Cotmeh 06, 2016 16:41 Asia/Tehran
  •  Lihevkirina Navokî û çaverêtiyên Îranê ji NY

Nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li axaftinekê li Civata Giştî ya vê rêxistinê li bara rapora salê ya Ban Kî Mûn sikritirê giştî yê NY li bara Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da ji sikritirxaneya NY xwest ku rola xwe ya erênî bi amadekirina rapor û nirxandinên bêalî li bara cihanîna vê lihevkirinê bilîze.

Xulamelî Xweşrû nûnerî hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY ku roja çarşemiyê li civîna Civata Giştî ya vê saziyê diaxivî, destnîşan kir: Sozdariya tam a Îranê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî û babetên bêsoziyê ji aliyê hinek ji terefên Lihevkirina Navokî divê bi awayekî bêalî li raporên sikritirê giştî yê NY werin nîşandan. Sikritirê giştî yê NY li rapora xwe ya vê dawiyê Lihevkirina Navokî wek destkefteke dîrokî, mînakek ji nirxa dîplomasiyê û xaleke girîng a werçerxanê li peywendiyên navneteweyî digel Îranê da zanîn û ragihand ku ev lihevkirina wê bibe sebeba têgihîştina dualî û hevkariya baştir li ser gellek ji pirsgirêkên ciddî yên ewlehiyê li navçe û seratir ji navçeyê. Ev gotinên sikritirê giştî yê NY di rastyiyê da pêgiriya ducarî li ser girîngiya Lihevkirina Navokî wekî lihevkirineke giştalî û bibandor e; Lê bibandorbûna vê lihevkirinê girêdayî bi liv û tevgerên hevseng li warê cihanîna Lihevkirina Navokî her viha rola berpirsiyarane û bêalî ya NY ye. Amerîkayê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî bi awayekî zelal û ron pêngav ranekirine. Eva rastiyek e ku civaka navneteweyî wê dibîne û mafê dide gelê Îranê ku ne tenê pêbaweriya wî bi dewleta Amerîkayê ra tinebe, belkî ti pêbaweriya xwe bi ihtimala hebûna her cûre danûstandina digel dewleta Amerîkayê ra jî tinebe. Lê Koşka Sipî hema wisa liv û tevgerên xwe yên ducûre didomîne û ev pêngavrakirina ducûre ji bo hemî cîhaniyan pirsgirêkan çê dike. Mînakek ji vê reftara ducûre ya dewleta Amerîkayê mijara jiçekirina navokî ye. Pirs ev e ku çima Amerîka û welatên din ên ku çekên navokî hene soznameya qedexeya çekên navokî berçav nagirin û çima Amerîka û Fransa bi imkanên berfireh ên ku dane ber destê Israîlê ev rêjîma li navçeya Rojhilata Navînê kirine gefeke navokî û çima NY jî berpirsiyariya xwe di vî warî da cih nayne.

Amerîka hema wisa li dijî birêxistina civîna paqijkirina Rojhilata Navînê ji çekên navokî ye, li halekî ku Îranê pêşniyara birêxistina civîneke viha dabû. Li gorî van hemî rastiyan e ku nûnerê Îranê li NY ji viya ku hewildanên niha li warê cihanîna soznameya jiçekirina navokî ku mijara herî sereke ya civaka cîhanî ye, hema wisa bê encam mane, mixabinî û bêhêvîtiya xwe diyar kir. Xweşrû bal kişande ser viya ku welatên xwedîyê çekên navokî bi awayê berdewam sozên xwe di vî warî da binpê dikin, bêsoziya van welatan wek berbendek li ser riya jiçekirina navokî da zanîn û destnîşan kir ku jinavbirina tam a van çekan tenê riya misogerkirina bikarneanîna wan tê hesêb.

Amerîkayê bi van liv û tevgerên xwe nîşan daye ku ne tenê li riya cihanîna Lihevkirina Navokî bi awayekî ron û eşkere pêngavan ranake, belkî li her babet û mjareke din mîna şerê dijî têrorîsmê û mafên mirovan jî pêbawerî bi wî welatî nayê kirin. Amerîkayê li warê têrorîsm û serekanîya wê ya sereke anku El-Qaide û DAIŞ`ê bi awayekî ducûre reftarê dike û piştgiriyên xwe ji komên têrorîst vedişêre. Amerîka li bara piştgiriyên Erebistanê ji têrorîstan jî bêdeng dimîne û Obama heta pesendnameya kongreyê li bara dozvekirina malbatên gorîyên bûyera 11`ê Îlona 2001`ê dijî Erebistanê vêto kir ku elbete vê vêtoyê jî karek nekir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê sê salan berî viya pêwsîtiya şerê dijî tundî û zêdegavî û têrorîsmê bi bîr xist û hişiyarî da ku dewama van liv û tevgerên ducûre yê hemîyan tûşî pirsgirêka nearamî û bêewlehiyê bike. Lê idiakerên şerê dijî têrorîsmê bi serkirdayetiya Amerîkayê tenê li fikra bikaranîna siyasî ya mijara têrorîsmê bûn û niha ewna bi xwe jî tûşî pirsgirêka têrorîsmê bûne.

Xûya ye ku Lihevkirina Navokî destkeftek li gotûbêjên navokî ye, lê nabe ku em çavên xwe li ser bêsoziyên aliyên gotûbêjê bigirin. Bidestxistina Lihevkirina Navokî sênaryoya dijminiên Komara Îslamî ya Îranê têk bir û derketina mijara navokî ya Îranê ji bin benda heftan a menşûra NY gefên dijî Îranê kûr kirin. Wisa ku Ban Kî Mûnê sikritirê giştî yê NY li rapora xwe destnîşan kiriye; Ev lihevkirna dikare bibe sedema fêmkirina duyalî û hevkariya baştir li ser gellek ji pirsgirêkên ciddî yên ewlehiyê li navçeyê û seratir ji navçeyê; Lê rastî ev e ku di rewşa niha ya serdest li cîhanê da, serêxwegirtina vê armancê girêdayî bi viya ye ku nêrîn û siyasetên hêzxurtên cîhanê werin guhertin. Çimku heta wê demê ku zêdexwazî hebin û NY warê biryardanên yekalî û li ser esasa mafê vêtoyê ya welatên hêzxurt ên cîhanê be, serêxwegirtina vê armancê pirr dûr dixûye.