Cotmeh 08, 2016 12:54 Asia/Tehran
  • Dengê Erê yê Domaya Ûrsêtê jibo mayîna daymî ya hêzên vî welatî li Sûrîyê

Meclisa Doma ya Rûsîyê duh bi pirranîya dengan rêketinama ku mayîna dayimî ya hêzên ûris li baregeha hewayî ya Hemîmîmê li parêzgeha Laziqîye ya Sûrîyê dixe fermîyetê, pejirand.

Di civîna dengwergirtina jibo pejirandina vê rêketinamê 446 parlimanterî dengê Erê danê. Ev rêketinama di 26`ê Tebaxa sala 2015`ê li bajarê Şamê ji alîyê rayedarên ûris û sûrî va hatibû wajokirin û jibo pejirandinê raberî meclisa Doma ya Ûrsêtê hat kirin. Li gorî vê rêketinamê, yekîneyên hewayî yên Ûrsêtê yê jibo demeke bêsînor li baregeha hewayî ya Hemîmîmê bimînin. Ev yekîneyana li gorî daxwaza dewleta Sûrîyê li axa vî welatî bicih bûne.

Ev rêketinama rê dide Ûrsêtê ku vê baregehê belaş û heta dema ku pêwîst bizane, bikar bîne.

Ûrsêt pêkutîyê dike ku armanca vî welatî, alîkarîya jibo artêşa Sûrîyê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye. Herviha baregeheke deryayî li bendera Tertûs a Sûrîyê ji dehsalîya 1970`yî va li destê Rûsîyê ye.

Wer xûya dike ku Domaya Rûsîyê bi pejirandina mayîna dayimî ya hêzên ûris li Sûrîyê di çarçova bicihkirina balafirên cengê yên Ûrsêtê li baregeha Hemîmêmê pêngaveke din di çarçova bicihbûna demdirêj a serbazî ya Moskovê li Sûrîyê ku li rex deryaya Mêdîteranê ye, rakirîye.

Ûrsêtê berî vîya tenê baregeha serbazî ya xwe ya derveyî sînoran, ango baregeha deryayî ya Tertûsê li perravên deryara Mêdîteranê ya Sûrîyê, jibo amadekarîyan û piştgirîya ji gemî û paporên xwe li deryayên Reş û Sipî bikar dianî. Lê wergiritna baregeheke din li axa Sûrîyê ku niha tûşî şerekî navxweyî yê demdirêj bûye, yê bi wateya berfirekirina hêza serbazî ya Moskovê li deverên curbicur ên derveyî sînorên Ûrsêtê be. Bê guman eva meseleyek nîne ku bibe sedema kêfa welatên rojavayî nemaze Amerîka û NATO`yê.  Ûris bi saya bicihbûna dayimî li vê baregeha hewayî yê hewldaneke zêdetir jibo pêkanîna ewlehîyê û herviha alîkarîya bo dewleta Sûrîyê di warê têkoşîna dijî komên têrorîst da bikin. Ev meseleya yê bibe sedema guherîna zêdetir a hevsengîyê ser xêra dewlet û artêşa Sûrîyê û zîyana komên têrorîst û piştgirên wan ên rojavayî û ereb. Niha armanca herîgirîng a Ûrsêtê, parastina Sûrîyê wekî tenha xala bicihbûna jêopoltîkî ya vî welatî li Rojhilata Navînê û derdora Mêdîteranê û bikaranîna wê wekî pirekê jibo bandordanîna ser muadileyên sîyasî û serbazî yên Rojhilata Navînê. Ev meseleya nemaze li gorî girîngîya li asta jîyanê ya baregeha deryayî ya Tertûsê jibo Ûrsêtê dikare bê ravekirin. Baregeha deryayî ya Tertûsê tenha baregeha serbazî ya Ûrsêtê li derveyî vî welatî ye, loma Moskov micid e bi her biha û berdêla mimkin vê baregeha deryayî ku jibo liv û tevgerên hêzên ûris li oqyanûsê zef girîng e, destê xwe da ragire.

Di eynî halî da bidestxistina baregeheke din a serbazî li axa Sûrîyê di çarçova plana demdirêj a Moskovê jibo avakirina baregehên din li derveyî sînorên vî welatî û li deverên istiratêjîk ên cehanê xwe nîşan dide.

Di vê çarçovê da Nîkolay Pankof alîkarê wezîrê berevanîyê yê Ûrsêtê şeva buhurî ragihand ku welatê wî planên destpêkirina bicihkirina serbazên xwe li welatên wek Vîtnam û Kûbayê ku Moskovê berê baregehên xwe li van welatana hebûye, hildikole. Li gorî gotina Pankof, wezareta berevanîyê ya Rûsîyê niha li halê venihêrîna biryarên berê têkildarî girêdana baregehên serbazî li hin welatan e, herçend ku wî behsa hûrgilîyên vê biryarê nekir.

Ûrsêtê piştî têkçûna Sovyetê, di destpêka dehsalîya 2 hezarî da, di çaçrova kêmkirina xercên xwe û mayîna hêzên vî welatî li seranserê cehanê, ala xwe li baregehên serbazî yên Lordês li Kûbayê û Kam Ran li Vîtnamê daxist. Lê niha wer xûya dike ku rayedarên kirêmlînê giheştine vê qenaetê ku jibo lîstina rola hêzeke navnetewî ya bibandor li muadileyên cehanî divê baregehên xwe li deverên istiratêjîk ên cehanê nemaze li Asîya, oqyanûsa Aram, Amerîkaya latîn û Rojhilata navînê hin baregehan bi dest bixe yan berfire bike.