Cotmeh 17, 2016 18:40 Asia/Tehran
  • Dewama bêewlehîtiyan li Tirkiyê

Li encama teqîna siba roja yekşemiyê li navça El-Camiê, bajarê sînorî ya Qazîentepê li Tirkiyê hejiya.

Li encama teqîna  pakêta bombekirî li taxa  Bîzş Yûz Oylet li nêzîkî Şelal Parkê ya vê navçê ku piraniya  xelkê wê awareyên sûrî ne  herîkêm 3 polîs hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Anadolûnewsa Tirkiyê îdia kir ku  ev teqîna terorîstî wextekê qewimî ku  hêzên polîs li vê navçê li halê cihanîna  operasyona  li dijî DAIŞ`ê bûn.

 Qayimeqamê Qazîentepê jî piştî vê teqînê ragihand ku  li rojên buhurî hin nûçe li bara  danîna bombeyan  li civînên  elewiyan  hatibûn ragihandin  û li  ser vê esasê ev operasyona  li dijî DAIŞ`ê cih hat.

 Wî got ku jibo damezrandina aramî û ewlehiyê li parêzgehê operasyona  rawestana li ber grûpên  terorîst ên mîna  Xizmetê, PKK û DAIŞ`ê dê mîna berê bidome.

Çavkaniyên  dadweriyê yên Tirkîyê li bara girtina 59 kes ji hêzên  polîs bi tawana  gumanbarbûna  ji îstifada  ji sîstima  By Lockê ya  Fethullah Gulen serokê tevgera Xizmetê li Enqerê agahî dan .

 Pênc serokpolîs, sê kes ji efserên  pilebilind û 37 kes ji çavdêr û alîkaran  di nava  girtiyan de ne.

 Sercem refatrên  polîsên Tirkiyê derheq girtina  endamên  tevgera Gulen ji aliyekê ve  û teqînên li  her derên vî welatî ji aliyê din ve  ku vê dawiyê li Qazî Enteqpê tên dîtinê,  nîşana  dewama bêewlehîtîyê li beşên siyasî ewlehî û civakî û rewanî yên  civaka Tirkiyê ye.  Bi curekê ku  heta mirov dikare  daxwaza  dozgeriya  Amedê jibo mehkemekirina  Demirtaş  hevserokê HDP li vê çarçovê binirxîne. 

 Dozgeriya Amedê, Demirtaş hevserokê HDP`ê tawanbar kiriye ku ewî par li gotûbêjeke televîzyonê eşkere  dewleta vî welatî tehqîr kiriye, lewma  ji wî re cezaya 6 meh heya  du sal hews hatiye birînê.

 Cida ji  bêewlehiyên  li encama liv û tevgerên  hin komên  dijberê dewleta Tirkiyê ku li kiryarên  teqînê tên dîtinê lê hin  yên din  yên dezgehên  dewletî nîşana  gurbûan bêewlehiyên  civaka Tirkiyê ne.

 Ev nihêrîna  bitaybet piştî darbeya  bêencam a 15 Tîrmehê li Tirkiyê kete rojeva  bernama karê dewletê.

Rexnegirên dewleta Tirkiyê ser vê bawerê ne ku  rêberên Tirkiyê bi domandina  reftarên  tund ên  polîs û dezgehên ewlehiyê dil hene ku  mesela gefa ewlehiya civakî û rewanî zindî xweyî bikin ku bikaribin  bi vê riyê dijberên xwe bixin tecrîdê.