Cotmeh 10, 2016 18:32 Asia/Tehran
  • Hevkariya aborî li rewşa aşitî û aramiyê, mijara axiftina Rûhanî li civîna Civata Asiyayî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî bi beşdariya li civîna dudiyan a civata gotûbêjê û hevkariyên Asiyayê li Bankokê ku roja duşemiyê bi beşdariya rayedarên pilebilind ên 34 welatên Asiyayê hat lidarxistin, nihêrînên Îranê li bara derfet û pirsgirêkên pêşberî Asiyayê hilêxistin.

Rûhanî got ku welatên asiyayî divê bi vekirina  bazaran, hevkariya aborî,  reforma  nijyarên navxweyî, zelalkirin û hevahengiyên berfireh li warên kivşkirina siyasetan, pêngavên  bilind li riya jordebirina  rewşa jiyana  xelkê xwe û jordebirina cih û şûna Asiyayê li hevkariyên cîhanî rakin.

Serokê Komara îslamî ya Îranê got ku îro rojê hemî dizanin ku tu mijareke navneteweyî bêyî hizûr û hevkariya berdewam a hêzên asiyayî nayê çareserkirin û li çareserkirina  pirsgirêkên  berfireh ên  topa erdê yên mîna guhertinên  av û hewayê, krîza jîngehê, pirsgirêkên civakî yên mîna  awareyan, penaberan, bêsewadî û xizaniyê, eva welatên asiyayî ne ku  wek aktorên  warê cihhatina ewlehiya  komî rolan dilîzin.

Rasitî eva ye ku  îro zêde ji her wexteke din gelên Asiyayê hewcedarê palpiştiya hev in û ev palpiştî bêyî zanebûn, hevnasîn û nêzîktirbûna  nihêrînan serêxwe nagire. Naskirineke wisa helbet asteke berfireh a çand û zirûfên aborî û şêwaza nihêrîna  li alûgur û bûyerên cîhanî digre ber xwe.

Li axiftina Rûhanî li vê civînê hin mijar hatin tekezkirin ku him warê ewlehî û aramiyê li vê qorna mezin û him  li warê çand û nirxên hevpar ên olî û çandî yên gelên Asiyayê pir giring e.

Li warê ewlehiyê jî nihêrînên Îranê jî li gor bingehên  aşitî û ewlehiya cîhanî ne. Axiftina  vê dawiyê ya  serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna civata giştî ya  NY û her wiha  mijarên ku serokê Komara Îslamî ya Îranê li civînên  sê salên buhurî yên  civata giştî raber kirin  ev xala giring nîşan dide ku li gorî baweriya Îranê  ewlehî meseleyeke giştî ye. Bawera Komara Îsalmî ya Îranê eva ye ku  nebûna ewlehiyê, terorîzm û tund û tûjî  û şêr, fukara giştan e. Bi vê ferqê ku li her beşek ji cîhanê şîdet û kûratiya wê feriq dike.

Li rojava Asiyayê ev pirsgirêka mezintir û berfirehtir e û bêguman êş û kuştina ku  terorîzm û tund û tûjî û fanatîzmê li vê navçê  bi cih hiştiye bi meselên ku  Ewrûpa û welatên rojavayî  ji ber van ketine fukaran nayê qiyaskirin.

 Êş û kulên ku xelkê Yemen, Sûriye, Iraq, Efxansitanê û her wiha  zêde ji nîv qurnan xelkê mezlûm  ê Filistînê kişandine ewqas kûr  in ku  bi pîvanên  mafên mirovan  ên welatên rojavayî nayên fehmkirin jiber ku  bingeha  piraniya van qeyran û kêşeyan di siyasetên  serdestîxwazane yên cîhanî de ye.

 Ji ber vê rastiyê serokê Komara Îslamî ya Îranê li  axiftina xwe li civîna civata gotûbêj û hevkariyên Asiyayê amaje bi  bingeh û hokarên  van bêewlehiyan kir û got ku  mudaxila  qawetên  biyanî li her du aliyên vê parezemînê gefeke mezin jibo ewlehiya giştî ye.

Rûhanî tekez kir ku Îran îro rojê mîna  bendaveke qahîm li hember berfirehbûna  fanatîzm û terorîzmê li vê navçê sekiniye û ser vê meselê disekine ku mudaxila  neqanûnî ya qawetan bûye sedem ku ev tund û tûjî û bêrehmî gurrtir bibin.

Li gorî gotina serokê Komara Îslamî ya Îranê em nikarin  behsa ewlehiyê bikin û li dû berfirehkirina  yekperçe  bibin  lê li bara  karesatên terorîstî li Iraq û Sûriyê û bombebarana jin û zarokên bêguneh li Yemenê û cinayetên Rejîma Siyonîst li Filistînê bêdeng bimînin.

Ger em qebûl bikin ku  hizra asiyayî,  siyaset û gotûbêj ji hegerên sereke  li çareserkirina  dijminatiyan dizane loma divê li bendê bin ku  civata  gotûbêja Asiyaysî li hember pirsgirêkan ser vê nihêrînê tekez bike. Çawa ku  Rûhanî li destpêka gotinên xwe jî tekze kir koma ku slogana  Asiyaya yekgirtî, potansiyelên  curbicur nîşana  serketina  li prespektîva 2030 ya xwe wek armanca hevpar a endaman daniye, bêguman  xwediyê vê îradê ye ku  li riya pêkanîna  civaka asiyayî pêngavan rake.

Bihêztirbûna  Asiyayê lê bêguman maye ser baweriya bi xwe û viyana  hevpar jibo hevdengiyê ye. Li gorî vê nihêrînê civata  gotûbêja hevkariya  Asiyayê divê hewil bide ku  ji riya  jordebirina  ewlehiyê, kêmbûna  feqr û xizaniyê û sekinîna ser meselên mîna bêkarî û pirsgirêkên jîngehê li Asiyayê, hizra civaka Asiyayê bi wateya  Asiyay Yekgirtî cih bîne.