Destûra xebatê ya wezareta xizînedariya Amerîkayê; birojkirina boykotên dijî Îranê
Wezareta xizînedariya Amerîkayê, destûra nû ya xebatê derxist ku di wê de hatiye destnîşankirin ku bankên derveyî dikarin bi Îranê re danûstandinên dolarî pêk bînin bi şertê ku ev danûstandin bi riya sîstema pereyî ya Amerîkayê cih neyên.
Li gorî rêformên ku cih hatine, saziyên pereyî yên derveyî û ji wan saziyên ku girêdaiyê saziyên pereyî yên Amerîkayê ne ku li derveyî Amerîkayê ne jî dikarin bi Îranê re danûstandinên dolarî pêk bînin bi vê şertê ku danûstandinên wiha bi awayekî rasterast û nerasterast, sîstema pereyî ya Amerîkayê yan kesekî amerîkî negirin ber xwe. Hin civakên nûçeyan ev destûra xebatê, wekî hêsankirina şert û mercên piştî Lihevkirina Navokî bona danûstandinên bazirganiyê yên rasterast bi Îranê re dane zanîn.
Wezareta Xizîûneya Amerîkayê, berî niha jî li bin zexta hevgirtiyên xwe ku hes dikin peywendiyên xwe yên bazirganiyê bi Îranê re ji nû ve dest pê bikin, çend caran ev naveroka, guhertiye û tê de rêform cih anîne. Li rêformên herî nû de yên li ser vê belgeyê, hin xalên vê belgeyê guherîne û sê xalên nû jî li vê belgeyê hatine zêdekirin. Li yek ji van bendane hatiye destnîşan kirin heta piştî roja cihanîna Lihevkirina Navokî, saziyên derveyî yên pereyî û ji wan saziyên girêdaiyê saziyên pereyî yên Amerîkayê ku li derveyî Amerîkayê ne, divê hertim piştrast bibin ku danûstandinên dolarî yên bi Îranê re bi riya nizama bankî ya Amerîkayê û yan jî bi navbeynkariya saziyên pereyî yên Amerîkayê û ji wan çiqên wan ên derveyî, cih nayînin. Eva tê wê wateyê ku ji hêla Amerîkayê ve, tiştek neguheriye. Ji ber ku derbasbûna ji van berbendan her wekî berê nepêkan xuya dike. Li xala li ser mijara peywendiyên di navbera saziyên neamerîkî û kompanî û saziyên îranî de jî hatiye kes û saziyên neamerîkî dikarin bi kompanî û saziyên îranî yên ku li lîsteya boykotên din de ninin, danûstandinên xwe hebin.
hin analîzor berî niha gotibûn ku zimanê destûrên xebatê tê wateya venihêrîna li hin boykotên Amerîkayê dijî Îranê. Lê daxuyaniya wezareta xizînedariya Amerîkayê ku piştî weşana van destûrên xebatê hate weşandin, ev guman red dike û destnîşan dike ku ev destûra xebatê nayê wateya guhertina rewşa berê. Wezareta xizînedariya ragihand ku tenê destûrên berê yên xebatê yên li ser şert û mercên boykotên Îranê, bi roj kirine.
Wezareta xizînedariya Amerîkayê, li daxuyaniya xwe de gotiye, birojkirina destûrên xebatê yên ku roja îniyê hatine weşandin, bi armanca zelalkirina sekinandina boykotan li gorî Lihevkirina Navokî û herwiha kivşkirina van boykotan bû ku her wekî berê li cihê xwe de mane û nabin sedema hêsankariya li jiholêrakirina boykotên zêdetir.
Îranê û welatên 5+1`ê (Amerîka, Ingilistan, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya) li 14`ê Tîrmeha 2015`an li ser bernameya navokî ya Îranê, li hev kirin. Piştî Lihevkirina Navokî, para zêde ya bankan karîn bikevin nava operasyona navneteweyî ya pereyî, lê her wekî berê, lîsteyek ji kesên heqîqî û hiqûqî heye ku boykotên bi neheqî li dij wan hene.
Ev daxuyaniya jî her wekî biryarên berê yên saziyên navxweyî yên Amerîkayê li çarşova jiholêrakirina boykotên yekalî, ji ber naveroka durû û nezelal û lihevaliyayiya taybet ku bona jiholêrakirina boykotan berçav girtine, hîn jî nezelalî û şik û gumanên xwe hene. Rêformên wiha di rastiyê de li gorî rewş û mewqiya Amerîkayê derheq sozên û peymanên wê yên li bara Lihevkirina Navokî pêk tên û li vê çarçovê da ye ku Amerîka çawan dikare armancên xwe bi şêwaza herî bibandor piştî Lihevkirina Navokî bişopîne. Amerîka bi palpiştiya lihevaliyayîbûna qanûnên xwe yên navxweyî, hewl dide ji cihanîna sozên û peymanên xwe li hember Îranê ku li Lihevkirina Navokî li ser van hevhatin pêk hatiye, ji bo peywendiyên bazirganî û bankî yên xwe bi welatên din re sûdê wergire . Li halekê ku mijara sereke ya Lihevkirina Navokî, hevkarî û berjewendiyên dualî yên li gorî Lihevkirina Navokî ya sala 2015`an e û divê cihanîna Lihevkirina Navokî di vê çarçoveyê de bibe.