Cotmeh 07, 2016 15:58 Asia/Tehran
  • Şirove - Sefera Rûhanî bo Koalalamporê; Asoyeke teze li peywendiyên Îran û Malezyayê

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewama sefera xwe bo navçeya başûrê rojhilata Asyayê roja îniyê gihîşte Koalalampora paytexta Malezyayê

.Rûhanî li sefera xwe ya durojî bo Koalalmporê digel berpirsên derecebilind ênn Maliziyê li bara peywendiyên duyalî ji wan li warê cûrbicûr ên aborî û hevkariya pêşeyî û têknolojîkî gotûbêjê dike.

Rûhanî berî sefera xwe ya Malezyayê gihîşte Viyêtnamê ku welatekî din li başûrê rojhilata Asyayê û li heyama durojî ya mayîna wî li Hanoya paytexta Viyetnamê du belgenameyên hevkariyê bi armanca berfirehkirina danûstandinên aborî nava Îran û Viyêtnamê hatin wajokirin.

Sefera serokê Komara Îslamî ya Îranê bo navçeya girîng û aboriya başûrê rojhilata Asyyaê li çarçova siyaseta Îranê li Nêrîna Li Rojhilat pêk hatiye. Siyaseta Îranê ya Nêrîna li Rojhilat ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hezretê ayetullah Xamineyî va hatiye berçavgirtin û Rûhanî li çarçova vê xwestek û nêrînê sefera Malizî û Viyêtnamê kiriye û piştî wê dê here Taylendê.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî siyaseta tekûz û hetmî ya Îrqanê li hevkariya digel welatên asyayî û berçavgirtina rojhilat resim kiriye û li ser girîngiya peywendiyên digel welatên asyayî pêgiriyê dike.

Li çarçova vê siyasetê, derfet û zirûfên mezin li başûrê rojhilata Asyayê hene û Îran û Malizî ji ber hebûna mijarên hevpar ên cihêreng derfeteke xwe ya baş ji bo bikaranîna herî baştir a van zirûf û potansiyêlan hene.

Malezya welatekî girîng ê îslamî û asyayî û xwedana cihêrengiya li warê aborî û têknolojiyê li başûê rojhilata Asyayê ye û Komara Îslamî ya Îranê hertim li ser xurtkirina asta peywendiyên digel xelk û dewleta Maliziyê pêgirî kiriye.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1`ê ya nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar derfeteke teze ji bo berfirehkirina peywendiyên Îranê û welatên cûrbuicûr bi taybet li çarçova siyaseta Îranê ya Nêrîna Li Rojhilat dabîn kiriye. Malzya  û Îran dikarin ji derfetên piştî Lihevkirina Navokî dikarin bi awayekî baş û guncan mifayê werbigirin da ku kêmasiyên dem û dewrana boykotan û berê werin cebirandin.

Sefera serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Malezyayê wek pîvan û nîşanek ji bo nûavakirin û berfirehkirina asta peywendî û hevkariyên du welatan bi taybet li warên zanizstî, çandî, aborî pû têknolojiyê li dem û dewrana piştî Lihevkirina navokî tê nirxandin.

Helwêst û nêrînên hevpar, miajrên hevpar ên çandî û mezhebî û meyl û meraqa gelê Îranê ji bo sefera bi başûrê rojhilata Asyayê pîvan û hêmanên girîng li riya berfirehkirina hevkariyên Têhran û Koalalamporê tên hesêb.

Helwêstên nêzik û hevpar ên Îran û Malzyayê li warên navçeyî û navneteweyî û diojberiya digel zêdegavî û têrorîsmê, riya hevkariya du welatan li babetên din xweş kiriye. Îran û Malezya ji bilî peywendiyên duyalî dikarin li çarçova rêxistinên navçeyî jî berjewendiyên xwe yên hevpar b dest bixi9n.

Îran û Malezya bi saya bikaranîna derfeta endamtiya li Koma heşt welatên îslamî yên li halê pêşketinê (Koma D8) roleke xwe ya girîng li warê berfirehkirina hevkariya navçeyî-îslamî hene. Îran û Malizî ji ber viya ku du welatên girîng ên îslamî li parezemîna Asyayê ne li warê berhem û kelûpelên Helal û derfirtona wan bo welatên din  dikarin roleke girîng hebin.

Geştyarî, zanist û têknolojî û hevkariya zanistî  û çandî waerên herî baş ên hevkariya Îran û Maliziyê ne. Komara Îslamî ya Îranê li warên çandî û geştyarî û zanist û têknolojiyê li parezemîna Asyayê pêşeng e û dem û dewrana piştî Lihevkirina Navokiyê derfeteke baş ji bo bikaranîna şiyanên hevpar ên Îranê û welatên din ên asyayî dabîn kiriye.