Mafên Mirovan; heceta rizî ya reşkirina dijî Îranê
Idiaçêkirina li bara rewşa Mafên Mirovan li Îranê van rojan bi gurrbûneke zêde bûye mijara sereke û rojeva propagandaya navendên siyasî yên welatên rojavayî li dijî Îranê.
Li pey weşandina rapora heftiya pêş a Ban Kî Mûn sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara rewşa Mafên Mirovan li Îranê, parlimana Ewropayê jî daxûyaniyek weşand ku armanca wê raberkirina rûyeke qaşo nebaş ji rewşa Mafên Mirovan li Îranê ye. Her çend ku ev daxûyaniya li çarçova şîretên li warê Mafên Mirovan bo îranê hatiye amadekirin, lê armanc û mebestên ku dişopîne dewama pêvajoya Pêkanîna Tirsa ji îranê ye.
Ban Kî Mûn sikritirê giştî yê NY heftiya buhurî li raporekê bo Civata Giştî ya NY idia kir ku rewşa Mafên Mirovan li Îranê di heyama salên vê dawiyê da xerabtir bûye.
Niha ev çêkirina idiayan ketiye rojeva parlimana Ewropayê û vê rêxistina ewropî jî hewil da ku visa nîşanî raya giştî bide ku fukara têkildrî rewşa Mafên Mirovan ji ji aliyê welatên ewropî va jî tê şopandin.
Bingeha van cûre rapor û daxûyaniyan idiayên bê belge ne ku bi armancên taybet tên amadekirn.
Daxûyaniya parlimana Ewropayê bi navê `Stratijiya Yekîtiya Ewropayê derheq Komara Îslamî ya Îranê piştî Lihevkirina Navokî` li komîteya peywendiyên derve ya Yekîtiya Ewropayê jî dikeve ber vê qaîdeyê.
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hin beşên vê pesendnameyê nerast û di bin bandora propagandaya xerab a navendên dijî Îranê da zanîn.
Wezareta karên derve ya Îranê got: Van pesendnameyan aliyên xwe yên şîretbar hene lê çêtir va ye ku bi rastbîniya zêdetir û pêşerojbîntir bin. Wî got: Çaverêtiya me ji nûnerên parlimana ewropî û endamên komîteya peywendioyên derve ya wê parlimanê heye ku bi rastbîniya her çi zêdetir li van cûre mijaran binêrin û bi hişiyarî xwe ji hilêxistina miajrên nedirust û nerast ku ji aliyê navend û aliyên dijî Îranê va tên bawerandin, dûr bikin.
Bi taybet ku biryar e ku li pêşerojeke nêzik da gotûbêjên li warê Mafên Mirovan di navbera Îranê û Yekîtiya Ewropayê werin lidarxistin û ev cûre helwêst, nekêrhatî û ecêb in û ti alîakriyekê ji bo xurtkirina mijara Mafên Mirovan bake û gumana destwerdana li karên navxweyî yên Îranê çêdike.
Li naveroka vê pesendnameyê babetên taybet li warê rewşa Mafên Mirovan li Îranê hene ku li gorî rastiyên heyî nînin û beşek ji wê bandorgirtî ji propagandaya dijî Îranê ya navendên dijbera Komara îslamî ya Îranê ye.
Ev helahelaya li dû wiya ye ku Îranê dayne cîgeha binpêkereke Mafên Mirovan û rewşa Mafên Mirovan li Îranê di asta rêjîmên serkutkera dijber û çalakên siyasî û civakî binirxîne.
Ev îdiayên rizî û pûç nîşan didin ku helwêstên li warê rewşa Mafên Mirovan li dijî Îranê hema wisa bi nêrîneke Pêkanîna Tirsa ji Îranê û nîşandana rûyekî dijî Mafên Mirovan ji pergala Komara îslamî ya Îranê li warê navneteweyî ye; Ji ber viya dadmendiyeke dûrî edaletê, yekalî û nedurust ji rewşa Mafên Mirovan li îranê raber dike.
Li halekî ku piraniya navçeyên cîhanê bi taybet li navçeya Rojhilata Navînê ji ebr rewşa diltezîn a di encama şerên zalimane yên hinek ji welatan rencê dikêşin, lê ne Amerîka û ne jî welatên ewropî tevî îdiayên xwe yên li warê Mafên Mirovan kiryareke beraqil û sûdewer li warî warî da pêk neanîne.
Di arstiyê da siyasîkarî û bikaranîna standard û pîvankên ducûre li bara rewşa Mafên Mirovan li welatên rojavayî bûye sebeb ku helwêstên wan numayîşî û rûvekî bin û ev pêvajoya bûye sebbe ku pêbaweriya civaka cîhanî li idiayên welatên rojavayî li warê rewşa Mafên Mirovan ji nav here.
Dayîna daxûyaniyên rûvekî û numayîşî yên li warê rewşqa Mafên Mirovan di rastiyê da kiryarek ji bo dûrkirina raya giştî ji rastiyên binpêkirina Mafên Mirovan ji aliyê van welatan û dewama siyasetên pêkanîna rûyekî reş û bitirs ji Îranê ye ku armancin taybet dişopîne.