û cidî ne.

Serketina dawîn a li operasyona azadkirina Mûsilê, maye ser dewama qumandetiya vê operasyonê bi destê iraqiyan. Amerîka û hin welatên navçê, hewl didan ku şerrê dijî DAIŞ`ê li Mûsilê, bi rê ve bibin lê helwêstên vebirr ên Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, pêşiya vê yekê girt.

Amerîka û Tirkiye pirr xebitîn ku bandorê daynin ser operasyona azadkirina Mûsilê, lê bi ser neketin. Ev operasyona bi qumandetiya hêzên hevpar ên Iraqê ku ji artêş, Hêza Gelanî, eşîr û Pêşmergeyên Kurd pêk hatiye, didome û ev hêzana ji bereyên curbicur ber bi navenda bajarê Mûsilê va diçin.

Hevgavê pêşveçûna hêzên hevpar ên iraqî ber bi Mûsilê va, endamên koma terorîst a DAIŞ`ê ji navçeyên cengî direvin. Perîşetiya DAIŞ`ê ya li Mûsilê, tê dîtin û tu riyek ji bilî derketina ji vî bajarî jibo DAIŞ`ê nayê dîtin.

Berî niha, hin nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a rûsî ya Novestiyê, li bara hevhatina Amerîka û Erebistanê bona derketina endamên DAIŞ`ê ji Mûsilê û şandina wan ber bi Sûriyê ve hatine weşandin, hevkariya van du welatan bi DAIŞ`ê re piştrast dike. Hewldanên Amerîkayê jibo qumandetiya operasyona azadkirina Mûsilê tevî rola ku bona piştgiriya ji DAIŞ`ê û komên din ên terorîst dilîze, berovajî ya hev in. Di rewşeka wiha da helwêstên guncav û vebirr ên dewleta Iraqê bûn sedem ku operasyona Mûsilê wisan ku amerîkiyan plana wê darêştibûn, cih neyê.

Mûsil tenê navenda liv û tevgerên DAIŞ`ê li Iraqê ye û hevdemê hewldan û viyana iraqiyan jibo ji navbirina DAIŞ`ê û azadkirina vî bajarî, dubarebûna reftara newekhev a Amerîkayê li şerrê dijî terorîsmê, tê pêşbînîkirin.

Amerîkî bi xwe bûne sedema pêkanîna komên terorîst ên li Sûriye û Iraqê. Koka dîrokî ya pêkhatina komên terorîst li navçê, wedigere ser siyasetên şaş ên Amerîkayê. Ev siyasetên Amerîkayê, bûn sedem ku iraqî li şerrê dijî terorîsmê, baweriya xwe bi Amerîkayê neyînin û bi xwe bikeve pêşiya şerê dijî DAIŞ`ê li navçeyên curbicur ên Iraqê û niha jî li Mûsilê bi awayekî rasterast vî şerî pêşve dibe.

Yekbûna hêzên çekdar ên Iraqê li operasyona azadkirina Mûsilê, hegera serketina vê operasyona çarenivîsaz e û bêyî hewcetiya li Amerîkayê, wê rewşa Mûsilê li ser kar û qazanca xelkê Iraqê, biguhere. Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê jî bi dîtina yekbûn û helwêstên bêmînak ên iraqiyan, li ser nêzîkbûna dema azadkirina bajarê Mûsilê û têkçûna hetmî ya koma terorîst a DAIŞ`ê pêgîrî kiriye.