Şirove - Gotinên neberaqil ên Çawûşoxlû li bara dijayetiya Iraqê digel hebûna hêzên tirk li axa vî welatî
Piştî ku Bînalî Yildirimê serokwezîrê Tirkiyê bi gotinnê ecêb armanca hebûna hêzên vî welatî li bakûrê Iraqê girtina rê li ebr guhertina nijyara gelheya vê navçeyê daz anîn, wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî ji rê hat û bi gotinên neberaqil û dûrî berpirsiyariya siyasî biryarên saziya qanûndarêştina Iraqê li dijî xwestek û vîn û irada vî welatî da zanîn.
Yildirimê serokwezîrê Tirkiyê berî viya idia kiirbû ku hebûna hêzên vî welatî li bakûrê Iraqê û serbazxaneya Başîqê bi mebesta girtina rê li ber guhertina nijyara gelheya bakûrê Iraqê pêk hatiye.
Bînalî Yildirimê berteka Iraqê li hemberî hebûna hêzên tirk li navenda leşkerî ya Başîqê li bakûrê Mûsilê (navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê) wek tiştek ku nayê fêmkirin da zanîn û idia kir ku Tikriye dixwaze rê li ber xwînrjandina zêdetir li vê navçê bigire.
Serokwezîrê Tirkiyê tevî rexneya ji dewleta Iraqê ji ber ranekirina pêngavên pêşîlêgirtinê li hemberî hêzên PKK`ê, wiha idiaya xwe domand: Iraq bi sekinîna li ser mijara hebûna hêzên Tirkiyê li Başîqê li dû jinavbirina demê ji bo şerê li hemberî DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst e.
Li pey van gotinên Yildirim, Semîre El Mûsewî endama komîteya peywendiyên derve ya parlimanan Iraqê jî tevî pêgiriya li ser pwêsîtiya sekinîna tund û bihêz a dewleta navendiya Bexdayê li hemberî Erdoxan serokoamrê Tirkiyê ji ber destwerdana wî li karên navxweyî yên Iraqê, got: Mafê serxwebûn û hakimiyeta neteweyî ya Iraqê tenê bi saya serketina li hemberî DAIŞ`ê misoger û parastî namîne, belki dewleta Iraqê gere dawî li destdirêjiya hêzên tirk li nav axa Iraqê jî bîne.
Semîre El Mûsewiyê îsrara Tirkiyê li ser dewama mayîna hêzên wî welatî li axa Iraqê û beşdariya wan li opêrasiyonan rizgarkirina Mûsilê ji xewn û xiyal û armancên Erdoxên ji bo serêxwegirtina nexşe û planên wî li Iraq û Sûriyê û parastina berjewnedî û berfirehkirina kûrahiya bandora xwe li van du welatan da zanîn.
Salar Mehmûd endamê parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî li ser vê bawerê ye ku artêşa Tirkyiê li Herêma Kurdistana Iraqê bernameyên cûrbicûr û biguman ji riya opêrasiyona qaşo azadkirina Mûsilê dişopîne ku pêkanîna berbendan li ser riya peywendiya Kurdistana Iraq û Sûriyê yek ji wan e. Li gorî gotina wî artêşa Tirkiyê ji bo cihanîna vê nexşeyê li dû dagirkrina bilindahiyên strateîk a Şengalê ye, ji ber ku ev navçeya şûna herî baş ji bo berevaniya ji navçeyeke berfireh a bakûr û rojavaya Mûsilê ye û her hewildanek ji bo derxistina kurdên çekdar ji wir dê li ser xêr û qazanca artêşa Tirkiyê bibe.
Salar Mehmûd her wiha got: Berpirsên tirk bi dagirkirina bilindiyên Şengalê li pey girtina rê li ber viya ne ku ev navçeya jî bibe deverek mîna Çiyayên Qendîlê. Tirkiye Çiyayên Qendîlê wek cîwar û navenda kombûn û birêxistinkirina hêzên PKK`ê dizane ku carcaran li dijî Tirkiyê opêrasiyonên leşkerî pêk tînin.
Wî tevî birina navê Herêma Kurdstana Iraqê û Qibrisê bi bîr xist ku Tirkiyê ji her dera ku hêzên xwe şandine, nema paşve kişiyaye.
Di rewşeke wiha da wezîrê karên derve yê Tirkiyê piştî berteka parlimanan Iraqê û ragihandina pêwsîtiya qewitandin û derxistina hêzên tirk ji bakûrê vî welatî hate deng û got: `Biryara parlimana Iraqê wek dengê hemî gelê vî welatî nine û lewma Tirkiye neçar e ku ji bo ewlehiya xwe li derveyî sînorên xwe opêrasiyona leşkerî pêk bîne``.
Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi gotinên neberaqil û bi nîşana destwerdanê idia kir ku biryara saziya qanûndarêştin û nûnerên biajrtî ji aliyê gelê Iraqê, biryar û xwesteka hemî gelê vî welatî nine.
Wî li vî warî da bi eşkere idia kiriye ku `Biryarnameya ku parlimana Iraqê li bara rexneya ji hebûna hêzên Tirkiyê li bakûrê vî welatî pesend kiriye, nêrîn û dengê hemî saziyên berpirs li Iraqê nine û dewleta Tirkiyê nêteke baş têda nabîne``.
Eva ku çawa mimkin e wezîrê karên derve yê Tirkiyê çaverêtiya xwe hebe ku dewleta navendî ya yekîneyeke serbixwe ya siyasî dagirkirina beşek ji axa xwe wek nêta baş bizane, pirseke tenê şexsê Çawûşoxlû gere bersiva wê bide.
Lê tiştê ku aliyên siyasî yên rexnekir ji dewleta Tirkiyê her wiha dewletên navçeyê ji wan Iraq û Sûriye li ser wê pêgiriyê dikin eva ye ku siyaseta derveyiya Tirkiyê li bara Şam û Bexdayê, siyaseteke dijminane û dagirkerane ye ku tenê û tenê bi armanca dabînkirina berjewendiyên nerewa yên Tirkiyê û li ser ziyan yekparçetî û serxwebûna van welatan e.
Ji ber viya rêberên Enqerê hez dikin ji bo pînekirina û anîna hicetan sewa vê liv û tevgera dijminane û nepejirînbar a xwe li bara cînarên Tirkiyê, hinek ji aliyên navçeyî û seranavçeyî jî tevlî vê lîstika xwe bikin.