Cotmeh 06, 2016 15:07 Asia/Tehran
  • Dijwarbûna pirsigêrêkn aborî yên Herêma Kurdistana Iraqê

Amarên ku li Herêma Kurdistana Iraqê hatine ragihandinê nîşan didin ku hejarî zêde bûye û elwehîya xwarinê jî kêm bûye.

Li gorî rapora malpera ajansa nûçan a Kurdpress`ê û ji zarê malpera kurdî ya SNN`ê, navenda amarê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku bi dû şerê dijî DAIŞ`ê û qeyrana aborî-sîyasî li vê deverê, asta hejarîyê mideha 4 salên buhurî li Herêma Kurdistana Iraqê da herîkêm ji sedî 9 zêde bûye û li gorî vê amarê, asta hejarîyê li Herêma Kurdistana Iraqê di sala 2012`an da, ji sedî 3.5 bû û di sala 2016`an da giheştîye ji sedî 12.5`ê.

Herêma Kurdistana Iraqê ji sala 2014`an va li du warên sîyasî û aborîyê tûşî qeyran û alozîyê bûye. Berî vîya bi saya derhatên niftê û razîbûna ji serokatîya Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistana Iraqê, vê deverê dewraneke xweş derbas dikir.

Bi êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê ser Iraqê û dagirkirina hin deverên vî welatî û kutabûna dewra serokatîya Mesûd Barzanî û nebûna rizamendîya gelanî û hizbî li bara dewama serokatîya wî ji 19`ê Tebaxa sala 2015`ê va, berebere pirsgirêkên sîyasî û aborî xwe nîşan dan û roja îro pirsgirêkan rewşa Herêma Kurdistana Iraqê teng kirine.

Birêvebirina nebaş, daketina bihaya niftê û nakokîyên li peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û bi dû wan alozbûna rewşa aborîyê li Herêma Kurdistana Iraqê bûn sedema bilindbûna dengê nerazîbûna gelê Herêmê û birêketina xwepêşandan û greva karmend û karkirên beşên curbicur.

Daketina bihaya cehanî ya niftê bandor li derhatên Herêma Kurdistana Iraqê kirîye lê tişta ku bû dema birêketina nerazîbûnên gelanî asêbûna sîyasî li vê deverê û bandora wê ser bêserûberîya rewşa aborî ye.

Daxistina parlemana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji Cotmeha sala 2015`ê va bi hegera gêreya sîyasî têkildarî dewra serokatîya Mesûd Barzanî, pirsgirêkên aborî û sîyasî yên vê deverê aloztir kirin. Bi kutabûna dewra duyem a serokatîya Barzanî, di encama lihevkirina partîyên sîyasî da divê dewra serokatîya wî bê dirêjkirinê an kesekî din di encama hilbijartinan da bibe serokê Herêma Kurdistana Iraqê.

Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) bi serokatîya Mesûd barzanî li ser dewama serokatîya Barzanî pêkutîyê dike lê, partîyên din ên kurdan, li dijî vê yekê ne û ev gêreya sîyasî bûye sedema daxistina parlimana xwecî û tu çavdêrîyek l iser karên sîyasî  ûaborî yên Kurdistana Iraqê tineye.

Daxistina parlimana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê bi wateya paşverotîya li warê qanûn û dêmokirasîyê li vê herêmê ye. Sîyaseta hizba bin rêvebirîya Barzanî da têkildarî mijara serokatîya wî li Herêma Kurdistanê qanûnî nîne û liv û tevgerên vê partîyê li hemberî partîyên neyar, bi wateya hereketa di rêka parastina desthilatê da tê ravekirin.

Sîyaseta berpirsên PDK`ê ji wan şexsê Mesûd Barzanî ya hilêxistina meseleya serxwebûnê û birêxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê, bi curekê derbaskirina qeyranên aborî û sîyasî di çarçova parastina desthilatê da ye.

Mirov dikare bêje ku ev sîyaseta wek dermanekî demkî jibo pirsgirêkên curbicur ên Herêma Kurdistana Iraqê propagandeya wê tê kirin.