Şirove - Hêzên tirk li Iraqê li dû çi ne?
Pêgiriya Edoxan serokomarê Tirkiyê li ser dewama hebûna hêzên artêşa vî welatî li axa welatê cînar bûye sebeb ku hin xewnên ku rayedarên tirk ji bo Iraqê dîtine eşkere bibin.
Pêgiriya Edoxan serokomarê Tirkiyê li ser dewama hebûna hêzên artêşa vî welatî li axa welatê cînar bûye sebeb ku hin xewnên ku rayedarên tirk ji bo Iraqê dîtine eşkere bibin.
Li vî warî da xanima Firdos Ewadî parlementera Iraqê ji Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bi weşandina daxûyaniyekê eşkere kir: Hokara bicihbûna çekdarên Tirkiyê li nêzikî Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê filitandina zêdetir ji du hezar kes ji çeteyên koma têrorîst a bin sîvana piştgiriya xwe anku DAIŞ`ê li vî bajarî ye. Li vê daxûyaniyê hatiye: ``Li gorî agahiyên ku ji rûniştiyên Mûsilê ketine ber destê me, zêdetir ji du hezar têrorîstên tirk ên DAIŞ`î li bajarê Mûsilê peywendiya wan a rasterast digel yekîneyên artêşa Tirkiyê li navenda leşkerî ya Başîqê heye. Ewna j bo derketina ji Mûsiê û girtina pêşiya riswabûna Tirkiyê ku ew di dema dagirbûna vî bajarî perwerde kirine, mijûlî şêwirîna digel çekdarên tirk in. Vê parlemantera Iraqê li gorî belgeyên heyî, bi bîr xist: Hejmarek ji efserên Tirkiyê li nava têrorîstên tirk ên DAIŞ`î li Mûsilê hene. Wan ji çend salan berî êrîşa DAIŞ`ê li ser Mûsilê, çete û têrorîst perwerde dikirin``.
Berî viya rêberên tirk her cûre hevkariya artêşa Tirkiyê digel komên çete û têrorîst bi taybet digel DAIŞ`ê înkar dikirin. Tevî viya, hin belge û şahidî li ser hevkariya Tirkiyê digel komên têrorîst hene. Di rastiyê da, hemî kesên ku bi navê komên têroîst ên wek DAIŞ, Cebheya Nusreyê û komên têrorîst komên têrorîst li axa Sûriye û Iraqê li dijî dewletên qanûnî yên Şam û Bexdayê şer dikin, di bin çavdêriya hinek ji dewletên navçeyê da ne. Ji mehekê berî viya va, dewleta Tirkiyê bi mehaneya êrîşa ser koma têrorîst a DAIŞ`ê - ku bi xwe piştgirê wê ye - hertim şervanên kurd ên YPG`ê li axa Sûriyê kirine hedefa êrîşên xwe. Tevî hebûna hin idiayên rayedarên tirk, heta niha tu belgeyek heta raporek ji aliyê navendên naskirî û pêbawer li bara şerê çekdarên artêşa Tirkiyê li dijî komên têrorîst nehatiye belavkirin. Ji ber viya û li gorî eşkerekirina xanima Firdos Ewadî ya hokar û sebebên israra serokomarê Tirkiyê li ser dewama dagirkirina Iraqê, em dikarin vê rastiyê hilêxinin ku nigeranî û fukara dewleta Tirkiyê zêdetir ji ber viya ye ku hejmareke zêde ya çekdarên ser bi dewletên Tirkiye, Erebistan, Amerîka û hinek ji welatên din di nava refên têrorîstên DAIŞ`ê da cî girtine û ev kesana divê bi awayekî ji Iraqê bên derxistin. tevî eşkerekirina delîl û egerên liv û tevgerên Tirkiyê li bara hebûna hêzên wî welatî li axa Iraqê, niha diyar bûye ku têroîstan ji ku û ji aliyê çi kesî va ferman werdigirtine?! Xûya û rohn e ku eşkerekirina vê rastiyê di qonaxa yekem da nîşan didie ku dewletên navborî li ser seerûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê û pêkanîna rewşa aloz û qeyranî li Iraqê sûd û berjewendiyên wan ên hevpar hene. Li gorî bawera karzanan, di rewşeke wiha da Edoxanê serokomarê Tirkiyê rîskeke mezintir kiriye. Di rastiyê da Erdoxên tevî ku xwe kiriye mertala rayedarên bê abûr û hitbar ên paşverû yên ereb li dorhêla Kendava Farsê, ketiye rewşeke aloz û dijwar ku filitîna ji wê nema bi hêsanî mimkin e. Nemaze ku gellek dûr dixûye ku dewleta Iraqê û siyasetmedarên desthilatdar li Bexdayê bi vê rehetiyê dest ji şopandin û bersivandina liv û tevgerên qirêj ên rayedarên dewleta Enqerê û artêşa Tirkiyê bikişînin.
Karzanên siyasî dibêjin ku dewleta Tirkiyê bi bikaranîna nedirust û neçê ya qeyrana navxweyiya Iraq û Sûriyê hêzên xwe yên çekdar şandina nav van du welatan. Eva di rewşekê da ye ku dewletên qanûnî yên Iraq û Sûriyê hertim destdirêjiya hêzên tirk ser axa xwe şermezar kirine. Rayedarên du welatên Sûriye û Iraqê her viha şik û gumana xwe ya herî zêde li hewilêdan û liv û tevgerên Tirkiyê li warê tişta ku xwedêbergiravî sekinîna li hemberî têrorîsmê bi nav dike, hene. Dewleta Enqerê bi idiaya şerê dijî koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê, şerê hêzên kurd ên PKK`ê dike. Li halekî ku li gorî hin belge û şehediyan beşeke çek û amorên şêrr ên têrorîstên DAIŞ`ê ji aliyê çekdarên tirk va tên dabînkirin. Di eynî demê da, rêxistinnê navçeyî û cîhanî û heta dewleta Tirkiyê bi xwe heta niha ti raporeke fermî li ser tişta ku angaşt dikin anku çalakiya dijî DAIŞ`ê neweşandine.. Ev yeka nîşan dide eger em bixwazin rastiyê bizanin divê em bêjin ku Heta niha ti liv û tevgereke dijî DAIŞ`ê ji aliyê Tirkiyê va pêk nehatiye û ji niha û pêda jî ti çaverêtî tine ku rayedarên tirk pêngavekê dijî DAIŞ`ê rakin.